Ad (728x90)

Showing posts with label FÎLMÊ BÎYANÎ. Show all posts
Showing posts with label FÎLMÊ BÎYANÎ. Show all posts

Wednesday, July 15, 2015

Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne


Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne
 
Schwarzenegger dev ji fîlmên xwe yên bêwate bernade.

HawarNet 
15 Tîrmeh, 2015 

Lîstikvanê Emerîkî Arnold Schwarzenegger piştî 30 salî ji pêşkêşkirina rola mirovê maşîn di her sê beşên fîlma 'TERMINATOR', careke din dibe maşîn.

Schwarzenegger yê 69 salî, ku bi eslê xwe ji Austuryayê ye, berî çend salan dest ji Hollywood`ê berdabû ji ber ku ew bû serokê wîlayeta 'California' ya Emerîkî. Lê careke din beşdarî wa fîlmê dibe di beşa nû de ''Terminator Genisys.''

Ev fîlma li ser cenga di navbera mirov û maşînan de, ku gelek bi navûdeng bibû, wê bi beşa xwe ya nû bala hejmarekî mezin ji temaşevanan bikişîne, nemaze (Bi taybetî) ku  Schwarzenegger wê têde dîsa rola maşîna ku berxwedana mirovahiyê dike, pêşkêş bike. Lê li gor rexnegiran ji nav fîlmên termînatorê xeleka herî xirab ev e.


4 FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Thursday, December 26, 2013

Fîlmên di vîzyonê de; Jeune et jolie, 47 Ronin, Après Mai û The Hobbit


Fîlmên ku vê hefte 27.12.2013'de di vîzyonê de ne...



Ciwan û Xweşik / Jeune et jolie
Fîlma derhêner François Ozon'ê ku promiyera xwe ya cîhanê li Cannes'ê pêk anî bû balê kişandibû serxwe di vîzyonê de ye.

Di fîlmê de behsa serpêhatiya keçekê bi navê Isabelle'ê ku piştî seksê nasdike tê kirin. Di fîlmê de Isabelle di 17 saliya xwe de bekareta xwe ji dest dide û pişte ber bi riyeke din ve diçe. Isabelle ji malbateke burjuvayê û pirsgirêka wê ya maddî nîne dest bi fahîşeyiyê dike.

Fîlma ku di çerçoveya zayendî-nûciwanî û malbetê de pirsan li temaşevanan dike wek "bi 4 demsal û 4 stranê vegotina hemdem a porteya keçekê 17 salî" tê şîrove kirin.








Fîlmên din ku vê hefte di vîzyonê de ewin;

47 Ronin



Après Mai



The Hobbit: The Desolation of Smaug


FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, October 26, 2013

Psotera ecêb a fîlma “Nymphomaniac” ê


Ji bo nasandina fîlma nû ya Derhênerê Danîmarkî Lars von Trier'ê a bi navê  “Nymphomaniac” (Nemfomenyaq) ê xebateke posterê a cihêreng hate kirin.

Wêneyên ku "kêliya orgazmê" yên 14 lîstikvanên wekî Uma Thurman, Charlotte Gainsbourg, Stellan Skarsgard, Sophie Kennedy Clark, Nicolas Bro û Shia LaBeouf'ê di fîlmê de cîh girtin e wek posterê fîlmê hate weşandin.

Di fîlmê de behsa jiyana û bi taybetî jî jiyana zayendî ya jinekê tê vegotin.

HAWAR NET

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, October 2, 2013

Pieta; Li ser zayendî û nesadiqbûna mêran fîlmek bêaxaftin û balkêş

Derhênerê ji Koreyê Kim Ki-Duk ku par li Festîvala Venedîkê bi fîlmê xwe "Pieta" Xelata Şêrê Zêrîn girtibû, îsal bi "Moebius"ê beşdarî heman festîvalê bû.
Fîlmê Kim Ki-Duk li welatê wî Koreyê di encama nîqaşên sansurê de bi zorê destûr girt bû bê nîşandayîn. Fîlm meha borî li Festîvala Venedîkê jî hat nîşandayîn. Fîlm li ser têkiliyê cinsî parçebûna malbatê derdixe pêş. Bavê ku teslîmê azweriyên xwe bûye, kurê ku li hemberî bavê xwe hesûdî dikişîne û dayikek ku bi awayekî trajîk encambûna wan dişopîne. Dayik, li hemberî nesadiqbûna mêrê xwe kurê xwe bi birîndarî ceza dike. Bavê ku di bin hestê sûcdariyê de dieciqe, kîrê xwe ku wekî sûcdarê van tiştan hemûyan nîşan dide jê dike û xwe dixe xizmeta kurê xwe. Birîn baş dibin, lê dawiya bûyeran nayên.

Fîlm bêyî ku axaftin lê hebe derdê xwe tîne ziman ku ev jî serketineke din a fîlm e. Diyarname

Kunye:
- Ji KİM Kİ-DUK "MOEBIUS"
Derhêner:  Kim Ki-duk
Lîstikvan:  Cho Jaehyun, Seo Youngju, Lee Eunwoo
Kore, 2013
DCP / Rengîn / 89 deqe
Bêaxaftin


FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE

Saturday, April 27, 2013

Fîlmên hefteyê; Hêviyên Mezin, Stocker, Side Effects û Dead Man Down



Vê hefte di sînemayan de ew fîlmên nû di vîzyonê de ne...




Hêviyên Mezin

Fîlma ku ji berhema nivîskarê Îngîlîz Charles Dickens a bi heman navî hatiye veguheztin de lîstikvanên Helena Boham Carter, Ralph Fiennes, Robbie Coltrane û Jeremy Irvine dileyzin û behsa Pîp a ku bi avayekî sêwî meizn bûye û rojekî bi saya alîkariya ku ji kî hatiye nayê zanîn dibe kesek "girîng" tê kirin.





Stocker

Fîlma "Stocker" ku ji aliyê Chan-Wook Park ve hatiye birêvebirin bi kadroya xwe ya xûrt ji navên wek Nicole Kidman, Lucas Till, Mia Wasikowska, Matthew Goode ûDermot Mulroneypêk tê balê dikşîne.

Senaroyoya fîlma ku produksiyona hevbeş a DYA-Îngîlstanê ye ji aliyê  Wentworth Miller hatiye nivîsandin.

Di fîlmê de behsa India ku piştî mirina bavê xwe li gel diya xwe dimîne û  bi apê xwe re ku cara pêşî dibîne pêywendiya wan a ji tirs û hêrsê derdikeve holê dike.







Side Effects

Di fîlma ku ji aliyê Steven Soderbergh hatiye birêvebirin de lîstikvanên wek Channing Tatum, Jude Law, Catherine Zeta-Jones û Rooney Mara di rolên sereke de cîh digirin.





 

Dead Man Down

Fîlma mij aksîyonî a derhêner Niels Arden Oplev'ê navên wek Colin Farrell, Terrence Howard, Noomi Rapace, Dominic Cooper ve Isabelle Huppert di rolên sereke de cîh digrin.  (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Tuesday, April 9, 2013

‘Ji Lîzbonê re Trêna Şevê’

 Di fîlmê de qala têkoşîna Portekîzê ya di salên 1970’an de tê kirin. Di fîlmê de qala komekî şoreşger a ku li hemberî dîktatoriya Salazar serî rakirine tê kirin. Fîlm jiyana doktor û nivîskar Amadeu Prado ji xwe re dike mijar û pê re jî di pêvajoya nêzik a Tirkiyeyê de derketina dîktatoriyan a piştî darbeyan vedibêje.
Fîlma ‘Ji Lîzbonê re Trêna Şevê’ di meha adarê de li sînemayên Almanyayê hat pêşandan û dê 18’ê nîsanê jî li Holandayê têkeve vîzyonê.

Mijara Fîlmê: “Raîmund mamosteya dersa latînî ye û jiyaneke normal dijî. Rojekî Raîmund radibe û ber bi dibistanê ve diçe lê belê li ser pirê rastî jineke ku xwe ji pirê bavêje tê û wî xilas dike. Xilaskirina wê ji Raîmund re jiyaneke nû tîne û her wiha dema Raîmund jina ku hewl dide întihar bike xilas dike pirtûkekî di berika wî de dibîne û tê mala xwe pirtûkê dixwîne û pê pir bi bandor dibe. Dema Raîmund tê dawiya pirtûkê tê de bilêtekî trênê ya ku ji bo Lîzbonê ye dibîne. Dîtina bilêtê ji bo Raîmund firsendeke mezin e ji ber ku jiyana Raîmund her tim di navbera dibistan û malê de derbas dibe, Raîmund dixwaze xwe ji jiyana teng rizgar bike û biryar dide ku biçe Lîzbonê û li trênê siwar dibe. Dema Raîmund di trênê de diçe jî pirtûka ku dixwîne ji destê xwe bernade û dixwaze ku nivîskarê pirtûkê Amadeu Prado nas bike û dixwaze mala wî hîn bibe. Dema Raîmund navnîşana mala nivîskar hîn dibe diçe mala wî lê belê deriyê xwişka Prado vedike. Her çiqas dem diçe hêj bêtir Raîmund dixwaze Prado bibîne. Bi her naskirina Prado re Raîmund xwe di nava çîroka pêvajoya dîktatoriya faşîst a Salazar de dibîne. Lê belê herî dawî Raîmund hîn dibe ku Prado çûye ser dilovaniya xwe. Dema Raîmund diçe ser gora Prado rastî nivîsekê wiha tê; “Dema dîktarorî pêwîst be şoreş jî şert e.’ Ev nivîs ji bo Raîmund kurteya serhildanên salên 70’yî vedibêje.”

KOMEKE ŞOREŞGER
Raîmund der barê Pradon da dest ji lêkolînan bernade û xwe digihîjîne doktorekî hevalê Prado ê bi navê Remez. Remez der barê çîroka sala faşîzan a dîktatoriyê de qala komekî ku Prado jî di nav de ye û li hemberî zilma diktatoriyê serî radikin vedibêje. Remez der barê Pradon de van tiştan dibêje: “Koma ku Prado tê de cih digirt komeke şoreşger bû û li hemberî pergala dîktatoriyê serî radikir. Prado di nava koma serhildêr a ku li herêma Stefanyayê de dima cih digirt û li hemberî pergala dîktatoroyê têdikoşiya.” Her wiha fîlma bi navê ‘Ji Lîzbonê re Trêna Şevê’ ji pirtûka Pascal Mercîer hatiye afirandin û ketiye perdeya spî.
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Sunday, March 10, 2013

2 fîlmên nû; "Ji bo Wonder", "Jin"

Vê hefte 2 fîlmên balkêş di vîzyonan de ne.


Ji bo Wonder / To The Wonder

Ji derhênerê Emerîkî Terrence Malickê, fîlmek nû!...  Ji bo Wonder / To The Wonder an jî bi navê ku li Tirkye U bakurê Kurdistanê ketiye vîzyonê "Şopên Evînê"... Di fîlmê de behsa çîroka Marina'yê ku ji bo hevalê xwe ya ku bûye evîndar jiyana xwe ya li Parîsêdihêle û diçe Emerîkayê û li wê derê jî tê ji aliyê evîndarê wê ve tê terikandin dike. Çîrok ji aliyê têkîliyên jin-mêr û fedakarî û îxanetê de tê nirxandin. Di fîlmê de di rolên sereke de Ben Affleck û Olga Kurylenko cîh digrin û fîlm bi şêweya vegotinê xwe ya "sakîn" ve balê dikşîne.










Jin / Elles

Anne jinekî xwedî du zarokan, ji Parîsê û rojnamevanekî ku baş pere qezenc dike ye. Ji bo kovara Elle'yê gotarek li ser jinên ciwan ên xwefiroş amade dike. Di vê pêvajoyê de bi  du keçikê re hevdîtinê çêdike;  Alicja ve Charlotte. Jiyanên ev jinên xwefiroş ku jixwe gellek bawerin dibe sedem ku Anne jî jiyana xwe ji nû ve binirxîne. Derhênerê fîlmê Malgoska Szumowska beyî ku şîrove pêk bîne mijara "fahîşeyîya xwendavnan" radigihîne. Şîrove dimîne temaşevanan. (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, December 29, 2012

Vê hefte; Lembeyên Sor, Evîn, Anna Karenina" û Jiyana Pi'yê


Vê hefte 4 fîlmên nû di vîyonê de



Lembeyên Sor (Red Lights)

Fîlma Lembeyên Sor (Red Lights) 3'emîn fîlma derhêner Rodrigo Cortés e. Fîlm bi mijara xwe ya cuda û him jî bi kadroya xwe ya xûrt a lîstikvanan balê dikşîne. Di serî de Robert De Niro û lîstikvanên wek Cillian Murphy, Sigourney Weaver, Elizabeth Olsen, Joely Richardson û Toby Jones di fîlmê de cîh digrin.

Fîlm serpêhatiya balkêş ku ji ser ekîba ku li ser mijarên metafîzîkî dixebitin û hewl didin ku lîstyikên medyumê kor a navdar a bi navê Simon Silver’ê derxînin holê vedibêje.

Fîlm bi suprîz û rageşiya xwe ya bilind li benda we ye.










Evîn (Amour / Love)

Fîlma Evîn (Amour) ku di Cannesa 2012'an de xelata mezin bi dest xist fîlma dawîn a derhêner Michael Haneke e. Di fîlmê de evîna nemir a Georges û Anne ku di salên xwe yên 80î de ne ye dike. Fîlm yek ji fîlmê herî baş a îsalê ye.





Her wiha fîlmên "Anna Karenina" û "Jiyana Pi (Life of Pi)" jî 2 fîlmên baş û balkêş ku vê hefte di vîzyonê de ne. (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, November 24, 2012

"Şadî Tu Caran Bi Tenê Nayê" di vîzyonê de ye

Vê hefte fîlmê "Şadî Tu Caran Bi Tenê Nayê"  û 3 fîlmên din ên nû di vîzyonê de ne.



Şadî Tu Caran Bi Tenê Nayê

Sasha zilameke ku bi wext derbas kirina bi hevalên xwe, kêf kirin û piyanoya xwe gellek hez dike û mêrêkî "doxînsist" e. 2 caran zewicî ye lê wexta bi Charlotte ku di jiyana wê de romantîzm nemaye rastî hev tê ew du qutbên dijî hev dibin evîndarê hev. Çîrokek ku yek ji temayên herî hez kirî ya fîlmên romantîk-komedî di vîzyonê de ye. Şadî Tu Caran Bi Tenê Nayê  (Un bonheur n'arrive jamais seul) ji aliyê derhêner James Huth ve hatiye çêkirin û lîstikvanên navdar ên sînema Frensî wekî Sophie Marceau,Gad Elmaleh di rolên sereke de ne. Di fîlmê de muzîkên jazz jî balê dikşînin.


Binêrin ka şadî li gel xwe wekî din çi tîne?

Her wiha vê hefte fîlmên bi navê "Otel Transylvania", "Twilight Saga: Wexta Berbangê 2", "Skyfall", "Marley" û "The Master" jî di vîyonan de ne. (HAWAR NET)





FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Sunday, October 28, 2012

'Cloud Atlas' di vîzyonê de ye


Fîlmê 'Cloud Atlas' kete vîzyonê û niha fîlmê herî balkêş a di vîzyonê de ye.

'Cloud Atlas' ku ji aliyê Birayên Wachowski û Tom Tykwer ku derhênerêriya fîlmên Matrixê kiribûn  û derhênerê Elman ku ji fîlmên 'Lola Rennt'  û 'Perfume' (Bêhn) tê naskirin  tê birêvebirin û lîstikvanên stêrk ên wekî Tom Hanks, Halle Berry, Hugh Grant dileyzin fîlma ku herî zêde tê meraq kirin a salê bû.

Di kadroya fîlmê ku xwedÎ budceya 100 mîlyon dolarî ye de; Tom Hanks, Halle Berry, Hugh Grant, Hugo Weaving, Jim Broadbent, Susan Sarandon, Jim Sturgess, Ben Whishaw û Keith David cîh digrin.

Di fîlma ku ji 6 çîrokên cuda pêk tê ji pêşarojê heta dema niha, ji dema niha ta pêşarojê jiyanên cuda çawa dikarin bandorê li hev bikin tê vegotin de her lîstikvan ji yekî zêdetir karektarê dileyzin.

'Cloud Atlas' fîlmeke fantastîkîye û bi naveroka xwe wek cureye din a "The Matrix" xûya dibe û namzetê fenomen bûyînê ye.

Lîstîkvanê navdar Tom Hanks di fîlmê de 4 karakterên cuda dileyze. . (HAWAR NET)













 Fragmana fîlmê


FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Friday, October 19, 2012

Vê hefte 5 fîlmên nû

Vê hefte 5 fîlmên nû di vîzyonê de ne...


Hysteria

Cîhan hin caran bi fikrekî, hin caran jî bi kesekî an jî bi îcadeke biçûk digûhere. Fîlmê Hysteria îcadek wisa dinirxîne: Vîbrator!

Di Londona serdema Victoria'yê de pirsgirêka "têr" kirina jinan dibe sedema derketina îcadeke ecêb. Fîlma ku çîroka vê îcada ecêb vedibêje bi derhêneriya  Tanya Wexler û bi kadroeyeke xûrt a wekî Maggie Gyllenhaal, Hugh Dancy, Rupert Everett û Jonathan Pryce diz vîzyonê de ye.

Çîroka fîlmê di sala 1880'ê de derbas dibe û çîrok bi pêşxistina cîhazeke ku dikare "hîsterî" êN jinan tedawî bike destpêdike û piştre jî behsa evîneke cihêreng tê kirin.

 

Parê Melekan

Yek ji nûnerê herî girîng a sînemaya polîtîk derhênerê îngîlîz Ken Loach bi fîlma xwe nû a bi navê  Parê Melekan (The Angel's Share) di vîzyonê de ye. Di fîlmê de çîroka 3 ciwanên "tawanbar" bi avayekî bikêf û bi zimanekî germ vedibêje.




Her wiha vê heftê fîlmên bi navê "Paranormal Activity 4" a Henry Joost û Ariel Schulman, fîlmeke anîmasyonî a bi navê "ParaNorman", "Resident Evil 5: Tolhildan" û fîlmê "Tetîkvan" jî di vîyonê de ne. (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Friday, September 28, 2012

Ji Romeyê Li Gel Evînê

Vê hefte fîlmê nû ya Woody Allen di vîzyonê de ye.

Derhêner Woody Allen ku bi fîlma xwe ya sala par a bi navê "Li Parîsê Nîvêşevê"(Midnight in Paris) gellek deng vedabû niha piştî Parîsê diçe Romayê. Woody Allen di 44'emîn fîlma xwe a bi navê  Ji Romeyê Li Gel Evînê (To Rome With Love) de piştî navbereke dirêj wek lîstikvan jî cîh digre. 

Mijara fîlmê: Dîretorê operayê ya teqawit bûyû Jerr ji bo ku destgirtiyê keça xwe ya Îtalî binase diçe Romayê. Jerry li vê derê bi navê Michelangelo’yê Giancarlo'ê dinase. Jerry dibîne ku Giancarlo bi baş aryayan dibêje û biyar dide ku wÎ bide nasandin û bi vî avahî jî karîyera xwe ji nû ve zindî bike.

Di kadroya vî fîlmê denavên wek Roberto Benigni, Penélope Cruz, Alec Baldwin, Greta Gerwig, Ellen Page û Jesse Eisenberg cîh digrin. Fîlm bi kadroya xwe û him jî bi dîmenên xwe hêjayî temaşe kirinê ye.

Her wiha vê hefte fîlmên "[Rec] 3: Vejîn" û "Dadger Dredd" jî di vîzyonê de ne.  (HAWAR NET)









FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, September 22, 2012

Vê hefte 4 fîlmên nû; Temenê evînê sê sale, Hirç Teddy, Lêxe-Bireve û End of Watch

Vê hefte di vîzyonê de 4 fîlmên balkêş hene.




Temenê evînê sê sale

Romana navdar a bi navê Temenê evînê sê sale (L' Amour dure trois ans)  Frédéric Beigbederê bû fîlm. Lê derhênerê fîlmê jî  Frédéric Beigbeder e. Di fîlmê de behsa jiyana evînî ya rexnegirê wêjeyê Marc Marronnier'ê tê kirin. "Temenê evînê sê sale" fîlmeke bikêf û romantîk ku ser têkîlî, evîn û jiyanê disekine.

Di rolên sereke de Louise Bourgoin, Gaspard Proust û Jonathan Lambert hene.

Di fîlmê de di navbera Marc û keçika bi navê Alice'de evîn destpêdike lê Alice rastî pirtûkek ku îdda dike ku evîn herî zêde 3 sal didome hatiye û vê yekê bawer kiriye. Ka gelo tirsa Alice rast an na? Ma bi rastî jî evîn 3 sal didome?







Hirç Teddy

Afirênenderê fîlmê karton a navdar ‘Family Guy’ ku bi mesajên xwe yên polîtîk ên neyekser tên nasîn Seth MacFarlane di fîlma xwe ya pêşîn de tam çîrokek "li gor xwe" vedibêje.





Di fîlmê de berha macerayên John Bennett a 35 salî ku hê "mezin" nebûye û hirça wî ya pir kufurbaz a pêlîstok ku dibe zindî tê kirin. Fîlm gellek rexneyên baş girt. Fîlmeke pêkenînî û bikêf li benda we ye.



Her wiha hûn dikarin fîlmê bi navê "Lêxe, Bireve"( Hît&Run) Dax Shepard, David Palmerê û fîlmê bi navê "End of Watch" a David Ayer di sînmeyan de bibînin. (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Thursday, August 30, 2012

"Nuh" ê nû; Russell Crowe, bavê Nuh jî Anthony Hopkins

Darren Aronofsky li ser Hz. Nuh fîlmekî nû dikişîne ku di serlîstikvaniya wî de lîsitkvanê navdar Russell Crowe heye. Niha yekemîn careyên ji fîlm derketin meydanê.

Rojnameya USA Today dîmenên Crowe yên di fîlm de pêşkêşî xwendevanên xwe kir.

Di fîlm de digel Crowe, Anthony Hopkins rola bavê Nuh Methuselah ê ku demek dirêje dijî; Jennifer Connelly rola jina Nuh Naameh; Emma Watson rola keça wî ya wekî weled girtine cem xwe; Douglas Booth û Logan Lerman jî dê rola wekî kurên wî de bilîzin. Ray Winston jî rola karakterê xirab Tubal-Cain girtiye ser milên xwe.

Derhêner û nivîskar Aronofsky ku heta niha bi Requiem for a Dream, The Wrestler û Black Swan derketibû pêş ji 13 saliya xwxe ve li ser projeyeke wisa difikirî. Kişandina fîlm niha li New York û Îzlandayê didome û li bendê ne ku di 28'ê adara 2014'an de fîlm bikeve vîzyonê. Diyarname

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, August 18, 2012

Fîlmên hefteyê: 360, Melekên Dojehê, Nêçîrvanê Vampîran, Tinker Bell


Vê hefte 4 fîlm di vîzyonê de ye


360
Derhênerê Berezîlyayî Fernando Meirelles çîrokeke modern a evînê di fîlmê xwe ya dawîn de vedibêje. Senarîstê fîlmê 360 Arthur Schnitzler ji lîstika şanoyê a bi navê  La Ronde mijarê vegûhezt sînemayê. Fîlma ku li ser pirsa têkîliyên Jin û Mêr ku mirovahî ev bi sedan salin disekine û bi çîroka xwe ya ku li cihên wek Viyana, Paris, Londra, Rio, Denver, Bratislava li gellek cihên cûda derbas dibe panoramayeke evînê pêşkeşî me dike. Li gel çîroka balkêş kadroyeke xûrt ku navên wek Jude Law, Rachel Weisz, Ben Foster û Anthony Hopkins balê dikşîne ser xwe. Ji we re jî çareser kirina têkîliyên navbera wan karekterên ku bi îxanet, bengînî û seksê re hatiye dorpêç kirin dimîne. Fîlm navê xwe ji hêlên (goşe-açi) çemberê digre.





Melekên Dojehê 2 (The Expendables 2)

Fîlma aksîyonî ku hemû stêrkên fîlmên aksîyonî tîne ba hev.Fîlm ji aliyê produksiyona xwe ve bo kesên ku fîlmên aksîyonî hez dikin tercîhek baş e.




 

Nêçîrvanê Vampîran: Abraham Lincoln (Abraham Lincoln: Vampire Hunter)

Fîlma ku  Timur Bekmambetov derhêneriya wê kiriye taymetmendiya ji fîlmên din ên vampîran eve ku vê carê nêçîrvanê vampîran 16'emîn Serokdewlet3e DYA'yê Abraham Lincoln e û li hemberî vampîrên ku dixwazin "DYA'yê bidest bixin" têdikoşe.


Her wiha vê hefte fîlmeke anîmasyonî a bo zarokan a bi navê Tinker Bell: Secret Of The Wings di vîzyonê de ye. (HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, August 4, 2012

7 fîlmên nû ên hefteyê....

Fîlmên nû yên hefteyê ewin...


Mala ser Girê (From Up On Poppy Hill)
Fîlma ku li japonyayê bû rekortmena gişeyê di vîzyonê de ye. ev fîlma anîmasyonî ku berhemeke "Studio Ghibli" ye li hemî cîhanê balê dikşîne. Derhêner Goro Miyazaki ye.






Vegera Mal (A Moi Seule - Coming Home)
Jiyana balkêş a Gaelle’ê ku piştî 8 salên esîr bûnê... Derhênerê fîlmê Frederic Videau






The Raid: Redemption
Fîlmeke aksîyonî ji Endonezyayê ji destê derhênera Gallî  Gareth Evans derketiye.





Îşev Tu Ya Min î   (You Instead - Tonight You’re Mine)
Ji derhênerê fîlmên wek  ‘Young Adam’ ile ‘Perfect Sense' David Mackenzie'ê fîlmeke nû... Di rolên sereke a çîroka 2 stêrkên rockê ên dijber de Luke Treadaway û Natalia Tena hene.






Eva
Ji derhêner Kike Maillo çîrokeke dema bê... Di rola serekede  Daniel Brühl ku yek ji stêrka navneteweyî ya sînemaya Elmane  cîh digre. Di sala 2041'an de bernamsazeke serkeftîya robotandan ji aliyê zaningeha ku mezûn bûye ji bo ku robotek zarok çêke tê girtin, lê pêvajoya han wekî li ser kaxizê nameşe...





Çi zilam e!... (What A Man)
Mamosteya bi navê Alex ku hevala wî ew diterikîne, biryar dide ku xwe nû bike û bibe zilameke "modern" Ji bo vê vegûherînê jî ji hevala xwe ya nêzik û ji xwişka wê alîkarî digre. Fîlmeke bi kêf a romantîk-komedî ya Elmanî li benda we ye. Derhêner Matthias Schweighöfer e.







Neynikek Li Ezmanê (Kathmandu Lullaby)
Derhêner Icíar Bollaín, ku bi Çavên Min Jî Bigre (Te doy mis ojos) dihate nas kirin çîroka mamosteya katalan Laia ya li Nepalê derbas dibe bi senarîstiya ya Paul Laverty de vedibêje.




(HAWAR NET)
FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib