Ad (728x90)

Friday, March 25, 2011

Filled Under: ,

Meş; Qêrîna dînekî bêdeng a li hemberî 12’ê Îlonê

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlmê "Meş" ku çîroka dînekî bêdeng a di serdema darbeya 12'ê Îlonê de ji civakê xeyîdiye tîne ziman, di 1'ê Nîsanê de li sînemayan derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstikvan Selamo, şaşiyê civakê û pergalê bi zimanê Xelîlo yê dîn a "Îsyankarê bêdeng" tîne ziman.

Darbeya 12'ê Îlonê ku di sala 1980'yî de bandorek pir xerab li ser civakê ava kir, hêj jî şop û rehê wê di nava civakê de xuya dikin. Her çend 31 sal di ser darbeya 12'ê Îlonê re derbas bûn jî hêj êş û tahrîtabê ku li ser civakê avakirine winda nebûye. Ev êş û janên ku liser civakê hatine avakirin, bi fîlmê "Meş" derdikeve pêşerî temaşevanan. Fîlmê "Meş" ku çîroka dînekî bêdeng a di serdema darbeya 12'ê Îlonê de ji civakê xeyîdiye tîne ziman, di 1'ê Nîsanê de li sînemayan derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstikvan Selamo, şaşiyê civakê û pergalê bi zimanê Xelîlo yê dîn a "Îsyankarê bêdeng" tîne ziman.

XELÎLOYÎ VEDIBÊJE
Her wiha dîsa rewş û derûniya civakê di şexsiyeta dînê bi navê Xelîlo de tîne ziman. Fîlmê Meş, ji aliyê derhêner Shiar Abdî ve hate amadekirin û lîstikvan Selamo, Abdullah Ado dilîzin. Çîroka vî fîlmî ya ku serpêhatiyên 12'ê Îlonê û bandora 12'ê Îlonê tîne ziman li navçeya Nisêbîna Mêrdîn derbas dibe. Di çîrokê de Xelîlo û Cendgo ku ji komek heval pêk hatine û têkiliyên wan ên hevaltiyê tîne ziman. Di vê komê de Xelîlo ji komê tê dûrxistin û hevalên wî sirgun tên kirin.

Lîstikvanê fîlmê "Meş" Selamo ku rolê Xelîlo dilîze, çîroka Xelîlo wiha vegot: "Dema ez zarok bûm min Xelîlo dît. Xelîlo xwe ji civak û pergalê îzole kiribû. Bi tu kesî re nediaxivî. Her kesî ew wekî dînan didît, lê min ew wekî dînekî nedidît. Ew îsyankarekî bêdeng bû. Ez hinekî sedema vê derûniya wî û helwesat wî ya li hemberî civakî û pergalê vedibêjim. Ji ber ku min derûniya Xelîlo baş zanûb.

HEVALÊ ZAROKAN BÛ
Selamo, anî ziman ku Xelîlo di çavê pergalê û civakê de wekî dîn dihat dîtin, lê di hundirê xwe de li dijî feraseta pergalê bi îsyan bû û bi jiyanê ve pir giredayî bû. Selamo, derstnîşan kir ku wî bandorek pir mezin li ser min ava kir û wiha got: Her çend Xelîlo xwe ji civakê dûrxist tibû jî dîsa têkiliyên wî û zarokan pir xurd bû. Ji xwe re civînek nû ava kiribû. Tiştê ku ew bi jiyanê ve girêdida têkiliya wî ya bi zarokan re bû." Selamo, da zanîn ku fîlm li Nisêbîn, Qoser û Amedê hate kişandin dê galaya wî di 29'ê Adarê de li Nisêbînê bê pêşandan. Selamo, anî ziman ku piştî gala di 30'e Adarê de li Amedê bê pêşandan dê di 1'ê Nîsanê de li sînemayan derkeve pêşberî temaşevanan. Dîha

Malpera Fîlmê

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib