Ad (728x90)

Showing posts with label SÎNEMAYA BIYANÎ. Show all posts
Showing posts with label SÎNEMAYA BIYANÎ. Show all posts

Saturday, October 17, 2015

Çavkaniya fîlma "The Martian" rastiyên zanistî ye


Çavkaniya fîlma "The Martian" rastiyên zanistî ye
 
Li gel bingeha xurt a zanistî ya fîlmê di heman demê de bi aksîyon û peroşa bilind re têr û tije ye.

HawarNet 
17 Cotmeh, 2015

Îsal piştî "Interstellar"ê fîlmeke din a nû ku xwe dispêre zanist û ezmanê bi navê  "The Martian" (Marsî)  di vîzyonê de ye. Senaryoya fîlmê hema bi temamî bi rave û diyar kirinên zanistî re tije ye. 

Qehremanê fîlmê Mark ku ji ber ku hevalên wî wisa fikirîn ku ew miriye ye û wî li Marsê hiştin û çûn divê ji bo ku di jiyanê de bimîne gellek pirsgirêkan bi riya zanistê çareser bike. 





Li gel bingeha xurt a zanistî ya fîlmê di heman demê de fîlm bi aksîyon û peroşa bilind ve têr û tije ye.

Derhêner Ridley Scott piştî fîlmê xwe ya bi navê "Prometheus" ku zêde nehatibû ecibandin vê carê karekî baş derxistiye holê. 




The Martian (Marsî) 
Derhêner: Ridley Scott
Lîstikvan: Matt Damon, Jessica Chastain, Kristen Wiig Jeff Daniels, Michael Peña, Sean Bean, Kate Mara...
Cure: Zanist/vehan
Welat: DYA
Sal: 2015
Budce: 109 000 000 $







c7 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, July 15, 2015

Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne


Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne
 
Schwarzenegger dev ji fîlmên xwe yên bêwate bernade.

HawarNet 
15 Tîrmeh, 2015 

Lîstikvanê Emerîkî Arnold Schwarzenegger piştî 30 salî ji pêşkêşkirina rola mirovê maşîn di her sê beşên fîlma 'TERMINATOR', careke din dibe maşîn.

Schwarzenegger yê 69 salî, ku bi eslê xwe ji Austuryayê ye, berî çend salan dest ji Hollywood`ê berdabû ji ber ku ew bû serokê wîlayeta 'California' ya Emerîkî. Lê careke din beşdarî wa fîlmê dibe di beşa nû de ''Terminator Genisys.''

Ev fîlma li ser cenga di navbera mirov û maşînan de, ku gelek bi navûdeng bibû, wê bi beşa xwe ya nû bala hejmarekî mezin ji temaşevanan bikişîne, nemaze (Bi taybetî) ku  Schwarzenegger wê têde dîsa rola maşîna ku berxwedana mirovahiyê dike, pêşkêş bike. Lê li gor rexnegiran ji nav fîlmên termînatorê xeleka herî xirab ev e.


4 FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, May 16, 2015

Sînema: “Raman bi çekan nayên kuştin”


“Raman bi çekan nayên kuştin”
 
Piştî 11ê Îlona 2001a gelek film li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu film ne weke vî filmî Biraderên Wacosky ye. Di dawiya filmê de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”

HawarNet 
16 Gulan, 2015

V for Vendetta (2005)
Șêwaz: Aksiyon, Zanistî Xeyalî, Heyecan
Dem: 132 deqîqe
Derhêner: James McTeigue
Nivîskar: Andy Wachowski, Lana Wachowski
Ekterên Filmî: Hugo Weaving, Natalie Portman û Rupert Graves
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10


Çîroka filmî
Di serdema hikûmeta dîktatorî li Ingilîstanê, qehremanek şorişger bi navê “V” li bajarê Londonê îsyan dike.



Danasîna filmî

V for Vendetta filmekê bi heyecane ku di sala 2005-ê de ji hêla derhênerê Awistralî James McTeigue û li gor çîrokên pirtûka Comic Strip a V for Vendetta ji nivîsandina Alan Moore û David Lloydî ve hatiye çêkirin.


Filmê bi navê "Ji bo Vandeta" bi çîroka têkoşerekî li Ingilîstanê ku xwestiye Parlementoyê bombe bike dest pê dike. Piştre kamera berê xwe dide Brîtanya ya pêşerojê. Di brîtanya ya we çaxê de, bûyereke weke 11ê Îlonê bi alavên Kîmyewî çêdibe û Brîtanya dikevê bin desthilatiya dîktatorekî navdar. 

Her kes û hemû tişt tîne şopandin û hemû kar û xebat ji bo parastina Partiya Dewletê ye. Qehremanek bi navê “V” di vê rewşê de derdikeve holê û behsa şîddeta meşrû dike. Û di televîzyonê de bang li gel dike û dibejê ew ê 5 Sermawezê Parlemetoyê bombe bike. V, ji gel dixwazê kû sala werê roja 5ê Sermawezê werin ber Parlementoyê.


Di berdewama filmî de temaşavan fam dike kû “V” bi reqemê Romanî nimroya hicra pêncemîn e. Ev hicre jî, cihê kû V tê de girtî mayî û di hicrê de gelek îşkence dîtiye û di teqîna ve nîvgirtîgehê de çêbûyî rizgar bûye. Piştî rizgarbûnê qehremanê filmî, bi Maskê xwe yê kenok ji xwe re xirakirina sîstemê dike armanc. 


Jixwe 5 Sermawezê jî kuştina wî qehremanê  berê yê xwestî Parlementoyê bombe bike ye. 5 sermawezê semboleke berxwedanê ye ji bo V. qehremanê filmî V, di dawiya film de dide xûyakirin kû hemû tişt ji bo ku dîktator werê ser kar qewimiye. Erîşa Kîmyewî jî ji bo ku Partiya dîktator desthilatiyê bike destê xwe ji aliyê zilamên dîktator ve çêbûye. 




Piştî 11ê Îlona 2001a gelek film li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu film ne weke vî filmî Biraderên Wacosky ye. Di dawiya filmê de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”.


Xelat
V for Vendetta di sala 2005"ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 16 xelatên cîhanî.


Hûrgilî
Welat: Emerîka, Brîtanya, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11"ê December 2005"ê
Cîyê film girtin:  Aldwych Underground Station, Aldwych, Holborn, London, Ingilîstan, Brîtanya
Butçeya filmî: $54,000,000 (tê texmîn kirin).

Cîhana Fîlman
11 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Wednesday, March 25, 2015

"Anton Çexov 1890"


"Anton Çexov 1890"
 
Havîna sala 1890´î ye. Ji bo ku hinek persan bi dest bise §u debara malbâti xwe bike, Anton Çexov, doktorekî mutewazî dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike ji bo rojnameyan. 

HawarNet 
25 Adar, 2015

Ew van çîrokan bi navê  Antoşa Çêxontê mohr dike.  Mirovên girîng ên civaka wê demê, nîvîskar û weşanger jê re dibêjin ku ew di karê nivîsê de hoste ye. Ev jî dike ku ew bi jêhatîbûna xwe bihise. Anton Çexov xelata Pûşkîn bi dest dixe û bi ser de jî heyraniya Tolstoy. Lê belê mirina birayekî wî ji ber wêremê di be sedema derbeke şexsî ya li Çexov ketî; ew vê yekê weke têkçûna xwe dinirxîne û dike sedem ji bo ku ji navdariya xwe û ji evînên xwe bireve. Hingê sozeke wî tê bîra wî û berê xwe dide girava Saxalînê ku 10 hezar kîlometroyan dûr e ji Moskovê.

Ji rejîsorekî mutewazî
Ev çîroka filmê bi navê Anton Tchekhov 1890 e. Derhênerê fransî René Féret filmeke 96 deqîqeyan dirêj ji vê çîropkê re veqetandiye. Nicolaus Giraud jî bi rolê Çexov radibe. Li gorî rexnegirên sînemê rejîsorê mutewazî bi samimiyeteke mezin û aqilekî hêja kiriye ku kesayeta Çexov bi temamkirina dekorên otantîk pêk were. Encam ew e ku kên caran di filmên li ser kesayetiyên navdar de em weke vê filmê ber bi aliyên evqasî bi kêşe ve tên kişandin.  

Film hefteya bihurî li Franseyê kete vizyonê û li gorî serketina wî dibe ku li sînemayên ewrûpî û dinyayê jî were nîşandan. 


PARIS
NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Monday, January 5, 2015

Fîlmê aksiyon ê mexdûran! EXODUS


Fîlmê aksiyon ê mexdûran! EXODUS
 
Filmê „Exodus: Xweda û Kral“ bi tevlîhevkirina dîroka kevn û nû xizmetê ji polîtîkayên “mexdûrbûnê“ yên ku serdestên cihû di tevahiya dîrokê de serî lê didin. Di hin sahneyên filmê ku jiyana Hz. Mûsa nîşan dide de mirov dibêje belkî yê diaxife ne Ramsese, Adolf Hîtler e an subayekî naziyan e. 

HawarNet 
05 Çile, 2015

Fîlmê derhêner Ridley Scott ê bi navê „Exodus: Xweda û Kral“ di dawiya sala 2014’an de kete vîzyonê. Di fîlmê ku cîh dide gelek beşên Tewratê de pêvajoyên girîng ê jiyana Hz. Mûsa tên vegotin. 

Bi platoya hatiye avakirin, kostûm û tevgera heyî bi carekê re temaşevan dikevine atmosfera şaristaniya Misir a Antîk a beriya sê hezar sal. Bûyerên di Tewratê de derbas dibin dema derbasî dîtbariyê hatine kirin re fîlm bi gelek sahneyên tije aksiyon hatiye xemilandin. Vergerîna çemê Nîlê ji xwînê, dagirkeriya beqan, dagikeriya mêşan, mirina heywanan, belavbûna xweşiyan, dagirkeriya kuliyan, belaya tarîtiyê, mirina zarokên yêkemîn ku di Tewrat û Ahît a Nû de mîna bela û xezebên xwedê bi ser Misirê de şandine tên vegotin bi dîtbarî û efektên ku sînorê hiş û axilê mirov derbas dikin re tên pêşkêş kirin.  Mijar-mucîzeya şeqitîna Deryaya Sor  bi şêwazekî aqilane mîna pêkhatina „med-cezîr“ê tê nîşandan. Lê dîsa jî mirov matmayî dihêle. 

Ferzkirina Tewratê  
Par di van deman de fîlmekî din ê bi heman şêweyî dihate guftûgo kirin. Fîlmê Darren Aronofsky yê bi navê „Nûh: Tofana Mezin“ jî mîna „Exodus: Xweda û Kral“ referansa bi tenê Tewrat e. Bi van fîlmên ku ji bo kişandin û weşandina wan butçeyên bêhempa tên pêşkêş kirin pirsa tê hişê mirov eve: Gelo bi rêya sînemeyê Tewrat li tevahiya cîhanê tê empoze kirin?

Ji aliyekî ve Tewrat refansa bi tenê ye ji aliyê din ve jî bi tevahî ev film xistina bin xizmeta polîtîkayên „mexdûrbûnê“ yên serdestên Cihû bi hezarên salan dimeşînin û dewleta Îsraîlê jî mîna rêbaz hilbijartî ye.  

Bi teknolojiya serdema me re gelek rudan û mija henek ku xizmeta vê polîtîkayê bikin. Bi projeyên li ser zalim ê dîrokî yên mîna Nemrût, Firavûn, Hîtler  mîna fîlmê „Exodus: Xweda û Kral“ bi tevlîhevkirina bûyerên kev û yên nû wê amûreke mîna sînemeyê gelek caran bikar bînin. 

Misira Antîk e, an Almanya Nazî ye?
Heger dekor û kostum werin guhertin mirov yekser dikare bibêje ku bûyer ne li Misir a Antîk lê li Almanyaya Naziyan derbas dibe. Komkirina laşên mirovên cihû yên hatine qetilkirin, şewitandina wan ji derbaskirina bûyerên beriya 60 salî li Almanyaya Nazî ya Misira Antîk a beriya sê hezar sal pêde nayên ti wateyê. Bi agahdarkirina Ramses a ku Mûsa Cihû ye tirîpên ku Ramses dikevê nav û tehdîdên îtîrafkirina „rastiyê“ mirov dikevê nava dudiliyê gelo yê diaxife Ramses e an nijatperest û faşîst Adolf Hîtler/subayekî Naziyan e?

Pîrtûkên olî û dîroknas hemfikirin ku Mûsa ji bo sazkirina aramiya herêma başûrê Misirê ji aliyê sarayê ve hatiye wezîfedar kirin. Di dema li wir de rêveberekî Misirî dema eziyetê li mirovên wî dike Mûsa jî wî rêveberî dikûje û ji Misirê direve. 
Lê belê fîlm li ser „fêrbûna“ Ramses a cihûbûna Mûsa hatiye saz kirin. Ji ber ku Mûsa Cihû ye mirin heq kiriye û li çolê terkî mirinê kirine.  Ji bo bandorkirina mirovên serdema me pêwistî bi karanîna argûmeneke mîna „nijatperestî“ ya ku nexweşiya herî giran a serdema me ye dîtine. Bi vê rêbazê jî diyare digihijin hedefa xwe. 
Dîsa Mûsa piştî mayîna 9 salan li çolê vedigere Misrê û artêşeke gerîla avadike û mîna têkoşînê rizgariyê yê sedsala 19. li dij rejîmên faşîst û dîktaroriyel tevdigere. Lê belê di pirtûkên pîroz tevan de tê gotin ku Mûsa hewl dide Ramsesê Firewn û qewmê wî islah bike. Banga li wan dike, mûcîzeyan nîşanî wan dide. Her ku li ber xwe didin xezebên xwedê mîna feleketan tên serê wan da werin rêya rast. Lê belê ji ber ku islah nabin pêşengiya gelê xwe dike û Misirê di terikînin. Ramses ku plan dike li kêleka Deryaya Sor tevan bikûje bi mûcezeya şeqîtîna deryayê helak dibe. Ti pirtûk û dîroknas qal nakin ku Mûsa li Misirê artêşê ava dike, tev hemfikirin ku piştî dikevin rê artêşê avadike û ji bo yekîtiyê biparêze rêxistinbûyînê pêk tîne û 10 emir ên navdar jî di vê pêvajoya dirêj a rêwîtiya 40 salî de pêk hatine. 

Xweda mêr e!
Di fîmê „Nûh: Tofana Mezin“ de xwedê di sûretê mar de bi Nûr re diaxifî. Lê vê carê xweda di sûretê lawikekî zarok de didin axaftin. Ji axaftinê wêdetir beşên Tewratê bi wî tînin zimên. Mîna mêr nîşandana xwedê gelo encameke têgihiştin û bandorên desilatdariya cinsparêz a mêr e, an tercîheke domkirina ji jiyanên dûr hiştin, tine hesibandina jinê ye nayê zanîn lê di fîlm de jin tune ne. Her tişt mêr e, heta bi xwedê jî…

Mûsa, Harûn, Şuayb
Di dema Hz. Mûsa de navê du pêxemberên din jî di pirtûkê pîroz de derbas dibe. Birayê Mûsa Harûn û serkarê qebîleya Ereb a li herêma Medyen a di navbera Urdun û Erebîstanê de Şuayb e. Di rastiyê de xwediyê fikr û rêxistinbûyina tirakindina Misirê Harûn e lê belê ji bo vê yekê pêwistiya wan bi fermandarekî heye. Ew jî ji birayê wî Mûsa yê di saraya Firewn de hatiye perwerdekirin pêde ne kesekî din e.  Şuayb ê li gora Kur’anê jî pêxember e, Di têgihiştin, perwerde û kesayeta Mûsa de xwedî roleke mezin e. 

Şuayb di Tewratê de bi navê „Yitro“ derbas dibe û tê îdîakirin ku  ew jî ji qewmê îsraîl e, yanî Cihû ye. Keçawî Tsipora (bi kurdî Safura tê gotin) bi Mûsar re dizewice û bi navê Gerşom û Eliezer du lawê wê çêdibin. Tê îdîa kirin ku dema vegerê Şuayb, Tsipora û her dû lawên wî jî beşdarî wan dibin. Lê rastî berovajî vê yekê ye ye. Ji ber ku jina Mûsayê qewmê Cihû ji koledariyê û zilma Firewn rizgar kir ne Cihû ye li rasta cudakarî û muameleyên xirab tê. Çarenûsa wê dibê çi tam ne diyar e…

AZÎZ OGUR
GOTAR SÎNEMAYA BIYANÎ

Friday, December 12, 2014

10 lîstikvanên jin ên herî baş ên 2014'an


10 lîstikvanên jin ên herî baş ên 2014'an
 
Malpera IMDB'yê bi dengên bikarhênerên xwe 10 lîstikvanên jin ên herî baş ên îsalê hilbijart. Lîste wiha ye:

HawarNet 
28 Kanûn, 2014

Li gor IMDB'yê 10 lîstikvanên jin ên herî baş a 2014'an




10. Eva Green

9. Emma Stone



8. Rosamund Pike



7. Chloe Grace Moretz



6. Nicola Peltz



5. Scarlett Johansson



4. Emilia Clarke


3. Margot Robbie


2. Jennifer Lawrence


1. Shailene Woodley
.
3 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Tuesday, December 9, 2014

Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe


Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe
 
Ji bo cara yekê di dîroka sînemaya kurdî û festîvalên cîhanê de derhênerekî kurd dê bi navê Kurdistanê tevlî yek ji mezintirîn festîvalê cîhanê ya bi navê “Golden Globe” dibe. 

HawarNet 
09 Mijdar, 2014  

Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, ku welatiyê amerîkî û li bajarê Los Angelesê dijî, dê bi fîlma xwe ya bi navê “Mûmek, Du Mûm” beşdarî festîvala Golden Globe bibe û bi derhênerên din re li ser xelata festîvalê hevrikiyê bike. 

Derhêner Cano Rojbeyanî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî li ser navê Kurdistanê tevlî festîvala Golden Globe dibe û wiha anî ziman:

“Festîvala Golden Globe ku xelata wê di asta xelata Oscarê de ye, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî vexwend festîvalê. Destpêka ji min re gotin fîlma te dê li ser navê Iraqê beşdarî festîvalê bibe lê min ev qebûl nekir û min daxwaz kir fîlma min li ser navê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Ji ber ku Kurdistan dewleteke serbixwe nîne destpêkê qebûl nekirin û ji min re gotin li ser navê Amerîkayê tevlî bibe. Lê min qebûl nekir û ez li ser navê Kurdistanê rijd bûm. Di dawiyê de komîteya festîvalê qebûl kir.”





Rojbeyanî anî ziman ku fîlma wî par jî ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerên Dîtbarî ya Amerîkayê ve hatibû vexwendin lê Wezareta Kulturê ya Iraqê bersiva nedabû daxwaziya akademiyê ji ber wê jî wî nexwest li ser navê Iraqê beşdarî festîvala Golden Globe bibe. 

Fîlma kurdî ya “Mûmek, Du Mûm” (One Candle, Two Candle) par li Hollywoodê û New Yorkê hat nîşandan. Di fîlmê de çîroka jiyana keçeke kurd tê gotin ku dixwazin bi zorê bidin mêr. Fîlm li Herêma Kurdistanê hatiye kişandin. 

Fîlma “Çaplînê Çiya” (Chaplin of the Mountains) a Can Rojbeyanî jî di medyaya Amerîkayê de gellekî deng vedabû. Fîlma “Jiyan” a Rojbeyanî jî ku behsa komkujiya Helebceyê dike, gellek xelat standibû. 

Derhêner Cano Rojbeyanî eşkere kir ku dest bi kişandina rêzefîlmekê jî kiriye û da zanîn, dê rêzefîlma xwe sibê (10ê Kanûnê) li Herêma Kurditanê bide nasîn. Navê rêzefîlmê “Mala Hêviyê” ye. 

Di festîvala îsal a Golen Globe de ji 39 welatan 53 fîlm dê hevrikiyê bikin. Xelatên festîvalê roja 12ê Kanûna îsal tên dayîn. 

Festîvala Golden Globe her sal ji aliyê Komeleya Çapemeniya Biyanî ya Hollywoodê ve tê lidarxistin.




FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Friday, November 7, 2014

Interstellar: Di galaksiyek din de ava kirina cîhaneke nû...




Û... "Interstellar" kete vîzyonê

Li ser rûyê erdê bêavî zêde bûye û di avhewayê de guherînên mezin çêdibin. Hebûna mirovan û dinya dikeve talûkeyek mezin.
Di vê navberê de, qulika kurmika hatiye kifşkirin û ev jî ji bo mirovahiyê dibe hêviyek. Komek astronot hewl didin ku ji vê qulikê derbas bibin û ji bo jiyanê cihên nû kifş bikin.

Di cihê nû de, seetek dike heft seetên dinyayê û divê kaşîf him bi lêzgînî tevbigerin, him jî bi
wêrekî.







Derhênerê fîlma Interstellar (Di navbera stêrkan de), derhênerê Îngîlîz Christopher Nolan(Kirîstivi Nolin) dike. Matthew McConaughey(Metîuv Mikanegey) , Anne Hathaway(Een Hetiwey) û Jessica Chastain(Cesîka Şistiin) lîstîkvanên fîlmê ne. Fîlm wek cureya drama û xewnezanistî hatiye kişandin.Gelek hezkirinê fîlmê li hêviya vê fîlmê ne.



Fragman
 
14 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Tuesday, August 26, 2014

Li ser fîlma "Enemy"ê

Ev ji kengî de bû min fîlmeke ku dikute mejiyê mirov temaşe nekiribû. Piştî min ev fîlma temaşe kir ez têgihiştim vê encamê: Divê mirov carinan li fîlmên wisa temaşe bike kî benê di nava xwe û sînemayê de tundtir bike û bixwaze zêdetir li fîlman temaşe bike. Ger mirov liqayî fîlmeke ku zêde jê nayê fêhm kirin, bê, wê here li ser fîlmê hinek lêkolîn bike û bi vî hawî wê xweberê têkeve nav sînemayê.. Min ji tecrubeyê xwe û nêrînên derdora xwe vê yekê fêhm kir. Ka çiqasî rast e ez wê nizanim lê divê rast be..


Fîlm ji temaşevanan re weke kêliyekê tê. Yanê mirov fêhm nake bê çawa fîlm dest pê dike û çawa diqede. Ji ber ku di her kêlîkê fîlmê de rageşî heye temaşevan dikeve nava mijarê û bi karakterên fîlmê re li ser pirsgirêkan difikire, dixwaze çareseriyekê bibîne. Yanê wel hasil-î kelam fîlm xweş e û pêşniyarî her kesî dikim..

Ewil mijara vebêjim. Bi kurtasi wisa ye: 'mamosteyekî dîrokê yê zaningehê rojekê li fîlmekê temaşe dike û di fîlmê de mêrikekî dişibe xwe dibîne û li ser vî mêrikî hinek lêkolîn dike. Dûvre navnîşana mêrik dibîne û bi mêrik re dikeve têkiliyê. Piştî ku dibîne her tiştê wî û yê mêrik eynî ye, dikeve fikirînek kûr.. piştî vê bûyer mûyer her tişt diqewimin..'



  Êdî ez werim li ser tişta ku di fîlmê de tê qal kirin an jî fîlm çi ji me re vedibêje an jî di fîlmê de çi dibe.. Dema min fîlmê qedand ez li ser du îxtîmalan sekinîm. Ya yekê: 'lehengê me li rastî kesayetiya xwe ya din  tê û bi wê re têdikoşe..' Ya duda jî ev e ku di fîlmê de hêzên nesirûştî wî mêrikî tînin li hemberî lehengê me û dixwazin çend peyaman ji wî re bêje'. Em nikarin bêjin bê ka kîjan îxtîmal ya misoger e lewra di fîlmê de zêde tişt tune ne ku mirov mijarê fêhm bike.. Lê tabî ixtîmala ewil bêtir bimantiq e. Ezê jî li ser wê herim. (Hişyarî: Piştî vir, heya cihekî spoiler e) Di serê fîlmê de em hêwanek mezin û tarî dibînin. Di vê hêwanê de jinek diwelide û piştî vê jinek din tê û pêlî pîrêyekê dike. Di dawiya fîlmê de jî ew jina bi himil dibe pirêyek mezin. Em ji vê yekê dikarin vê encamê derxin: 'ev jina bihimil ji aliyê jineke din tê eciqîn û di dawiyê de jî pir mezin dibe ku ji aliyê tu jinên din neyê eciqîn. Îcar em werin li ser bûyerên di fîlmê de: di fîlmê lehengê me yê rasteqîn(yanê kesayeta wî ya baş) bi jinekê re derdikeve û kesayeta duyemîn jî bi vê jina bihimil re zewiciye. Yanê lehengê me jina xwe dixapîne û bi jinek din re derdikeve... Di ew sehneya ku kesayetê ewil û jina bihimil bi hev re radikeve jinik ji wî re dibêje "dibistan çawa derbas bû?" Ji vê pirsê jî em dikarin fêhm bikin ku herdu mêrik heman kes in.(dawiya hişyariyê)'




  Bi kurtasî sehneya kilît ew sehneya di serê fîlm de ye ku di hêwanek tarî de dibihure.
  Performansa Jake Gyllenhaal dîsa pir başbû. Du kesayetên cuda xweş lîstibû. Ez ji vira silavekê ji wî re dişînim :)

-- Fîlm di sala 2013an de hatiye kişandin.
-- Derhênerê wê Denis Villeneuve e.

Derhênerî: 7.6
Senaryo: 7.5
Lîstikvanî: 8.0
Sînematografî: 7.8
Muzîk: 7.3


Mazlum Ozdogan

GOTAR SÎNEMAYA BIYANÎ

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib