Derhênerê belgefîlm Îbrahîm Yildirim ku bi Egîdê Cimo re li Bakurê Kurdistan û Erîvanê geriya û belgefîlm amade kir, diyar kir ku ew ji ber nîşandana eleqeya ji bo belgefîlm gelek keyfxweş e.
MÎRATEYA JI KARAPETÊ XAÇO Û ARAM TÎGRAN MAYE
Yildirim li ser fikra ku fîlm bikişînin sekinî û got: “Esas ‘Welatê me Kurdistan e’ ji aliyê Kurdan ve tê zanîn. Ev berhemeke ku gelek hestan digire nav xwe. Dema me ev belgefîlm kişand me nedizanî ku ev berhem aîdî wî ne. Ji nava çîrokê çîrok derket. Me digot qey Egîdê Cimo tenê hosteyê bilûrê ye. Me dizanibû ku bi Karapetê Xaço û Aram Tîgran re xebitiye. Me dizanibû ku 35 salan li Radyoya Erîvanê kompozîtorî kiriye. Yanî me Egîdê Cimo bi hunera wî nas dikir.
Egîdê Cimo hat Amedê em 25 rojan bi hev re man. Çû ku derê min ew şopand. Malbata wî li gundê Çubuklu ya Qelqeliya Wanê bû. Em du rojan li wir man. Piştre em çûn gundê Erîvanê. Ez 17 rojan li wir bi Egîdê Cimo re mam. Min bi arşîvên wî re nêzî 80 qeydî kir.”
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Egîdê Cimo karakterekî ku bi Erîvanê re bûye yek. Di nava xebatên min de xebata herî bandor li ser min kir ev belgefîlm bû. Mîrateyeke ku ji axa xwe welatê xwe qut bûye di hundirê xwe de jiyaye. Kesekî bi tecrûbe bû. Ji ber vê jî ji sînemayê wêdetir, nirxek wisa kişandin ji bo min gelek xweş bû. Egîdê Cimo tevlî galaya belgefîlm a Amedê bibû. Li Wanê jî hat nîşandan. Niha li Êlihê tê nîşandan.”
Yildirim destnîşan kir ku ji arşîva Egîdê Cimo 5 fîlm dikarin derkevin û got: “Armanca me ev bû ku em jiyana vî şexsiyetî derxin pêş.“
DÎROKA ZINDÎ YA HUNERA KURDÎ
Yildirim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê pirsgirêka herî mezin a Kurdan ev bû ku digotin dewletek me tine. Ji ber vê jî kes xwedî lê dernediket. Niha jî civaka me li ziman û çanda xwe xwedî derdikeve. Mînak strana ‘Welatê me Kurdistane’ ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê kesî nedizanî bû aîdî Egîdê Cimo ye. Egîdê Cimo dîrokek zindî ye.” Anf
0 yorum:
Post a Comment