Ad (728x90)

Showing posts with label ŞANO. Show all posts
Showing posts with label ŞANO. Show all posts

Saturday, June 21, 2014

"Şanoya Kurd ji ber nîqaşên navxweyî pêşneket"

Bi avakarina NÇM’ê di Şanoya Kurd de serdemek nû vebû û Dibistana Teatraya Jiyana Nû ku wek bingeha Şanoya Nûjen a Kurd tê binavkirin, hat avakirin. Lê piştî demek bi belavbûnê re rû bi rû ma. Şanogerên Kurd li ser Şanoya Kurda piştî salên 1990’î nirxandin û gotin ku ji ber bê pergalî û ji ber nîqaşên navxweyî Şanoya Kurd nayê asta ku tê xwestin.

Di hunerê de şano xwedî cihek taybet e ku taybetiya xwe jî ji dîtbarî û bi performansa xwe ya zindîtiyê digire. Her wiha ji ber vê taybetiya xwe jî li ser dêrûniya civakê jî bandorek mezin dihêle. Bingeha dîroka Şanoya Kurd jî di lîstîkên bi navê Kosegelî ku di gundan de bi awayek amatorî dihatin pêşandan tê avêtin. Lê şanoya kurdan di warê hunerî de cara yekemîn di sala 1918’an de li Stenbolê ji aliyê Evdirehîm Rehmî Hekarî pîyesa Memê Alan ku ji bo Kovara Jînê nivîsibû dest pê dike. Her wiha operaya bi navê Dayika Niştiman ku dema Komara Mehabad a Kurdan derket holê jî di dîroka Şanoya Kurd de xwedî cihek girîng e. Lê dîroka Şanoya Kurd beria salên 1990’an ne zêde xurt e. Bi taybetî piştî salên 1990’î Şanoya Kurd bi Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdan xurttir dibe û êdî hêdî hêdî ev rewş diguhere. Di roja îro de jî li Kurdistanê gelek sazî û dezgehên wek Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Konservatuara Aram Tîgran û di bin banê şaredariyên li Kurdistanê de ev xebatên şanoyê tên kirin. Lê hê jî ligel ev qas derfetên fireh de Şanoya Kurd negihiştiye asta ku tê xwestin.

NÇM bingeha Şanoya Nûjen a Kurd avêt

Piştî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hat avakirin ji her aliyê hunerê ve gelek xebat hatin meşandin. NÇM di warê Şanoya Nûjen a Kurd de jî xwedî rol û ristek mezin lîst û hê jî li ser xebatan dimeşîne. Teatraya Jiyana Nû ku bingeha şanoya nûjen tê dîtin jî di sala 1991’an de di bin banê NÇM’ê de hat avakirin. Şanogerên TJN’ê jî an ji xebatkar an xwendekaran pêk dihat û nêzîkî 20 salan xebatên xwe domand. Wekî hemû sazî û dezgehên kurdan TJN jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Lê TJN’ê bandorek mezin li ser gel hişt û ji ber wê jî derket holê ku di MGK’a dewletê de jî li ser TJN’ê nîqaş hatiye meşandin. TJN wek bingeha Şanoya Nûjen a Kurdan tê dîtin û heya niha jî zêdetirî 30 lîstikan derket pêşberî temaşevanên xwe. Teatra Jiyana Nû yekemîn lîstika xwe ya bi navê ‘Mişko’ derket ser dikê û bi hin lîstikên bi navê Prometheus, Mirina Anarşîstek, Generalê Teneke, Behra Spî di mêjiyê temaşevanan de cihê xwe girt. Piştî salên 2000’î jî ji ber hin sedemên polîtîk, nîqaşên navxweyî û xitimîna xebatan bi belavbûnê re rû bi rû ma.

Şahîn: Ez ezîtî bi pêş ket

Mamosteyê şanoyê yê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ê ku di TJN’ê de jî piştî salên 2000’î lîstikvanî kir Omer Şahîn li ser pêvajoya TJN’ê axivî û got ku TJN di dîroka Şanoya Kurd de xwedî cihek girîng e û bingeha xebatên niha avêtiye. Şahîn, da zanîn ku TJN’ê heya sala 2000’î xebatên giranbuha afirandin û piştî vê salê bi belavbûnê re rû bir û maye û wiha axivî: “Hin kes ji komê ji ber hin sedemên polîtîk, takekesî û nîqaşên navxweyî veqetiyan. Her çiqas me xwest ku em rihê berê careke din bi dest bixin jî xebatên me têrê nekirin. Ji ber ku piştî wan salan êdî ez ezîtî pir bi pêş ketibû.” Şahîn, destnîşan kir ku xebatên wan jî ber bayê kapîtalîzmê ketiye û ligel vê jî nîqaşên navxweyî jî bandorek li ser belavbûna komê kiriye û wiha got: “Piştî demekê hevpariya berê jî nema. Nîqaşên navxweyî bi xwe re pêvçûnek anî.”

Şahîn: Sazî nekarî hemû rengan di koordînasyonek de bîne ba hev

Şahîn, anî ziman ku di nav sedemên belavbûnê de ne tenê rola takekesan hebû û di heman demê de kêmasiya saziyê jî hebû û wiha berdewam kir: “Her kes li cihek din dixebitî û dihat nav komê û her kes xwedî fikrên cuda bûn. Wê demê jî wan dixwest ku fikrên wan di lîstikan de cih bigire. Sazî wê demê dikarî hemû fikrên cuda di koordînasyonek de bianiya ba hevdu lê ev tişt pêk nehat. Di koordînekirinê de sazî ji aliyê hin aliyan ve qels ma.” Şahîn, li ser desthilatdariya ku di nav komê de hatibû çêkirin jî axivî û got ku hin kesan dixwest ku heya mirinê fikrên wan di komê de bi bandor be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hin takekes dixwestin ku TJN li ser navên wan bê naskirin. Vê desthilatdariyê jî nedihîşt ku lîstikên cuda derkevin holê û xebat piştî astekê bi xwe re xitimînê jî dianî.”

Çalişkan: Hêdî hêdî em ji wergera texstên biyanî rizgar dibin

Ji mamosteyên şanoyê yên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Nazim Hikmet Çalişkan jî li ser kêmasiyên ku niha di Şanoya Kurd de tên jiyîn û sedemên pêşneketina Şanoya Kurd axivî û got ku hin zemîn hene ku kurdan hêj bi dest nexistine. Çalişkan, da zanîn ku ew hem ji aliyê şanogerî, hem wergera texstên biyanî hem jî ji aliyê eleqeya temaşevanan ve qelsiyek dijîn û wiha axivî: “Di şerê çil salan de li ser çand û hunera kurdan jî qirkirinek mezin pêk hat. Ji ber wê ye ku niha hêdî hêdî texst bêwerger tên pêşkêşkirin. Ne ku derfet nîn in û em di van waren de bi pêş nakevin. Ev hinek kêmasiya me ye. Kesên ku bi vê karî re mijûl dibin hê di asteke nizm de tevdigerin.”

‘Ji aliyê çawaniyê ve asta ku tê xwestin bi dest neketiye’

Çalişkan, destnîşan kir ku hê xebatên şanoyê ji asta amatoriyê bi temamî rizgar nebûye û wiha got: “Pergalek berbiçav nehatiye avakirin ji ber vê yekê jî belavbûnek çêdibe û domdarî çênabe. Dibe ku niha ji aliyê çendiniyê ve em bi pêş ketibin lê ji aliyê çawaniyê ve hê jî asta ku tê xwestin nehatiye bidestxistin.” Çalişkan, anî ziman ku ji ber ku ji aliyê temaşevan û çapemeniyê jî rexnekirina lîstikan nayê kirin Şanoya Kurd zêde bi pêş nakeve. Her wiha Çalişkan, da zanîn ku divê hinek xweseriya şanoyê jî divê hebe ku pêşketina mezin jî bi xwe re bîne û got ku hinek navendbûna her tiştî jî li hember pêşketinê astengek derdixe û wiha axivî: “Li cihê ku em lê dixebitin her kar tê meşandin. Hemû panel, semîner, bîranîn û resepsiyon li vê derê tên kirin. Ji ber vê jî rehetiyek mezin çênabe. Di heman demê de ev rewş bi xwe re çandek şanoyê jî neafirîne.”

‘Hemû formên şanoya cîhanê tên bikaranîn’

Şanogera Şanoya Bajêr a Bajarê Mezin ya Amedê Gulê Ozalp Ulusoy jî da zanîn ku karên niha zêdetir bi profesyonelî dimeşin û bi pergal in û wiha axivî: “Êdî hêdî hêdî Şanoya Kurd ji wergerê rizgar dibe û ev 3 sal in pêşbirkên tekstên nivîsên şanoyê tên çêkirin. Ji girtîgeh û deverên din jî gelek nivîsên bi kurdî tên ber destê me.” Ulusoy, destnîşan kir ku niha Şanoya Kurd hatiye astek bilind û formên ku di cîhanê de tên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên ceribandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Formên ku li Tirkiyeyê nayên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên bikaranîn. Ev jî asta Şanoya Kurd bilindtir dike.”

NÛÇE ŞANO

Wednesday, November 16, 2011

Lîstika 'Em û Ew' di nêzîk de derdikeve ser dikê

Koma Arsen Polodov a şanoyê, xebatên lîstika bi navê "Em û Ew" a pêkanîna polîsan ên li herêmê li ser zarokên kurd li ber çavan radixin û polîsên ji ber van paninên xwe derûniya wî xera dibe û li şûna karê xwe diçe simîtan difiroşe tîne ziman, bi dawî kir. Lîstik di nêzîk de derdikeve ser dikê.

Koma Şano ya Arsen Polodov a di bin baneyê Navenda Çanda Baharê ya Êlihê de xebatên lîstika xwe ya "Em û Ew" a çîroka polîsekî li herêmê li ser zarokên kurd tundiyê dimeşîne û piştre derûniya wî xera dibe tîne ziman, bi dawî kirin. Komê ku 6 meh berê dest bi xebatên şanoyê kirin, xebatê lîstikê bi dawî kirin. Lîstika "Em û Ew" xwerû bi kurdî ye û çîroka polîsê tirk ê li herêmê peywirê dike û çîroka wî ya li herêmê parve dike.

Lîstika ku ji aliyê niviskar Fevzî Bîlge ve hate nivîsandin û derhêneriya wê Ramazan Îlten dike ji aliyê 8 kesan ve tê lîstin. Lîstik çîroka polîsê ku tê li herêmê peywirê dike û piştre li ser zarokên kurdan zextan dimeşîne tîne ziman. Di lîstikê de piştî polîs zext û zordariyê li ser zarokên kurd dike, ev neheqî piştre her şev dibe mêvanên xewnên wî yên şevan û derûniya wî xera dike. Polîsê ku ji ber pêkanînên xwe derûniya wi xera dibe, dawiya dawî dest ji karê xwe berdide û îstîfade dike. Herî dawî diçe simîtan difiroşe û rastiya polîsên tirk a li hemberî zarokên kurd tîne ziman. Lîstik dê yekem car li salona Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê derkeve ser dikê û pêşberî temaşevanên xwe.

Têkildarî xebatên lîstikê de şanoger û derhêner Ramazan Îlten, diyar kir ku bi vê lîstikê armanc dikin ku rastiya polîsan a liser zarokên kurd û sekna zarokên kurd a li hemberî polîsan bînin ziman. Îlten, bilêv kir ku ji ber polîsên tên herêmê li dijî zarokên kurd tundiyê bikar tînin û neheqiyê li wan dikin, piştre ev pêkanîn bandorê li ser derûniya polîsan jî dike û derûniya polîsan jî xera dike. Îlten, bilêv kir ku li vir pêkanînên polîsan ên li herêmê zindî dikin bi civakê re parve dikin

'Armanca me em rastiya herêmê bi cîhanê re parve bikin'

Îlten, destnîşan kir ku pêkanînên polîsan ên li ser gelê kurd û zarokên kurd baş nayê zanîn û kes vê rastiyê baş nizane. Îlten, da zanîn ku ew bi armanca vê zilm û zordariya ku polîs li ser zarokên kurdan didin meşandin û encama ku bi xwe re ava dike bi raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re parve bikin, ev lîstik amade kirin û dê di pêşêrojê de li gelek bajar û cihên din pêşkêş bikin. Îlten, anî ziman ku lîstik dê yekem car li Êlihê derkeve ser dikê û pişt re li gelek bajar û deverên din bê lîstin. Îlten, bilêv kir ku lîstik bi kurdî ye û armanc dikin ku bajarê xwe, çanda xwe û pêkanînên li bajarê wan tên jiyandin bi hemû raya cîhanê re parve bikin. Îlten, daxuyand ku difikirin di pêşerojê de lîstikê bi zimanê tirkî jî bilîzin û listikê li bajarê Tirkiyeyê jî bilîzin. Lîstikvanên şanoyê jî bi sebrek mezin li benda derketina ser dikê ne."

NÛÇE ŞANO

Friday, November 11, 2011

‘Mirin Di Xewê De Bû’ li Duhokê hate nîşandan

Şanoya Hunerê ya  Şaredariya Sûrê dê îro bi şanogeriya “Mirin Di Xewê De Bû” li Duhokê derkeve ser dikê.mirinxew3

Li gorî agahiyên ku buroya çapameniyê ya Şaredariya Sûrê da, Şanoya Hunerê ya şaredariyê dê turneya xwe ya dawî li bajarê Duhokê li Herêma Kurdistanê pêk bîne.


Şanogeriya “Mirin Di Xewê De Bû” ku ji aliyê Cuma Boynukara ve hatiye nivîsandin û gerînendetiya wê M. Saît Alparslan kiriye, dê îro êvarê li Duhokê derkeve pêşberî şanohezan.

Di şanogeriyê de behsa welatekî li Amerîkaya Latîn dike ku lê kodetaya (derbeya) leşkerî çêbûye û hemû rewşenbîr û hunermend hatine zindanîkirin.

Zimanê şanogeriyê bi zaravayê kurmancî kurdî ye.

NÛÇE ŞANO

Thursday, January 13, 2011

Şanoya Bajar a Diyarbekirê, 3 şanoyên bi kurdî derkeve pêşberî temaşevanan

Şanoya Bajar a Şaredariya Diyarbekirê, dê di vê demsalê de 3 şanoyên bi kurdî û şanoyeke bi tirkî derkeve pêşberî temaşevanan.

Şanoya Bajêr a girêdayî Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, dê di vê demsalê de 2 lîstikên kurmancî, lîstikeke zazakî û lîstikeke bi tirkî pêşkêş bike.

Berpirsyarê Şanoyê Bajêr Rüknettin Gün ku bernameya îsal a şanoyê diyar kir ku heta ji destê wan bê dê girîngî û pêşengî bidin şanoyên bi kurdî. Gün, da zanîn ku ji bo pêşandana lîstikên dîyalekta kurdî zazakî jî xebatên wan didomin.

Li gorî bernameya şanoyê, lîstika nivîskarê alman Bertold Bresht bi tirkî ya bi navê “Kafkas Tebeşir Dairesi” dê di 7-8-14-15’ê rêbendanê de, saet di 20.00’an de li Şanogeha Şaredariya Mezin bê pêşkêşkirin.

Lîstika “Zimanê Çiya” dê di 21-22’ê rêbendanê de saet di 20.00’an de, lîstika Aziz Nesin “Ti Gara Nîyî” di 28-29’ê rêbendanê de bê lîstin.

Di 30’ê rêbendanê de jî dê promiyera lîstika “Li Rawestgehê Sê Ezezok” bê çêkirin.

Ji bo beşdariyê dê heftiya pêş vexwendnameyên promiyerê ji kesayetên girîng û saziyan re bên şandin.
ŞANO

Thursday, November 25, 2010

Li Şermola Performansê Kirasê Mirinê: Hewîtî

Belgefîlma "Kirasê Mirinê: Hewîtî" ku senaryonivîs û derhênera wê Mizgîn Müjde Arslan e, sibê dê li Salona Şermola Performans a DestAR-Theatre ku li Takîsma Stenbolê ye, bête nîşandayîn.

Li gorî agahiya nûçegihanê AKnewsê ji berpirsa DestAR-Theatre Berfîn Zenderlioglu wergirtiye, belgefîlma ku li welatên cuda cuda di gelek mihrîcanan de hatiye nîşandayîn, drama zewaca ser hewiyê ya li herêma Mêrdînê vedibêje.

Zenderlioglu wiha axivî, “Belgefîlma Kirasê Mirinê: Hewîtî, ji ber Hefteya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, ku ji 25ê Mijdarê ve tê pîrozkirin, tê nîşandayîn.


Mizgîn Müjde Arslan jî derbarê mijarê wiha got, “Hewîtî, awayekî din ê şîdeta li ser jinan e. Ji ber vê jî, jin hewîtiyê wekî kirasê mirinê binav dikin.”
NÛÇE ŞANO

Wednesday, November 24, 2010

Festîvala şanoya Kurdî ya Seqizê bi dawî hat

Hat ragihandin, 9mîn Festîvala Şano ya Kurdî li Kurdistana Îranê duhî bi dawî hat.


Li gor nûçeyên medyayê, Festîvala Şano ya Kurdî, di 20ê vê mehê de li bajarê Seqizê bi amadebûna 150 hunermend yên ji 9 komên şanogerîyê, dest pê kir.

Festîvalê 3 rojan domand û tê de 9 berhem hatin nîşandan.

Di dawiya Festîvalê de kesên serkeftî di warên huner, lîstikvan, derhêner û senaryoyê de hatin xelatkirin. Xelat bi vî awayî hatin parvekirin:

Di Festîvalê de Şanoya “4 kurteçîrokên ji mirinê” 3, “Zerî” Nesîm Newrozî 2, “Operaya yek yan…” 2, “475 roj” 7, “Mal le Kol” Omêd Xakpûr 5 û “Mange şew” Caefer Durdane 5 xelat wergirtin.
ŞANO

Saturday, November 20, 2010

Teatra Mîtannî perdeyên xwe vedike

Teatra Mîtanî ya Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di sezona derbasbûyî de bi lîstika Çol û Av derketibû pêşberî şanohezan, vê sezonê jî hewl dide bi lisîtikên rengtirîn derkeve pêş şanohezan.


Koma Şanoyê, Teatra Mîtanî ya Şaredariya Nisêbînê, ji bo vê sezono jî bi bernameyeke dewlemend derkeve pêşberî şanohezên Nisêbînê amedekariyên xwe didomîne. Teatra Mîtanî dê vê sezonê bi lîstîka „Dîlana Xweristê“ derkeve pêş temaşevanan. Lîstika ku promiyera wê dê dawiya kanûnê pêk bê ji aliyê Kemal Orgun ve hatiye nivîsîn. Listîka ku Ongun di heman demê de derhineriya wê kiriye dê yekem car li Nisêbînê bê nîşandan. Ekîba listikê ji 18 kesan pêktê û li ser piştevaniya kesên ji şer zirar ditîne hatiye nivîsin. Teatra Mîtanê dê li gel vê listikê dê lîstikên wekî „Çol û „ û kurte listikên bi konsepta „Ken û Kêf“ pêşkeşî şanohezan bike.

Di vê navberê de Teatra Mîtanê ji bo gihandina şanogeran jî xabatên xwe didomîne. Di vê çorçoveyê de Teatra Mîtannî dê poleke şanoyê veke û şanogeran bigihîne. Ji bo polî qed didomin.

MÊRDÎN
ŞANO

Friday, November 19, 2010

‘Reşê Şevê’ji aliyê 10 hezar kesan ve hat temaşekirin

lîstika bi navê “Reşê Şevê”ya grûba bi navê DestAR- Theatreyê, heta niha ji aliyê 10 hezar kesî ve hatiye temaşekirin.

reseseveYek ji damezrênerên DestAR- Theatreyê Berfîn Zenderlîoglu ji AKnewsê re got, “Reşê Şevê cara yekê li sala 2008ê di meha nîsanê de derket pêşberî bîneran. Heta niha nêzîkî 10 hezar kesî lîstika me temaşe kiriye. Emê nisxeya lîstikê di van nêzîkan de wek pirtûk jî çap bikin.”



Zenderlîoglu diyar kir ku, lîstik heta niha li Enqere, Mêrdîn, Riha, Diyarbekir, Wan, Balikesîr û Qersê hatiye nîşandan û ji bo bînerên tirk jî wekî di opera û festîvalên navdewletî yên şanoyê de tê kirin, digel nivîsa jorîn a tirkî tê nîşandan.

Reşê Şevê dê îşev bi organîsazyona Komeleya Rojhilat û Rojhilata Başûr, li bajaroka Dîdîmê ya ser bi Aydinê bê nîşandan.

Lîstika bi navê Reşê Şevê ji aliyê Berfîn Zenderlioglu û Mîrza Metîn hatiye nivîsin û derhênerê wê jî Mîrza Metîn e. Muzîkên lîstikê ji aliyê Mehmet Atli ve hatine çêkirin
ŞANO

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib