Thursday, March 10, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, SÎNEMAYA KURDÎ
Di Mihrîcana Filman a Stenbolê de filmên Kurdî tên nîşandan
By
Serbûriyek
Dated
1:52 PM
Îsal 30. Mîhrîcana Filman a Stenbolê dest pê dike. Li gor daxwiyaniya bernameyê, wê di mîhrîcanê de gelek filmên Kurdan bêne nîşandan.
Mihrîcana Navnetewî ya Filman a Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ve tê lidarxistin, sala xwe ya 30. pîroz dike.
Hat diyarkirin ku wê îsal di 21 beşan de 230 film bêne nîşandan. Wê ev film ji bo xelatên Laleya Zêrîn a Navnetewî û Laleya Zêrîn a Netewî û Mafê Mirovan a FACE, bikevin nava pêşbaziyê.
Gelek filmên Kurdan jî beşdarî mihrîcanê dibin. Hinek ji wana ev in:
Meş / Yürüyüş
Derhêner: Şîar Abdi
Ziman: Kurdî
90 deqe
Ev film kesek dîn ê bi navê Xelîlo ku dîn e û zarokên hatine himbêzkirin û nehatine himbêzkirin, cîhanek alternatîf vedibêje… Meş dema derbeya 12 Îlona 1980 li navçeya Nisêbîna Mêrdînê vedibêje û rojên tarî yên wê demê radixe ber çavan.
Azadiya Winda/Kayıp Özgürlük
Derhêner: Umur Hozatlı
Ziman: Tirkî-Kurdî
91 deqe
Di salên 90’î de ciwanek bi navê Deniz Şahîn li kolanên Stenbolê, ji aliyê çekdarên sivîl ve tê revandin. Film çîrokek balkêş ya salên JÎTEM’ê vedibêje.
Diya Min Aşitî Dixwaze / Annem Barış İstiyor
Derhêner: Aziz Çapkurt
Ziman: Kurdî
52 deqe
Ev film, li rexmî hemû êş û hilweşînan, hêviyên aşitî û gihiştina zarokên xwe ya dayîkan radixe ber çavan. Film, li Stenbol, Îzmîr, Amed û Mêrdînê hatiye kişandin. Film çîroka 3 dayîkên ku kurê yek ji wana 16 sal e li girtîgehê ye, kurê yekê koçî Stenbol kiriye û kurê yê din jî li leşkeriyê ye vedibêje.
Rewşen
Derhêner: Cemil Oğuz
Ziman: Kurdî
50 deqe
Heta salên 90’î li Tirkiyeyê peyva “Kurd” jî suc bû. Di sala 1991 li gorî zagaona bi jimara 2932 kovara Rewşen bi Kurdî-Tirkî dest bi weşanê dike. Rewşen piştî demekê hemû weşana xwe dike Kurdî. Rewşen ji bo ronakbîriya Kurd rolek girîng dilîze. Herwiha rewşa Kurdî ya di salên 1990-2000 de vedibêje.
Destaneke Serhildanê: Bêrîvan / Bir Başkaldırı Destanı: Bêrîvan
Derhêner: Aydın Orak
Ziman: Kurdî
50 deqe
1992 yılında binlerce insanın hiç beklemedik bir zamanda direnişe geçip ölünme çatıştığı Newroz kutlamalarında bir kadın dikkat çeker. Başından çıkarmadığı beyaz kefisiyle sık sık görüntülenen ve o kitleyi yönlendirmesiyle dikkat çeken bu kadın, yoğun işkencelerden geçmiş Berîvana Cizîrî’nin kendisidir. Filmde Cizre olayları ve 1992 Newroz’u gözler önüne seriliyor.
Miriyê Zindî/Ölü Canlar
Derhêner: Murat Özçelik
Ziman: Kurdî-Tirkî
90 deqe
Derhêner Murat Ozçelîk jiyana xwe bi xwe vedibêje. Ozçelîk dema 17 salî bû û xwendekarê dibistana amadeyî bû dikeve girtîgehê. Ozçelîk jî di operasyona sala 1999 ya li ser Girtîgeha Ulucanlarê pêk hat û têde 10 girtî hatin kuştin, de birîndar dibe. Di televîzyonan de navê wî di nava kuştiyan de derbas dibe. Dayîka bi vê nûçeyê dikeve û diçe Enqereyê. Piştre dizane ku kurê wî nemiriye, ew birine girtîgeha Amasyayê. Belgefilm vê kêliya jiyanê careke din radixe ber çavan. Anf

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment