Ad (728x90)

Showing posts with label XELAT. Show all posts
Showing posts with label XELAT. Show all posts

Wednesday, December 10, 2014

Xelata Filmê Herî Baş ji bo filmê ‘Li Ezmanî’ hat dayîn


Xelata Filmê Herî Baş ji bo filmê ‘Li Ezmanî’ hat dayîn 
 
Şagirta Aram Tigran Ozlem Guler bi kurtefîlma xwe ya bi navê ‘Li Ezmanî’ ku tê de behsa Robînê biçûk ê ku li ezmanan li bavê xwe yê bûye qurbaniyê kuştinên kiryar nediyar digere Xelata Fîlmê Herî Baş wergirte.
HawarNet 
10 Kanûn, 2014 (Gor Dema Kurdistanê) 

Kurtefîlma yek ji şagirtên Konservatuara Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozlem Guler ku wekî teza bidawîkirina konservatuarê amade kiribû li Stenbolê xelat wergirt. Kurtefîlma Guler a bi navê ‘Li Ezmanî’ di 26’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di beşa ku hat nîşandan de Xelata Fîlmê Herî Baş wergirt.

976 FÎLM SERÎ LÊ DAN

Mîhrîcana Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku di nav mîhrîcanên kurtefîlman ên navneteweyî yên li Tirkiyeyê pêk tên de xwedî cihekî taybet e berî çendekê cara 26’emîn hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de di beşên sêwirî, belgefîlm, bercesteyî û ezmûnî de  ji Tirkiyeyê 237 bi tevahî 976 fîlm serlêdan kiribûn. Ji bilî serlêdanên şexsî ji Fransayê UNIFRANCE, ji Polonyayê Krakow Fîlm Foundatîon, ji Almanyayê Goethe Instîtut, ji Holandayê Eye Fîlm Instîtute, ji Îtalyayê Roma Fîlm Festîval, ji Îspanyayê Instituto Cervantes ji di nav de ji aliyê saziyên wiha ve kurtefîlmên hatibûn niqandin jî di herka bernameya mîhrîcanê de hatin nîşandan. 

LIJNEYA HILBIJÊR

Fîlmên ku serî li beşa pêşbirkê ya ku di nav bernameyê de bû, xistibûn ji aliyê lijneya hilbijêr a ku di nav de Tul Akbal Sualp, Bîngol Elmas, Lamîa Karaalî, Firat Sayici, Emre Tepegoz, Alper Turgut, Yasîn Alî Turkerî, Gorkem Yeltan ve hatin temaşekirin. Lijneya hilbijêr fîlmên xwecihî û xelatên ku dê di vê beşê de were dayîn diyar kir.

ROBÎN LI BAVÊ XWE DIGERE

Di mîhrîcana îsal de di beşa sêwirî de Xelata Fîlmê Herî Baş bi kurtefîlma xwe ya bi navê ‘Li Ezmanî’ derhêner Ozlem Guler a ku yek ji şagirtên Konservatuara Aram Tîgran e wergirt. Kurtefîlma ku Guler hem senarîstî û hem jî derhêneriya wê kiriye de,Mîdas Muhammed, Maruf Kaşikçioglu, Nurşen Temel, Rabîa Şîlan Alagoz û Eylem Ozden Guler dilîzin. Di fîlmê ku Robînê hêj di hemla diya xwe de bûye bavê wî ji bûye qurnabiyê kuştinên kiriyar nediyar û li ezman li bavê xwe digere tê vegotin. Robînê biçûk di rêya dûxan, çûk, bafirok, name, tirs û nêrînên xwe ve digere. Filmê ku şêwirmendiya projeyê ji aliyê derhêner Zeynel Dogan ve hatiye kiriye 7 deqe ye û zimanê wê jî kurdî û tirkî ye.

Ozlem Gulerê ku vê kurtefîlmê wekî teza bidawîkirina perwerdeya xwe ya du salî ya li konservatuarê çêkiriye diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku xelat wergirtiye. Guler diyar kir ku ew dixwaze di warê sînemageriyêd e xebatênx we bidomîne. Guler dê xebatên xwe yên di warê sînemayê de dê di bin banê Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bidomîne..
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Wednesday, April 2, 2014

Derhêner Oz Fransa'yê çima protesto kir?

Derhênerê Kurd Kazim Oz ku ji Mîhrîcana Fîlman a 36’emîn Cînam du Rêel a Parîsê xelat qezenc kiribû ji ber helwesta Fransayê ya li djî komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xelat red kir.



Derhênerê kurd Kazim Oz bi fîlmê xwe yê ‘Hebû Tunebû’ ji Mîhrîcana Fîlman a 36’emîn ya Reel Du Cînema ya Parîsê di nava 40 fîlmî de bû yek ji 11 fîlman û hêjayê xelatê hat dîtîn. Xelata ku li Parîsê dan Oz, ji aliyê Oz ve ji ber helwesta Fransayê ya li dijî komkujiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat redkirin.

Rêel du Cînema cara 36’emîn li Parîsê bi hezkirinên sînemayê re bû. Di navbera 20-30’ê Adarê de li Salonên Sînemayê ya Centre Ponpîdou 2300 fîlm hatin hilbijartin û ji wan 40 fîlm hatin hilbijartin.
Bi fîlmên metraja dirêj û kin 26 welat di mîhrîcanê de hatin temsîlkirin. Fîlmê Kazim Oz yê bi navê ‘Hebû Tunebû’ jî tevli mîhrîcanê bû.  Di fîlm de ‘malbateke Kurd ya ji Êlihê wek karkerên demsalî diçe Enqereyê û rêwîtî û piştî rêwitiyê tê vegotin. Fîlmê Oz di nava 40 fîlmên hatin hilbijartin de di rêza 11’emîn de cih girt.  Lê Oz xelat red kir. Berpirsên mîhrîcanê jî gotin ku ew rêzê li biryara Oz digirin.

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Thursday, January 16, 2014

Ew nêzî Oscar'ê ne


Berendamên Oscarê diyar bûn. Di nav berendaman de fîlam george Clooney Gravity û American Hustle ku stêrka fîlma "Lîstikên Birçîbûnê" Jennifer Lawrence diyelze jî hene.

Xelatên Oscarê wê 2'ê Adarê de bêne belav kirin.

Vaye berendamên Oscarê ya 2014'an...

FÎLMÊ HERÎ BAŞ
American Hustle
Kaptan Phillips
Dallas Buyers Club
Gravity
Her
Nebraska
Philomena
12 Years a Slave
The Wolf of Wall Street

DERHÊNERÊ HERÎ BAŞ
Alfonso Cuaron / Gravity
Steve McQueen / 12 Years a Slave
David O. Russell / American Hustle
Alexander Payne / Nebraska
Martin Scorsese / The Wolf Of Wall Street




LÎSTIKVANA  HERÎ BAŞ
Amy Adams / American Hustle
Cate Blanchett / Blue Jasmin
Sandra Bullock / Grvatiy
Judi Dench / Philomena
Meryl Streep / August: Osage County


LÎSTIKVANÊ HERÎ BAŞ
Christian Bale / American Hustle
Bruce Dern / Nebraska
Leonardo DiCaprio / The Wolf of Wall Street
Chiwetel Ejiofor / 12 Years a Slave
Matthew McConaughey / Dallas Buyers Club


LÎSTIKVANA ALÎKAR A HERÎ BAŞ
Sally Hawkins
Jennifer Lawrence / American Hustle
Lupita Nyong'o / 12 Years a Slave
Julia Roberts / August: Osage County
June Squibb / Nebraska


LÎSTIKVANÊ ALÎKAR A HERÎ BAŞ
Barkhad Abdi / Kaptan Phillips
Bradley Cooper / American Hustle
Michael Fassbender / 12 Years a Slave
Jonah Hill / The Wolf Of Wall Street
Jared Leto


FÎLMÊ HERÎ BAŞ A BIYANÎ
The Great Beauty/ îtalya
The Broken Circle Breakdown / Belçîka
The Hunt / Danîmarka
The Missing Picture / Kamboçya
Omar / Felestin

ANÎMASYONA HERÎ BAŞ
The Croods
Despicable Me 2
Ernest & Celestine
Frozen
The Wind Rises

SENARYOYA HERÎ BAŞ A ORJÎNAL
American Hustle
Blue Jasmine
Dallas Buyers Club
Her
Nebreska

SENORYAYA HERÎ BAŞ A VEGUHESTÎ
12 Years A Slave
Before Midnight
Captain Phillips
Philomena
The Wolf Of Wall Street

BELGEFÎLMA HERÎ BAŞ
The Act Of Killing
Cutie And The Boxer
Dirty Wars
The Square
20 Feet From Stardom

STRANA HERÎ BAŞ A ORJÎNAL
Alone Yet Not Alone
Happy
Let It Go
The Moon Song
Ordinary Love

HAWAR NET
NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Friday, November 22, 2013

Xelatên Guney gihîştin xwediyê xwe

Xelatên di Mîhrîcana Kurtefilmên Kurdan a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal ya 4’emîn hatibû lidarxistin, dan xwediyên wan
Xelatên di Mîhrîcana Kurtefilmên Kurdan a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal ya 4’emîn hatibû lidarxistin, dan xwediyên wan.

Mîhrîcana ku ji bîranîna Halîl Dag û sînemaya wî hate çêkirin, 5 rojan dom kir. Di mîhrîcanê de nîşandana filmên cuda, 10 fîlmên kurt û 15 serpêhatiyên fîlmên kurt ketin pêşbirkê. Di mîhrîcana îsal de di xelata filma kurt a herî baş yekemîn filma Derhênerê kurd Sakaot Mohammadî a ji Herêma Federal a Kurdistanê hatî ‘A Frîend For My Frîend’, duyemîn filma Gunduz Sevdî ya bi navê ‘Ziman’ û sêyemîn jî filma Mazlûm Demîr a ‘Bê re-Deng’ girtin. Xelata serpêhatiya filma kurt a herî baş jî îsal bi serpêhatiya ‘Bîr’ a Zekeriya Aydogan û ‘Gere Gûr Bimre’ ya Atîlla Demîr di nava hev de parve kirin. Xelata taybet a jurî jî, li ser navê filma serpêhatî ya Komên Çîrokên Veşartî Beyza Karataş a 10 salî layiq hate dîtin. Zekeriya Aydogan xelata xwe bo bi bîranîna zarokên di komkûjiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dane, Atîlla Demîr jî xelata xwe bo di Şoreşa Rojava de bidestxistina Til Koçerê girt.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, axivî û wiha got: “Têkoşîneke lingê wê ya hunerê kêm be dê lingeke herî girîng kêm bimîne.”

ENDUSTRIYA SÎNEMAYÊ!
Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Veysel Erel, got ku ew bi serbilindiyeke mezin vê mîhrîcanê îsal di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştande hev dijîn û wiha got: “Em bi ruhê amatoriyê li hemberê sînemaya endustriyaliyê ya bazirganiyê ye em li gorî baweriya xwe sînemayê çêdikin. Em bi riya sînemayê, girîngiya zimanê zikmakî, teşhîra komkûjiyan, kûjerên wan nediyar û li hemberê zilmê sekina xwe ya esasî nîşan didin. Em di kesayetiya Halîl Dag re spasî ji her kesê keda wan derbas bûye re dikin.”

Endamê Juriyê Orhan Alkaya axivî û bang li derhênerên kurd kir û wiha got: “Ricaya min ji hemû derhêneran re heye ku hemû filmên xwe bi kurdî çêkin. Ez bang li kekê xwe Yilmaz dikim. Kekê min Yilmaz nemirandin, jiyandina di dilê gelên bindest de ye. T u yê b heta ebediyê bijî. Sînemaya kurd di pêşengiya te de pêş dikeve.” Mîhrîcan bi konsera ku ji aliyê Orkestarya Heskîfê ve hat dayîn bi dawî bû. ÊLIH - DÎHA
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Wednesday, October 23, 2013

"Şerefa Kurdî" baştirîn xelata ewropî wergirt

Li navçeyeke başûrê rojhilatê Tirkiyeyê, Dîlan (22) tenê ji ber ku ji xortekî ji gundên derdora gundê xwe hezkiriye, dibe qurbaniya kuştinê, ji bo parastina şerefê. Ev naveroka kurtefîlmekî kurdî-belçîkî ye, yê derhênerê kurd Bülent Öztürk bi navê "Xaniyek û pencereyên biçûk."
Vî fîlmî li 70emîn festîvala fîlman ya Veneziyayê xelata baştirîn kurtefîlm wergirt. Bülent got "Hêvîdar im bi sedema vî fîlmî roniyê bidim ser jiyana hezarên keçan, ku bûne qurbaniya kuştina ji bo şerefê. Ew keçên ku bi zorê têne zêwicandin."

Fîlmsaz û rexnevana sînemayî Mizgîn Mujde Erselan dibîne ku vî derhênerî babeteke baş destnîşan kiriye: "Gellekî girîng e ku roniyek têkeve ser vê babetê, ji ber ku salane li seranserî cihanê 5 hezar jin bi navê parastina şeref û namûsa malbatê dibine qurbanî. Ev kêşe li nav Kurdên Tirkiye û Iraqê gellekî tê behskirin." Mizgîn, ku keça yekî ji serkirdeyên PKK ye, got: "Em dixwazin li ber nêrîna giştî behsa vê kêşeyê bikin. Lewma me fîlm li ser çêkiriye." PKK, ku hejmareke mezin ji gerîllayên wê ji regeza mê ne, bi piştgiriya mafên jinan naskirî ye. Tevî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve weke "grûpeke teroristî" tê binavkirin.

Heta îro "kuştina ji bo şerefê" di nav civaka kurdî de belav e. Dema ku keçek ji xortekî hez dike û pêwendiyê ligel wî girêdide, malbata wê vî karî wek şemezariyê dibînin û gellek caran keçê dikujin. Mizgîn ji Rûdawê re ragihand ku "me ev fîlm di rewşeke gellekî zehmet de tomar kir. Tenê di 5 rojan de me ev kar kir. Em çûne Kurdistanê, da ku belgefîlmekî amade bikin û keçekê bikin aktera sereke, ku bi rastî pêrgî vê rewşê bûye. Lê piştre bîrokeya me hate guhertin bo kurtefîlmekî."

Destpêkê biryar wiha bû ku ev fîlm li ser dayika Öztürk be, ku ji temenê 10 salî ve diçe nav malbateke din, da ku wê xwedî bikin. Öztürk dibêje: "Di dema 10 rojên plandan û amadekariya ji bo fîlmê xwe, min hest kir ku dayika min di rewşeke derûnî ya gellekî xirab de derbas dibe, ji ber ku bîranînên tahl dihatin bîra wê. Ev jî gellekî zehmet bû. Ji temenê 10 salî ve dev jê berda û ew dane malbateke din, da ku wê xwedî bikin. Dayika min ev tişt weke nehênî li cem xwe hişt û ji kesekî re negotibû."

Mizgîn ne tenê arîkariya nivîsandina vî fîlmî kiribû, lê belê rola akter jî standiye. Mizgîn dibêje: "Li gundan em gellekî li dûv akterekê geriyan, lê jinan nedixwestin rolê bilîzin. Eger bixwestana jî, hevjîn an birayên wan rê li ber wan digirtin. Bülent doz li min kir ku vê rolê bilîzim. Ez jî razî bûm. Tevî ku berê ezmûna min di vî warî de nebû."

Festîvala fîlmê ewropî ji aliyê çend akademiyên fîlmên ewropî û çend festîvalên fîlmên ewropî yên din hatiye amadekirin. Roja 26ê vê mehê xelata baştirîn fîlm di rêûresmekê de birêve diçe û Öztürk xelatê werdigire. rudaw

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Saturday, September 28, 2013

Fîlma “JÎN” xelata cîhanî wergirt

Fîlma Kurdî “JÎN” ku behsa jiyana gerîlayekî Kurd dike, çendîn xelatên cîhanî û ji wan xelata festîvala filîm li Berlînê bi dest xist, û xelata dawî ya fîlma JÎN ji aliyê festîvala Kopinhagin li welatê Danîmarkayê ji ekterê sereke ya fîlmê Denîz Hasgolerê re hate bexşîn.
“JÎN” ku ji aliyê derhêner Riha Erdem ve hatiye amade kirin û ekterê sereke yê fîlmê jî xanim (Denîz Hasgoler)e wek yek ji baştirîn filmên sala 2013`an li festîvala fîliman (BUSTER Copenhagen)`ê li welatê danîmarkayê hate hilbijartin û ekterîst (Denîz Hasgoler) jî weke baştiîn ekterê gênc yê wê filmê xelata filên bi dest xist.

Drameya “JÎN” li ser astê cîhanê serkeftinekî mezin bi dest xist û li çendîn festîvalên filman ji wane festîvala filîm li Berlînê beşdarî kiriye û wek yek li baştirîn filmên 2013`an naznav wergirtiye her weha li festîvala filmê (Altin Koza li bajarê Edenê li Tirkiyê) jî xelata baştirîn ekter dane derhênerê filmê û her yek li Denîz Hasgoler û Turkan Şorayî, xelata baştirîn ekterê filmên jî hatin xelat kirin.

Fîlma “JÎN” behsa keçeke temen 17 salî ya bi navê “JÎN” e û ekterê wê (Denîz Hasgoler)e di jiyana xwe de rûbirûyê zehmetiyên mezin dibe û di wê rêyê de weku keçeke gênc ya wêrek û bi xîret li gel xwazayê û tariya nava darîstanê de şer dike û liber xwe dide.

 
SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Sunday, May 26, 2013

FîlmAmed qediya; Kîja fîlm xelat girtin?

Festîvala Fîlmên Dokûmanter Fîlmamed a ji ali yê Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve îsal a 3. hat organîzekirin, bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

Şeva xelatdayînê ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi axaftina vekirinê ya endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Şevîn Ayaz dewam kir. Ayaz da xuyakirin ku wan bi vê festîvalê re dokûmanterên li ser gelên kevnare yên Mezopotamyayê Kurd, Tirk, Laz, Ereb, Ermenî, Suryanî û mijarên ked, xweza, jin û hemû nasnameyan, nîşanî gel dan.

Cîvgira Şaredara Peyasê Aynûr Yilmaz jî destnîşan kir, ku di festîvalê de hemû baweriyan xwe bi awayekî azad anîne ziman û ji ber ku ji organîzasyoneke bi vî rengî re mêvandariyê dikin, gelekî kêfxweş û serbilind in.

Li dû axaftinan, fîlmên xebat wergirtin yek bi yek hatin eşkerekirin. Fîlmên hêjayî xelatê hatin jî ev in;

"Xelata Piştgirîdayîna Projeya Fîlmê Dokûmanter a Fîlmamed ji dokûmantera "Berxwedana 33 salan Dayika Berfo" ya Veysî Altan, "Aso" ya Ekrem Haydo "u "Şilfîtazî" ya Zekeriya Aydogan re hat dayîn.
Xelata Jûrî ya Gel ji fîlmê "Ez firiyam tu ma li cih" ê Mujde Arslan, Xelata Jûrî ya Taybet ji "Zarokê min" ê Can Candan û "Ase" yê Ercan Orhan, Xelata Festîvalê ya Fîlmamed ji "Zonê Ma Kotî Yo" yê Velî Kahraman û Xelata Akademî ya Halîl Dag jî ji fîlmê bi navê "Ku Nefes Tunebe" re hat dayîn."

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Sunday, January 13, 2013

Herî zêde kîjan fîlm berendam e?

Yek ji xelatên herî bi prestîj ên sînemayê berendamên Xelatên Oscarê hatin eşkerekirin. Di nav fîlman de "Linocln" di 12 waran, "Life of Pi" jî di 11 waran de wekî berendam hat nîşandayîn.

Vane kategorî û berendam:



Fîlmê Herî Serketî:

Lincoln
Silver Lininings Play Book
Zero Dark Thirty
Les Misrables
Life of Pi
Amour
Django Unchaines
Argo


Lîstikvanê Herî Serketî:

Daniel Day-Lewis
Denzel Washington
Hugh Jackman
Bradley Cooper
Joaquin Phoenix


Lîstikvana Herî Serketî:

Naomi Watts
Jessica Chastain
Jennifer Lawrance
Emmanuelle Riva
Quvenzhané Wallis


Derhênerê Herî Serketî:

Ang Lee (Life of Pi)
Steven Spielberg (Lincoln)
Michael  Haneke (Amour)
Benh Zeitlin (Beasts of the Southern Wild)
David O. Russell (Silver Linings Playbook)


Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî:

Amour - Avusturya
Kon-Tiki - Norveç
No - Şili
A Royal Affair - Danimarka
War Witch - Kanada


Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî:

Amy Adams -The Master
Sally Field - Lincoln
Anne Hathaway - Les Misérables
Helen Hunt -The Sessions
Jacki Weaver - Silver Linings Playbook


Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî:

Alan Arkin - Argo
Robert De Niro - Silver Linings Playbook
Philip Seymour Hoffman - The Master
Tommy Lee Jones - Lincoln
Christoph Waltz - Django Unchained


Sînematografiya Herî Serketî:

Anna Karenina - Seamus McGarvey
Django Unchained - Robert Richardson
Life of Pi - Claudio Miranda
Lincoln - Janusz Kaminski
Skyfall - Roger Deakins


Anîmasyonê Herî Serketî:

Brave
Frankweenie
ParaNorman
The Pirates! Band of Misfits
Wreck-It Ralph


Belgefîlmê Herî Serketî:

5 Broken Cameras
The Gatekeepers
How to Survive a Plague
The Invisible War
Searching for Sugar Man


Kurtebelgefîlmê Herî Serketî:

Inocente
Kings Point
Mondays at Racine
Open Heart
Redemption


Vesazkirina Herî Serketî:

Argo - William Goldenberg
Life of Pi - Tim Squyres
Lincoln - Michael Kahn
Silver Linings Playbook - Jay Cassidy and Crispin Struthers
Zero Dark Thirty - Dylan Tichenor and William Goldenberg


Kurtefîlmê Herî Serketî:

Asad
Buzkashi Boys
Curfew
Death of a Shadow (Dood van een Schaduw)
Henry


Efekta Dîmenê ya Herî Serketî:

The Hobbit: An Unexpected Journey - Joe Letteri, Eric Saindon, David Clayton and R. Christopher White

Life of Pi - Bill Westenhofer, Guillaume Rocheron, Erik-Jan De Boer and Donald R. Elliott

The Avengers - Janek Sirrs, Jeff White, Guy Williams and Dan Sudick

Prometheus - Richard Stammers, Trevor Wood, Charley Henley and Martin Hill

Snow White and the Huntsman - Cedric Nicolas-Troyan, Philip Brennan, Neil Corbould and Michael Dawson


Strana Orjînal a Herî Serketî:

"Before My Time" from Chasing Ice - Söz ve Müzik: J. Ralph

"Everybody Needs A Best Friend" from Ted - Müzik: Walter Murphy; Söz: Seth MacFarlane

"Pi's Lullaby" from Life of Pi - Müzik: Mychael Danna; Söz: Bombay Jayashri

"Skyfall" from Skyfall - Söz ve Müzik: Adele Adkins, Paul Epworth

"Suddenly" from Les Misérables - Müzik: Claude-Michel Schönberg; Söz: Herbert Kretzmer and Alain Boublil


Muzîka Fîlm a Herî Serketî:

Anna Karenina - Dario Marianelli
Argo - Alexandre Desplat
Life of Pi - Mychael Danna
Lincoln - John Williams
Skyfall -Thomas Newman

Diyarname
NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Monday, May 28, 2012

"Bê deng"î ya girtîgeha Amedê li Cannesê serket

Xelatên 65'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê hatin belavkirin. Di festîvalê de derhênerê avusturyayî Michael Heneke bi fîlmê xwe "Amour" (Evîn) Xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Heneke di sala 2009'an de jî bi fîlmê xwe "Duban Blanc"ê heman xelat girtibû. Di beşa kurtefîlman de jî xelata Palmiyeyê dan kurtefîlmê bi navê "Bêdeng" ku li ser Girtîgeha Amedê hatiye kişandin.

Festîvala Fîlman a Cannesê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû.

Fîlmê Amour ku xelat girt çîroka evînê ya du extiyar pêşkêş dike. Di fîlm de Jean-Louis Trintignand ê 81 salî û Emmanuelle Riva ya 85 salî dilîze. Derhêner Heneke piştî xelatgirtinê got ku bi xêra bi awayekî serketî ya van lîstikvanan wî xelat girtiye.
Xelata Derhênerê Herî Serketî jî derhênerî meksîkî Carlos Reygadas bi fîlmê xew "Post Tenebras Lux" girt.
Xelata Jurî ya Taybet bi fîlmê "La part des anges" dan derhêner Ken Loch. Loch bi vê bû pênc xelat ku li Cannesê heta niha digire. Piştî xelatgirtinê Loch wisa got: "Ez vê xelatê diyarî wan kesan dikim ku li dijî polîtîkayên aboriyê yên tengkirina mafan derdikevin dikim."

"Bêdeng" jî xelat girt

Di festîvalê de derhêner Rêzan Yeşilbaş jî bi kurtefîlmê xwe "Bêdeng"* xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Fîlmê 7 deqîqeyî ku Belçim Bilgin û Cem Bender têde dilîzin, di sala 1984'an de qala çîroka girtiyek û jina wî tê kirin.
Yeşilbaş di axaftina piştî xelatgirtinê de wisag ot: "Ez vê xelatê diyarî hemû jinên welatê min ên bêdeng û bi têne hatine hiştin dikim."

Xelatên din ku hatin belavkirin:
- Senaryoya Herî Serketî: "Au-dela des collines" (Derhêner Cristian Mungiu)
- Xelata Kameraya Zêrîn: Les Betes du Sud sauvage (derHêner Behn Zeitlin)
- Xelata Mezin a Festîvalê: "Reality" (DerHêner Matteo Garrone)
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Mads Mikkelsen (Bi rola di fîlmê "La Chasse"de)
- Lîstikvana Herî Serketî: Cosmina Stratan û Cristina Flutur (bi rola di fîlmê "Au-dela des collines" de wan girt)

NÛÇE XELAT

Monday, February 27, 2012

Di Oscarê de "surprîz" tune bû

Xelatên Oscarê ya 84. Şeva borî xwediyên xwe dît. Xelata Oscarê di warê sînemayê de xelata herî prestîjî ye. Di vê merasîma taybet de stêrkên di dinyayê de navdar, ketin pêşbaziya pêşengê.

Derhênerê The Artist Michel Hazanavicius xelata baştirîn derhêner, lîstikvanê sereke Jean Dujardin baştirîn xelata lîstikvaniyê wergirt û her wiha vî filmî xelatên baştirîn muzîk û baştirîn kostûmê mê wergirt.

Filma bi navê Hugo yê Martin Scorsese jî di warê teknîkê de pênç xelatên Oscarê wergirtin.

Xelata baştirîn lîstîkvana jin a Oscarê ji lîstîvan Meryl Streep a ku di filma The Iron Lady (Jina Hesinî) ya ku rola Serokwezîra berê ya Îngilîz Margaret Thatcherê dileyîze wergirt.

Gava derhênerê filma The Artist xelata xwe wergirt, sipasiya kûçik bi navê Uggie yê ku di film de dileyîze jî kir û got; “Lê ez bawer nakim ev yek li xema wî be jî.”

Xelata resentirîn (herî orjînal) jî filma Woody Allen bi filmê xwe yê bi navê "Midnight in Paris" wergirt.

Xelata ji bo baştirîn filmê biyanî jî gehişt filma “Veqetîn” a Îranî. Derhênerê Îranî di daxuyaniya beriya niha dabû de xwestibû ku xelat nedin wî.

Lîstîkvanê  Herî Baş
Jean Dujardin – The Artist as George Valentin

DERHÊNERÊ HERÎ BAŞ
Michel Hazanavicius – The Artist

DERHÊNERÊ DÎMEN Ê HERÎ BAŞ
Hugo  - Robert Richardson

DERHÊNERÊ HUNER Ê HERÎ BAŞ
Hugo (Dante Ferretti and Francesca Lo Schiavo)

FÎLMÊ BIYANÎ YÊ HERÎ BAŞ
“A Separation” Iran

LÎSTÎKVANÊ ALÎKAR Ê MÊR YÊ HERÎ BAŞ
Christopher Plummer – Beginners

LÎSTÎKVANA  ALÎKAR A JIN A HERÎ BAŞ
Octavia Spencer " The Help "

KURTE FÎLMÊ HERÎ BAŞ
The Shore – Terry George and Oorlagh George

PEVXISTINA HERÎ BAŞ
The Girl with the Dragon Tattoo
Angus Wall - Kirk Raxter

SENARYOYA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ
Midnight in Paris – Woody Allen

SENARYOYA LÊANÎN A HERÎ BAŞ
The Descendants – Alexander Payne, Nat Faxon, and Jim Rash from The Descendants by Kaui Hart Hemmings

BELGESELA BI METREJ DIRÊJ A HERÎ BAŞ
Undefeated – TJ Martin, Dan Lindsay, and Richard Middlemas

BELGESELA BI METREJ KURT A HERÎ BAŞ
Saving Face – Daniel Junge and Sharmeen Obaid-Chinoy 

ANÎMASYONA BI METREJ DIRÊJ A HERÎ BAŞ
Rango – Gore Verbinski

ANÎMASYONA BIMETREJ KURT A HERÎ BAŞ
The Fantastic Flying Books of Mr. Morris Lessmore – William Joyce and Brandon Oldenburg

PEVXISTINA DENG Ê HERÎ BAŞ
Hugo (Philip Stockton and Eugene Gearty)

MÎKSAJA DENG Ê HERÎ BAŞ
Hugo (Tom Fleischman and John Midgley)

KUSTÛMÊ HERÎ BAŞ
The Artist – Mark Bridges

MAKYAJA HERÎ BAŞ
The Iron Lady – Mark Coulier and J. Roy Helland

MÛZIKA ORJÎNAL A HERÎ BAŞ
The Artist – Ludovic Bource

MÛZIKA FÎLMA XWESER A HERÎ BAŞ
"Man or Muppet" from The Muppets – Bret McKenzie

EFEKTÊN DÎTBAR ÊN HERÎ BAŞ
Hugo – Rob Legato, Joss Williams, Ben Grossman
SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Saturday, February 25, 2012

The Artist "Sezar"ê jî bi dest xist

Di 37emîn merasima xelata sînemayî ya “Cesar” (Sêzar) de, ku wek Oskara Frensî jî tê binavkirin, fîlma bi navê “The Artist” (lîstikvan) di 6 beşan de xelat wergirt û bû yekemîn. Fîlma îranî ya “cihêbûn” jî xelata baştirîn fîlma biyanî wergirt.


Li gorî nûçeya euronewsê, 37emîn festîvala dayîna xelata sînemayî ya “Cesar” duh êvarê li paytexta Fransa, Parîsê hat sazkirin.

Li gorî nûçeyê, fîlma “The Artist” a derhêner Mîşêl Azanawîsiyos, xelata baştirîn fîlm, baştirîn derhêner, baştirîn lîstikvana jin, baştirîn kişandina fîlmê, baştirîn mûzîk û baştirîn çêkirin wergirt û bû yekemîn.

Her wiha, fîma îranî ya bi navê “cihêbûn” ku ji aliyê derhêner Esxer Ferhadî ve hatiye çêkirin û xelatên “hirça zêrîn” û “golden globe” wergirtibû, xelata baştirîn fîlma biyanî wergirt.



NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Tuesday, January 24, 2012

Berendamên Oscara 84'emîn diyar bûn; Kîjan fîlm li pêşe?

Berendamên xwelatên Oscara 84'emîn hatin eşkere kirin.

Fîlmên Hugo û The Artistbûn fîllên herî zêde namzetî bidestxistin.

Xelat wê 26ê sibatê de bên dayîn.

Berndamên Oscara îsal ewin
;

Fîlma herî baiş
War Horse
Artist
Moneyball
The Tree of Life
Midnight in Paris
The Help
Hugo
The Descendants
Extremely Loud and Incredibly Close

Lîstikavanê herî baş
Demian Bichir "A Better Life"
George Clooney "The Descendants"
Jean Dujardin "The Artist"
Gary Oldman "Tinker Tailor Soldier Spy"
Brad Pitt "Moneyball"

Lîstikavana herî baş
Glenn Close "Albert Nobbs"
Viola Davis "The Help"
Rooney Mara "The Girl with the Dragon Tattoo"
Meryl Streep "The Iron Lady"
Michelle Williams "My Week with Marilyn

Derhênerê herî baş
Martin Scorsese - ''Hugo''
Wood Allen - ''Midnight in Paris''
Michel Hazanavicius – ''The Artist''
Terrence Mallick - ''The Tree of Life''
Alexander Payne ''The Descendants''

Lîstikavanê alîkar a herî baş
Kenneth Branagh ''My Week With Marilyn''
Jonah Hill ''Moneyball'
Nick Nolte ''Warrior''
Christopher Plummer ''Beginners''
Max von Sydow ''Extremely Loud and Incredibly Close''

Lîstikvana alîkar a herî baş
Berenice Bejo ''The Artist'
Jessiaca Chastain ''The Help''
Melissa McCarthy ''Bridesmaids''
Janet McTeer ''Albert Nobbs''
Octavia Spencer ''The Help''

Fîlmê herî baş a anîmasyonî
"A Cat in Paris" Alain Gagnol and Jean-Loup Felicioli
"Chico & Rita" Fernando Trueba and Javier Mariscal
"Kung Fu Panda 2" Jennifer Yuh Nelson
"Puss in Boots" Chris Miller
"Rango" Gore Verbinski

Fîlma biyanî ya herî baş
"Bullhead" Belçîka
"Footnote" Îsraîl
"In Darkness" Polonya
"Monsieur Lazhar" Canada
"A Separation" Îran (HAWAR NET)

NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Monday, January 16, 2012

Giloverên zêrîn çûn kîjan destan?

Ji xelatên herî xwedî prestîj yên sînema û televîzyonê “Gilovera Zêrîn” gihîştin xwediyên xwe.

Fîlmên  “the artist” û “the disendins’ mohra xwe li merasîma ku îsal cara 69’emîn hat lidarxistin dan. Xelata fîlma herî baş bi fîlma “sepereyşin’ ve îranê stand. Martin sikorsisi jî bi fîlma Hugo ve xelata derhênerê herî baş stand.



 “Gilovera Zêrîn” ya ku ji aliyê Yekitiya Çapemeniya Biyanî ya Hollywood’ê ve ji sala 1944an pêve  tê li dar xistin, gihêşt xwediyên xwe.

Merasim li Los Angelesê hat li dar xistin û gelek kesên navdar beşdarî merasime bûn.

Di “Kûreya Zêrîn” de xelata filma herî baş dan   “The DİSENDİNS” yanê “Tiştên ku ji te ji min re man”. Xelata listikvanê herî baş dan listikvanê rola sereke yê vê filme CORÇ KULUNİY.

Di beşa diramayê de xelata Listîkvana Herî Baş dan Meryl Streep’ê. Lîstikvanê,  ku di filma “Leydiya Hesin” de jiyana Serokwezira berê ya Îngilistanê Margaret Thatcherê ani bû ser perda spî.

Di beşa komedi û mûzikalê de xelata filma herî baş dan the Artist, xelata listikvanê Komediyê yê Herî baş jî, bi rola di vê filmê de dan  JAN DÜJARDEN.

Di beşa Komedi û Müzikal’ê de xelata Listikvana Herî Baş bi rola  Marilyn Monroe ya di filma MAY VİK VİT MERİLYN de, dan MİŞHEL VİLYİMSê.

Di şeve de MARTİN SİKORSİSİ bi filma Hugo ve xelata derhênerê herî baş, SİTİVİN ŞİPİLBERG jî  bi filma “serpêhatiyên Tentenê” ve xelata animasyona heri baş stand.

Di zimanê biyani de xelata heri baş ji filma İraniyan SEPEREYŞİNê stand.

Pêşkeşvaniya şevê komedyenê navdar Ricky Gervais kir û li çaraliyê dinyayê ji aliyê bi milyonan temaşevanan ve merasim hat temaşe kirin. Di merasima xelatê de ji Angelina Jolie heta Madonna’yê gelek kesên navdar huunerên xwe pêşandin.
NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ XELAT

Monday, December 19, 2011

Xelatên Mîhrîcana Yilmaz Guney hatin dayîn

2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Yilmaz Guney ku li Êlihê hate lidarxistin bi dawî bûn. Xelata belgefîlma herî baş dan 'Halabja- Helepçe' û di kategoriya kurtefîlmê kurdî de jî xelata fîlmê herî baş dan fîlmê "Pera Berhangê."

2'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hate lidarxistin, bi merasîmeke di bin siya serdagirtina şaredariya Êlihê de bi dawî bû.Wekîlê şaredariya Êlihê Serhat Temel, cihgirên şaredariyê, wekîlê serokê BDP'a Êlihê Selîm Aratemur, derhêner Kazim Oz, hunermendên sînemayê û ligel vê jî gelek kes tevli merasîmê bûn. Fîlmên ku di kategotiya belgefîlm, kurtefîlmên kurdî, çîroka kurtefîlmên kurd de gelek fîlm hatin nîşandan. Di nava van fîlman de yên herî baş bi merasîmekê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney ya Şaredariya Êlihê hatin xelatkirin.

Xelata belgefîlmê herî baş derhênerên fîlmê "Halabja- Helepçe" Arkam Hîdou, di kategotiya belgefîlmê kurt yê kurde jî derhênerê fîlmê 'Pera Berhange' Arîn Înan Aslan û di kategotiya çîroka kurtefîlmê Kurd de jî derhênerê fîlmê 'Kapsul' Yakup Tekîntagaç xelatên xwe wergirtin. Îsal di kategotiya belgefîlm de xelata temaşevanan jî derhênerê fîlmê 'Evdalê Zeynikê' Bulent Gunduz wergirtin. Her wiha di kategotiya kurte fîlmê kurdî de jî xelata temaşevanan derhênerê fîlmê 'Alî Ata Bak' Orhan Înce wergirt

Wekîlê Şaredariyê Serhat Temel axaftina vekirinê kir û bal kişand ser opersyon û girtinan û ev tişt gotin: "Beriya du rojan li ser şaredariya me de girtin û 9 hevalê me hatin binçavkirin, dîsa bi awayekî bê hiquqî destdanîn ser arşîvê mîmarê yên şaredariyê. Ev êriş cara yekem nîne tên ser me." Piştî axaftinê kesên ku xelat wergirtibûn derdetin ser dikê û dan zanîn ku êdî ew naxwazin fîlmê şer bikişînîn, ew dixwazin fîlmê aşti bikişînin. Di pêşbirka mîhrîcanê de fîlmê bi navê 'Halabja-Helepçe' ya Arkam Hîdou xelata herî serkeftî ya belgefîlma wergirt. Hîdou xelata xwe diyarê 36 gêrîlayên li Geliyê Tiyarê ji hêla dewelta dagirker ve bi çekên kîmyawî hatibûn qetilkirin kir. Axaftina Hîdou ji hêla temaşevanan ve bi deqeyan bi çepika hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma xelatan hunermendên tevli merasîmê bibûn, ji bo şermezarkirina serdagirtina Şardedariya Êlihê û qedexeyên li hemberî mîhrîcanê, li ber Sînemaya Yilmaz Guney heta ber şaredariyê meşeke bi meşaleyî dar xistin. Di meşê de pankarta "Em sînemayê re, siyasetê re û avê re, bendavê naxwazin" hat hildan. Li ser navê hunermendan derhêner û nivîskar Bulent Gunduz axaftinek kir. Gunduz ev tişt anî ziman: "Li hemberî siyaseta demokratîk a kurd operasyonên bê hiquqî berdewam dikin. Em ji avê re, ji siyasetê re û ji sinemayê re bendavê naxwazin."
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Friday, September 30, 2011

Fîlma “ Sirte bi bayê re” hate nîşandan

Berhema Fîlma Sînemayî ya sînemakarê Kurd ji rojhilatê Kurdistanê Şehram Elîdî ya bi navê “ Sirte bi bayê re” rojên 5şem û Înê li holên Ferwerdîn a civaka ferhengî-hunerî ya Fecra Sineyê tê dîtin.

Wê filmê di yekemîn beşdariya xwe ya navnetewî de, sê xelatên sereke ya beşa pêşbirkê, li beşa hefeya rexnegirên 62`mîn xola festîvala navnetewî ya filma Kanî 2009`an li Firansa yê bi dest

anî. Her wiha komek ji xelatên gîring jî di beşdariya festîvalên curbicur ya li seranserî Cîhanê ji Herêma Kurdistanê re bi dest anî.

- Xelata rexnegirên Lawên Hindistanê ( Derwazeya Zîva Hindê) di festîvala filma Mombayê li Hindistanê

- Xelat û medaliya ya zankoyê Firansayê li fistîvala filma Pisak ya Firansayê.

- Xelata lijneya 6`mîn ya fistîvala navdewletî ya Amazonê li Birêzîlyayê

- Xelata baştirîn filma ji aliyê lijneya zankoyên Biratislava li 11`mîn festîvala navdewletî ya fîlma Biratîslava li Slovakiyayê

- Xelata Don Ki Şot ya 20`mîn festîvala navdewletî ya Tiromso li Norwêjê

- Xelata baştirîn fîlm ji Şehram Elîdî û û baştirîn Akter ji Omer Çavşîn li 8`mîn fistîvala navnetewî ya fîlma Amal li Îspaniyayê

- Xelata baştirîn wênegir ji Tûrec Îslamî hunermendê Kirmanşanî re û baştirîn Akter ji Omer Çavşîn  re, di festîvala navnetewî  ya filama Bexdad li Êraqê

Hêjayî gotinê ye ku ew filama berhema wezareta Rewşenbîrî û Lawên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Thursday, September 15, 2011

Meş ber bi xelatan ve dimeşe

Meş ber bi xelatan ve dimeşe Fîlmê kurdî ‘Meş’ ku rojên derbeya 12’ê Îlonê ya leşkerî vedibêje tevli pêşbirkên Mîhrîcana Porteqala Zêrîn a Antalyayê û Mîhrîcana Busan a Navneteweyî ya Koreyê dibe

Fîlmê ‘Meş’ ku li ser bûyer û pêkanînên derbeya leşkerî ya 12’ê îlonê û bûyerên ku li Nisêbînê qewîmîne hatiye kişandin, tevli Mîhrîcana Porteqala Zêrîn a Antalyayê û Mîhrîcana Busan a Navneteweyî ya Koreyê dibe.

Derhêneriya fîlmê ‘Meş’ Şiyar Ebdî kiriye û senaryo jî ji aliyê lîstikvan Selamo ve hate nivîsandin. Fîlm li Tirkiyeyê li Nisêbîna Mêrdînê berî û piştî 12’ê îlonê derbeya leşkerî derbas dibe. Çîroka fîlmî di wan rojên derbeyê de li derdora dînekî bi navê Xelîlo û komek zarok diherike. Cîhana Xelîlo bi nasîna zarokekî bi navê Cengo tê keşfkirin û bûyer di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Xelîlo nasnameya ku civakê spartiyê qebûl nake û vê têkoşîna nasnameyê bi protestoyeke bêdeng dike. Fîlmê ‘Meş’ ku di nava kurdan de rastî eleqeyekê hat niha ji bo pêşbirkê tevli mîhrîcanan dibe. ‘Meş’ tevli Mîhrîcana Porteqala Zêrîn a Antalyayê ku di navbera 8-14’ê cotmedê de tê lidarxistin dibe. ‘Meş’ di nava 40 fîlmî de yek ji nava 13 fîlman e û bikeve pêşbirkê.
Her wiha fîlmê ‘Meş’ li welatê Koreyê li bajarê Busan tevli Mîhrîcana Busan a Navneteweyî dibe û di beşa fîlmên enternasyonal de ji bo pêşbirkê hatiye hilbijartin. Mîhrîcana Busan a Navneteweyî di navbera 6-14 cotmehê de tê lidarxistin.

Senarîst, lîstikvan û çêkerê fîlmê ‘Meş’ Selamo der barê mijara ku fîlmê ‘Meş’ tevli mîhrîcanan dibe û bikeve pêşbirkan de wiha got: “Keda gelek ciwanan di vî fîlmî de heye ku kesek wan nasnake berî her tiştî ev serkeftina wan e ez careke din wan pîroz dikim. Fîlmê yekem ê hilbijartina vî filmî di mîhrîcanên navneteweyî de me kêfxweş dike û bawer im îsal yekemîn fîlmê kurdî ye ku di mîhrîcanên navneteweyî de di beşa peşbirkê de ye. Ew jî kêfxweşiyeke ji bo me. Hêvîdar im ku ji bo ciwanên kurd ê sînemager bibe mînak da ku bi zimanê xwe fîlmên xwe çêbikin.”
FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Monday, June 20, 2011

Fîlmekî kurdî xelata Oscar a zîvî wergirt

Fîlmê kurdî yê bi navê “Bêkes” xelata Oscar a zîvî ya Festîvala Kurtefîlman ku li Beverly Hills li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)

Fîlm ji derhênana Karzan Qadir e û dema wê 29 deqe ye, lîstikvanên sereke Serwer Fazil û Zemen Taha digel çend lîstikvanên ji Herêma Kurdistanê tê de rol dibînin.

Li gorî nûçeya rojnameya Şeriq el-Ewset a bi zimanê erebî derdikeve, fîlmê Bêkes, xelata Oscar a zîvî ya festîvala kurtefîlmên Beverly Hills bi dest xistiye.

Fîlm, çîroka rastî ya derhêner û birayê wî vedibêje dema ku ji Herêma Kurdistanê diçin DYAyê.

Fîlm bi xwe, projeyeke derçûna xwendekarên zanîngeha Dramanescaa Anestetc a Stockholmê ye.

Çend saziyên hunerî di berhemhênanê fîlmê de, alîkar bûn ji wan kenala Kurd Sat, kenala Xak, Sony Film, Ava Media, Kodak Company û televizyona Swêdê.

Fîlmê Bêkes, berî niha çend xelatên din ên cîhanî wergirtine wek Irumas, festivala Stockholmê, Nodî Thailand û piraniya dîmenên fîlmê li Herêma Kurdistanê hatine girtin.

Tê zanîn, ev yekemîn fîlmê kurdî ye ku xelata Oscarê werdigire.
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Tuesday, May 24, 2011

Xelatên Cannesê gihêşt xwediyên xwe

Di 64’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de ji bilî xelata mezin gelek xelatên din ên wekî mansiyon û juriyê jî hatin belavkirin. Juriya ku serokatiya wê lîstikvanê navdar Robert De Nîro dikir; Xelata Juriyê ya Mezin dan herdu birayên derhêner Dardenne û Nurî Bîlge Ceylan. Derhêneran xelat bi hev re parve kirin.


Piştî keftûleft û suprîzên deh rojan mîhrîcana herî bi prestîj a sînemayê ku îsal a 64’emîn li dar ket; Mîhrîcana Fîlmana a Navneteweyî ya Cannesê bi merasîma xwelatdayînê bidawî bû. Di van deh rojan de gelek fîlm hatin nîşandan û ligel nîşandana fîlman gelek bûyer jî li Cannesê qewimîn. Ji bilî nîşandana fîlman û nîqaşên li ser sînameyê; bûyerên û senkên polîtîk û daxuyaniyên cuda jî mohra xwe li mîhrîcana navdar xistin.

Di herka mîhrîcanê de gelek axaftinên tûj, biryarên girîng û qewirandina derhêneran jî di nav de gelek bûyer qewimîn. Belê ev bûyer bi tevahî li mîhrîcana li tevahiya cîhanê navdar îsal pêk hatin. Wekî her sal kevneşopî neguherî û heyeta juriyê bi biryarên xwe beşdaran matmayî û şaşwaz hişt. Sînemavanên navdar û jêhatî bêxelat û destvala ji Cannesê veqetiyan. Di aliyê din de yên xelat wergirtin ji biken û coşek mezin berê xwe dan welatên xwe…

Merasîma belavkirina xelatan a di Qesra Mîhrîcanê li Salona Navendî bi tevlibûna hezaran kesî pêk hat. Di merasîma dayîna xelatan de ji cîhana sînemayê, siyasetê û gelek kesên din ên navdar hebûn.
Serokê heyeta juriyê Robert De Niro, di şevê de ango di merasîma xelatdayînê de axaftinek kir û gotk ku ew wekî heyeta juriyê di niqandina fîlmande gelek zehmetiyê kêşane û wiha axivî: “Me di nav van çend rojên mîhrîcanê de gelek fîlman temaşe kir. Fîlmên ku di beşa pêşbirkê de hatin nîşandan bi rastî jî yek ji yekê hêjatir û balkêştir bû. Her yek xwedî gotinek û krîterên sînemayê bûn. Lê belê me wekî juriyê van fîlman layîqî xelatan dît.”  Piştî axaftinan heyeta juriyê fîlmên ku xelat wergirtine aşkera kir.

FÎLMÊ MALICK
Li gorî aşkerakirina xelatan fîlmê derhêner Terrence Malick, yê bi navê ‘Tree Of Life-Dara jiyanê’ xelata mezin ango ‘Palmiyeya Zêrîn’ wergirt. Fîlm bi mijara xwe ve jî balê dikişîne. Mijara fîlmê wiha ye; fîlmê behsa malbatekê ji rojavaya navîn ên di salên 1950’yî de tîne ser perdeya spî, di fîlmê de dîmenên balkêş û çîrokekê nostaljîk heye. Kurt û kurmancî fîlm layiqî temaşekirinê ye.
aliguler7@yahoo.com

Xelatên 64’emîn Mîhrîcana Fîlman a  Cannesê

Palmiyeya Zêrîn: Tree of Life - Terence Malick
Xelta Juriya Mezin: Bir Zamanlar Anadolu’da (Nurî Bîlge Ceylan) û Le Gamin Au Vélo (Jena-Pierre ve LucDardenne)
Derhenêrê Herî Baştirîn: Nîcolas Winding Refn - Drive
Serlistîkvanê Herî Baştirîn: Jean Dujardin- Artist
Serlistîkvana Herî Baştirîn: Kirsten Dunst - Melancholia
Senaryoya Herî Baştrîn: Footnote Joseph Cedar
Xelata Juriyê ya Taybet: Polisse (Derhenêr: Maiwenn)
Kameraya Zêrîn (Camerad’Or): LasAcacias (Derhenêr: Pablo Giorgelli)
Kurtefîlm: Cross Country (Derhenêr: MarynaVroda)


A. Welat
FESTÎVAL FÎLMÊ BÎYANÎ XELAT

Thursday, April 21, 2011

Di Mîhrîcana Babîlê de bi fîlmê Siloîtxelata baştirîn fîlmê wergirt

Ew bi xwe kesekî bêdeng e, lê berhemên wî zimanê wî ye! Ew bêdeng e, lê mejiyê wî tim di nava dengvedana aşûp û xewnan de ye.
Geh guhdarî pêlên Çemê Xabûrê dike û di nava dilên pêlan de dibe rêwî da wan têbigihe, geh jî kameraya wî li milê wî ye û li pey kişandina dîmenek balkêş ji sirşûta Kurdistanê, ji civaka Kurdistanê, ji gelên Kurdistanê ye. Belê, ew derhêner Kamîran Bêtasî ye. Betasî li ser çêkirina fîlmên xwe wiha dibêje: “
Hûn vê Kurdistanê dibînin, çawa her bûyereke xwe helbesteke, çîrokeke, romaneke, wisa fîlmeke jî. Kurdistan çavkaniya fîlman e. Tu dikarî bi sedan fîilmên evînî, sirûştî, civakî, welatparêzî, bi êş...binivîsî û li ser ekranan pêşkêşî temaşevanan bikî!..”


Meqseda xwe anî cih

Derhêner Kamîran Bêtasî li gundê Bêtasê ku girêdayî bajarê Zaxo ye, di 1972’ya de, di nava malbateke Kurdperwer û hejar de tê dinyayê. Hêj di peçekê de ye bavê wî ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve tê şehîdkirin. Ji ber pir egeran nikare dibistanê bixwîne. Di sala 1986’an dibe pêşmerg e. Lê, her di zarokatiya xwe de her û her xewna wî ew e bibe hunermend û bi riya hunerê derd, êş û hezkirinên xwe bîne ziman. Wekî destpêk ji bo şanoyan awazan û stranan ber hev dike. Lê ev wî têr nake, gelek pêl di nava wî de hene û dixwaze wan derxe ji derve. Di sala 2000’î de cara yekemîn dest diavêje kamerayê û li gel hevalê xwe Kovan Salim yekemîn klîba xwe ji bo zarokan çêdike. Ew destpêk dibe bingeheke xurt di warê derhênertiya wî de.
Heta îro bi dehan klîpan ji hunermend û stranbêjan re tomar kiriye. Hindek ji wan ev in; Canê, Ebdulqehaar Zaxoyî, Xêro Ebas, Ednan Salih, Guropa Mûzîkê, Silêman Gulî, Sadiq Binavî, Îslam Zaxoyî, Dilşad Nêrweyî, Rêving Maltayî, Mihemed Silêvaneyî


Derhêner Kamîran Bêtasî van sînoran jî derbas dike û çend karên belgefîlman dike, wekî belgefîlma ser helbestvan Selah Sadûlla(Hevserê Sînem Xanê). Belgefîlma li ser Erdewan Zaxoyî, li ser Eyaz Yûsiv, li ser Hesenê Cizîrî, li ser helbestvan Xalis Xelîl, li ser Çemê Xabûr..lê ev kar jî wî têr nakin û dixwazê wan aşûpên di mêjiyê xwe de derbasî nava cîhana fîlman bike. Ji encama kar û xebata wî ya bi rêk û pêk deriyê xelatan lê ve dibe û gelek xelatan werdigire. Di sala 2010’an de di Yekemîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Duhokê de xelata derhênerê herî baş werdigire
SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Monday, March 28, 2011

Filma Press 3 xelatên din girtin

Filma Press ku serpêhatiyên rojnamevanên Ozgur Gundemê vedibêje di 22'emîn Festîvala Filman ya Navneteweyî de 3 xelatên cuda girtin. Derhinêr Sedat Yilmaz, di merasîma xelat de got, "Yên îro bûne hewariyên azadiyê gelo di salên 90'an de dema li Amedê rojnamevan dihatin kuştin li ku bûn."

22'emîn Festîvala Filman ya Navneteweyî ya ji aliyê Weqfa Lêkolînkirina Ragihandina Girseyê ya Cîhanê ve hatibû lidarxistin,
bi merasîma xelatê bidawî bû. Filma Derhinêr Dervîş Zaîm ya "Golgeler ve Suretler" xelatê Fîlm û Derhinerê Herî Baş, fîlama "Karbeyaz" jî Xelatê Taybet yê Mahmût Talî Ongoren girt.

SENARYOYA HERÎ BAŞ

Di mihrîcanê de lîstikvanên filma Press ku serpêhatiyên rojnamevanê Ozgur Gundemê yên buroya Amedê vedibêje, Aram Dîladar, Xelatê Listikvanê Nû yê Hêvî Dide, Derhêner Sedat Yilmaz jî Xelatê Derhênerê Nû yê Hêvî Dide girt. Her wiha fîlmê Xelatê Senaryoya Herî Baş yê Onat Kutlar girt. Di Festîvalê de fîlmên Derhiner Musa Ak ya "Mada" fîlma Derhiner Mehmet Ozgur Candan "Goç" fîlma ku rewşa zarokên mexdûrê TMK'ê vedibêje ya Cenk Ortulu û Zeynel "Taştan Vîcdanlar".

Filma Press beriya niha jî di Festivala Film ya Altin Portakalê ya Antalayê de Xelatê Taybet ya Juriyê girtibû.
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib