Ad (728x90)

Showing posts with label FESTÎVAL. Show all posts
Showing posts with label FESTÎVAL. Show all posts

Saturday, January 10, 2015

"Sînemaya Kurd sînorên li Kurdistanê radike"


"Sînemaya Kurd sînorên li Kurdistanê radike"
 
Li Êlihê ku bi darbeya 12’ê Îlonê re ji 20’î zêdetir salonên sînemayê hatin girtin, bi Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney sînemaya gel di bin sînema.

HawarNet 
10 Çile, 2015

Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ku îsal a 5’emîn pêk tê bi armanca balê bikişînin ser komkujiya Şengalê bi şîara ‘Şengal Şimala Şengalê’ pêk tê.  Derhêner Zeynel Dogan da zanîn ku wê Mîhrîcan sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin rake û pêşî li aktîvîteyên hunerî yên ku gel dixwazin nayê girtin.

Li Êlihê 5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney ket roja sêyemîn û  Derhêner Zeynel Dogan ku Rêveberê Akademiya Sînemaya Rojhilat e, li ser çanda sînemaya Kurdistanê û sînemaya gel ji ANF’ê re axivî.

Dogan da zanîn ku Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ji bo her bajarî pêwîst e û ev xebat li ser daxwazan pêk hatiye, her çûye mezin bûye û temaşevanên xwe ava kiriye.

Dogan anî ziman ku ji bo temaşevanên bajaran bên dîtin divê fîlman bibin bajaran û got: “Heta fîlm neçe mirov nekare biryar bide ka li wir potansiyel heye yan na. Ji ber vê jî ev teqeze ku li Kurdistanê potansiyela sînemayê heye. Lê ev potansiyel bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatiye şikandin. 

Mînak li Êlihê beriya darbeya 12’ê Îlonê 20 salonên sînemayê hebûn. Ev civak çanda sînemayê dizanin. Lê bi darbeyê re ev hatiye şikandin û niha bi Mîhrîcana Yilmaz Guney ev tê berhevkirin.



GEL LI BER XWE DIDE, DIXWAZIN BERXWEDANÊ DI SÎNEMAYÊ DE BIBÎNIN

Dogan got ku ew xwe berpirs dibînin ku qirkirina li Kurdistanê hatiye jiyîn bi temaşevanan re bînin cem hev û got: “Dema me dest bi xebatê kir, me bajarekî ku refleksa wê heye, rexne dike, yên bertekên wan heye, yên bendewariyên wan yên polîtîk hene hilbijartin. Divê mîhrîcan jî li gorî vê bi teşe bibe û bibe bersiv. Me ev daxwaz li ber çavan girt.  Bajar li ber xwe dide, dixwaze fîlmekî ku li ber xwe dide temaşe bike, jina berxwedêr bibîne, zarokê li ber xwe dide bibîne û dengbêjiya li ber xwe dide bibîne. Li Kurdistanê qirkirin heye û dixwazin derhênerekî bi hêz û fîlmek bi hêz bibînin. Belê ev mîhrîcan jî van daxwazan ava dike.”

Dogan bi lêv kir ku di encama rexneyên ku derhênerên derketin pêşberî temaşevanan girtin de ji bo fîlmekî bihêztir bikişînin hewl dane û ev mîhrîcan bi hêz dike, temaşevanê fîlm bi hêz dike û  hejmara temaşevanan zêde dike.

DIVÊ AMED BI MAHABADÊ RE BÊ CEM HEV

Dogan destnîşan kir ku bi sînameya Kurdî re sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin jî wateya wan nemaye û ger Amed û Mahabad têkiliyên xurtir ava bikin wê bi sînemaya Kurdistanê re qezencên Kurdan jî xurtir bin. Dîha
FESTÎVAL hn4 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Thursday, December 25, 2014

Li Amedê Rojên Fîlmên Kurdî


Li Amedê Rojên Fîlmên Kurdî
 
Li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî Mala Sînemayê û Koma Sînemaya Kurdî bi hev re li Stenbol û Amedê Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin.
HawarNet 
25 Kanûn, 2014

Mala Sînemayê ku li Başûr karê sînemayê dike û Koma Sînemaya Kurdî ku di bin banê Weqfa İsmail Beşikçî de xebatên sînemayê kurdî dimeşîne bi hev re li herdû şaxên Weqfa İsmail Beşikçi Rojên Fîlmên Kurdî li dar dixin. Bername bi şiyara gotina Yılmaz Güney; ‘sînemya awayek serhildanê ye’fîlmên Başûr li Stenbol û Amedê nîşan dide. 

Di çalakiyê de hewl bê dayîn ku bal bikşînin berxwedana Kobanê ku ev sed rojê derbas kirî ye. Bernama li Stenbolê ku li terasa Weqfa İsmail Beşikçi were li dar xistin di êvara 26 vê mehê dest pê bike û di 27 û 28’ê mehê jî bidome..
FESTÎVAL hn1 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Tuesday, December 9, 2014

Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe


Kurdistan cara pêşî tevlî “Golden Globe” dibe
 
Ji bo cara yekê di dîroka sînemaya kurdî û festîvalên cîhanê de derhênerekî kurd dê bi navê Kurdistanê tevlî yek ji mezintirîn festîvalê cîhanê ya bi navê “Golden Globe” dibe. 

HawarNet 
09 Mijdar, 2014  

Derhênerê kurd Cano Rojbeyanî, ku welatiyê amerîkî û li bajarê Los Angelesê dijî, dê bi fîlma xwe ya bi navê “Mûmek, Du Mûm” beşdarî festîvala Golden Globe bibe û bi derhênerên din re li ser xelata festîvalê hevrikiyê bike. 

Derhêner Cano Rojbeyanî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî li ser navê Kurdistanê tevlî festîvala Golden Globe dibe û wiha anî ziman:

“Festîvala Golden Globe ku xelata wê di asta xelata Oscarê de ye, cara yekê ye ku fîlmeke kurdî vexwend festîvalê. Destpêka ji min re gotin fîlma te dê li ser navê Iraqê beşdarî festîvalê bibe lê min ev qebûl nekir û min daxwaz kir fîlma min li ser navê Kurdistanê beşdarî festîvalê bibe. Ji ber ku Kurdistan dewleteke serbixwe nîne destpêkê qebûl nekirin û ji min re gotin li ser navê Amerîkayê tevlî bibe. Lê min qebûl nekir û ez li ser navê Kurdistanê rijd bûm. Di dawiyê de komîteya festîvalê qebûl kir.”





Rojbeyanî anî ziman ku fîlma wî par jî ji aliyê Akademiya Zanist û Hunerên Dîtbarî ya Amerîkayê ve hatibû vexwendin lê Wezareta Kulturê ya Iraqê bersiva nedabû daxwaziya akademiyê ji ber wê jî wî nexwest li ser navê Iraqê beşdarî festîvala Golden Globe bibe. 

Fîlma kurdî ya “Mûmek, Du Mûm” (One Candle, Two Candle) par li Hollywoodê û New Yorkê hat nîşandan. Di fîlmê de çîroka jiyana keçeke kurd tê gotin ku dixwazin bi zorê bidin mêr. Fîlm li Herêma Kurdistanê hatiye kişandin. 

Fîlma “Çaplînê Çiya” (Chaplin of the Mountains) a Can Rojbeyanî jî di medyaya Amerîkayê de gellekî deng vedabû. Fîlma “Jiyan” a Rojbeyanî jî ku behsa komkujiya Helebceyê dike, gellek xelat standibû. 

Derhêner Cano Rojbeyanî eşkere kir ku dest bi kişandina rêzefîlmekê jî kiriye û da zanîn, dê rêzefîlma xwe sibê (10ê Kanûnê) li Herêma Kurditanê bide nasîn. Navê rêzefîlmê “Mala Hêviyê” ye. 

Di festîvala îsal a Golen Globe de ji 39 welatan 53 fîlm dê hevrikiyê bikin. Xelatên festîvalê roja 12ê Kanûna îsal tên dayîn. 

Festîvala Golden Globe her sal ji aliyê Komeleya Çapemeniya Biyanî ya Hollywoodê ve tê lidarxistin.




FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Friday, November 7, 2014

Mîhrîcana belgefilman li Amedê dest pê kir

 7'min mîhrîcana belgeflîman bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke kolektîf hûn jî dikarin tiştek bikin" bi pêşengiya Komeleya Duçerxan a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Jingehê ve cara yekem li Amedê dest pê kir.


7'min mîhrîcana belgeflîman bi dirûşmeya "Ji bo jiyaneke kolektîf hûn jî dikarin tiştek bikin" bi pêşengiya Komeleya Duçerxan a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Jingehê ve cara yekem li Amedê dest pê kir. Mîhrîcana belgefilman bi tevlîbûna filmhezan li Navenda Çanda û Hunera Ciwanan a Cegerxwîn a Amedê bi filmên "Taxa Aştiyê" û "Hatiye li xwe kirin" hat vekirin.

Piştî temaşekirina filman di derhekê filman de Engîn Çuban ku di organîsayona jingehê cih digirê axaftinek kir. Çuban diyar kir ku di her filmê de rastiya pergalê û jiyanê heye û armancan wan ewe ku rastiyê bidin nişandan. Çuban, li ser pergala kapîtalîzmê rawestiya û wiha anî ziman: "Armanca me ya herî rastî ew bû ku temaşevan dema ku filman temaşebikin rastiya jiyana ku tê de dijin his bikin û rastiya kapîtalîzmê bibinin."

Piştî axaftina Çuban di di navbera temaşevan û organîzyonan de derhênerê filman de sohbet hat kirin. Mîhrîcan heya 8 û 9'ê mîjdarê bi filmên cuda dê bidome.
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Tuesday, September 30, 2014

Dê kîjan hunermend beşdarî Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê bibin?

Serlêdanên 2'emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya "Azadiyê" ji bo Rojava tê çêkirin qediya. Îsal nêzîkê 150 fîlmên di beşên cur bi cur ji bo pêşbirkê hatin. Mêvanê îsal ê Fîlm Amedê jî derhêner û lîstîkvanê navdar Kadîr Înanir e.

Amedehiyên Mîhrîcana Fîlmên Navteteweyî ya Amedê ku ev cara duyemîn tê lidarxistin hêdî hêdî bi dawî dibin. Mîhrîcana Fîlm Amed ji bo bipêşxistina huner û hişmendiya hunerê ya fîlman çêdibe li ser xeta azadîxwaz û civaka demokratîk armanc dike. Mîhrîcana ku bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên wek Peyas, Rezan û Sûrê tê lidarxistin dê îsal di navbera 27 Cotmeh-2'yê Sermawezê de pêk bê. Di mîhrîcana îsal de çand û hunera kurdan, erdnîgariya Kurdistanê jî dê bê danasîn. Ligel vê yekê di vê mihrîcanê de gelek panel, semîner, pêşangeh, gotubêjên bi derhêneran re û atolye jî bên çêkirin û nîşandana fîlman dê ji gel re vekirî be.

Sedî 50 derhênerên jin serî lê dan

Serlêdanên 2'emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Amedê ku îsal bi temaya "Azadiyê" ji bo Rojava bê çêkirin jî bi dawî bû. Nêzîkê 150 film serî li Mîhrîcana FilmAmed'ê da. Gelek dernêner, bi belgefîlm, kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj, anîmasyonê serî li mîhrîcanê serî lê dan. Selêdana fîlman herî zêde di beşa belgefîlman de çêbû û ji gelek bajarên wek Tehran, Duhok, Kermanşah, Mehabad, Hewlêr û bajarên her çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê de fîlm ji bo pêşbirkê hatin şandin. Di heman demê de sedî 70 fîlmên ku ji bo pêşbirkê serî lê dane jî bi zimanê kurdî ne. Her wiha ji sedî 50'î derhênerên ku serî lê dane jî jin in.

Kadîr Înanir mêvanê taybet ê îsal e

Mêvanê taybet ê îsal jî derhênerê ku bi fîlmên "Katircilar", "Utanç" û "Selvî Boylum Al Yazmalim" tê nasîn û di demên dawîn de li ser kêşeya kurd gotinên balkêş dike Kadîr Înanir e. Di mihrîcana îsal de gelek mêvanên surprîz yên navdar jî hebin û di demeke kurt de juriyên mîhrîcanê jî aşkera bibin. Gelek fîlmên ku serî lê dane jî dê galaya wan cara yekemîn di vê mîhrîcanê de werin çêkirin.

Fîlmên ku bikevin pêşbirkê jî dê xelat bigirin. Beşên pêşbirkê û xelatên ku bên dayîn jî bi vî awayî ne:

" * Beşa fîlmên metraj dirêj: 30 hezar TL,
* Beşa kurtefîlman: 10 hezar TL,
* Beşa Belgefîlman: 20 hezar TL,
* Beşa belgefîlmên navneteweyî a piştgiriya projê: 3 heb bên hilbijartin û ji her yekî re 10 hezar TL,
* Beşa senoryoya metrajdirêj a neteweyî ya piştgiriyê: 10 hezar TL."
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Sunday, August 3, 2014

Li Amedê amadekariya Festîvala Fîlman

Piştî çend salên din Amed careke din ji bo festîvaleke fîlman dê deriyên xwe veke. Yên bixwazin dikarin ji niha de fîlm û belgefîlmên xwe bişînin.

Çend sal berê 1'emîn Festîvala Fîlman a Amedê hate lidar xistin. Paşê ew rawestiya vê carê festîvala belgefîlman Fîlmamed hat lidarxistin û îsal ew jî nehat lidarxistin. Niha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn biryar girtin ku îsal Fesîtavala Fîlman a Amedê li dar bixin. Ligel Şaredariya Bajarê Mezin şaredariyên Sûr, Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê jî piştgirî didin festîvalê. Festîval wê 27'ê sermaweza 2014'an de li dar bikeve.

Ji bo ragihandina festîvalê li Salona Encumenan a Şaredariya Bajarê Mezin bi beşdariya Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku Baytaş, rêveberên Akademiya Rojhilata Navîn M.Hadi Sumer, Rêzan Baydam, Mehmet Yalçin civîneke hat lidarxistin.

Şaredar Anli daxuyaniya ku hatibû amade kirin xwend, li ser festîvalê agahî da û got: "Festîval dê bike ku derhêner, fîlçêker, lîstikvan bên Amedê û wan bigihîne hev."

Li gor daxuyaniyê dê ligel pêşbaziya fîlm û belgefîlman, dê panel û xebatên atolyeyê jî bêne lidarxistin.


Li gor agahiyên ku hatin dayîn dê di van beşan de pêşbazî û nîşandayîna fîlman çê bibe:

-Beşa fîlmên metrajdirêj a navneteweyî ya bi xelat

-Beşa fîlmên kurtefîlman a navneteweyî ya bi xelat

-Beşa belgefîlman a navneteweyî ya bi xelat

-Beşa piştgirîdayîna projeya belgefîlman a navneteweyî ya bi xelat

-Beşa piştgirîdayîna senaryoya fîlmên metrajdirêj a navneteweyî ya bi xelat

-Beşa filmên bên nîşandayîn.

Kesên ku bixwazin fîlm, belgefîlm, senaryoyên xwe bişînin divê heta 27'ê rezbera 2014'an berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.

FESTÎVAL NÛÇE

Thursday, May 1, 2014

1. Rojên Fîlmê Kurd ên Bochumê destpê kir

Di 1. Rojên Fîlmê Kurd ên li Zanîngeha Ruhr a Bochumê hat lidarxistin de, bi dehan xwendekar hatin cem hev. Di çarçoveya Rojên Fîlman de promiyera Almanya ya fîlmê Kurd ê xwedî xelat 'Qewirandina ji Bihuştê' hat kirin. Di çarçoveya rojên fîlman de fîlmên derhênerên Kurd Hisham Zaman, Ferît Karahan û Karzan Kader tên nîşandan.

'EM FÎLMÊN KURD NÎŞANÎ EWROPIYAN DIDIN'

Axaftina vekirinê ya rojên fîlman ji xebatkarên YXK'ê Sema Kocatepe kir û bal kişand ser girîngiya Rojên Fîlmên Kurd ên li Ewropayê. Kocatepe got, "Huner di têkoşînê de xwedî cihekî girîng e. Em di haya vê de ne. Em dixwazin fîlmên Kurd ne bigihêjînin temaşevanên Ewropî hem jî Kurdan. Kêm be jî em bi ser dikevin."

Li dû axaftina vekirinê fîlmê Ferît Karahanli yê bi navê "Qewirandina ji Bihuştê" hat nîşandan.
Di çarçoveya rojên fîlman de koma muzîkê ya bi navê Koma Amargî jî berhemên xwe pêşkêş kir.

Bernameya îro û sibê ya Rojên Fîlmên Kurd ên Bochumê wiha ye:

ÎRO

-Asya(Kurte fîlm, saet: 18:00)

-Bêkes(Fîlmê demdirêj, saet:18:30)

-Zimanê min ê dayikê li ku ye(Dokûmanter, saet:20:30)

SIBÊ

-Dom(Kurte fîlm, saet:18:00)

- Before Snowfall(Fîlmê demdirêj, saet:18:15)

-Çil Mîdye(Fîlmê demdirêj, saet:20:30)

FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ

Thursday, December 26, 2013

"Festîvala fîlmê kurdî li Londonê geşbûna pîşesaziya sînemaya Kurdî dide xuyanê"

Şarezayên warê sînemayê dibêjin ev festîvalên ku ji bo fîlmên kurdî tên lidarxistin, bi taybetî li derveyî Kurdistanê, pêngaveke ber bi geşbûna pîşesaziya sînemayê ne li Kurdistanê. Yek ji wan festîvalan Festîvala Fîlmê Kurdî li Londonê ye ku e 8 sal in tê lidarxistin. Îsal festîvalê di 17ê meha borî de destpêkir û di dema heftiyekê de jî 120 fîlm hatin pêşkêşkirin.

Şêrîn Sayib, ku yek ji berpirsên rêxistina vê festîvalê ye, ji Rûdawê re got: "Ev festîval pêngaveke girîng e ji bo bingehkirina sînemaya kurdî. Ev festîval bingeha tiştekî ye ku jê re bê gotin sînemaya kurdî."

Roze Şevîn, ku xwediya fîlmê “Mindalî – aw” e, dibêje "Ev festîval pirr baştir e ji hemû festîvalên berê." Kurtefîlmê Şevînê derbarê malbatekê de ye ku kurê wan winda dibe. Piştre ji wan re diyar dibe ku pêwendî ligel PKKê daniye.

Piştgiriya ji bo festîvalê ne tenê ji Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê hatiye, lê belê ji aliyê welatên Tirkiye, Îran û Kurdên diyasporayê, heta ji aliyê welatên weke Frensa û Malezyayê ve jî. Ev jî nîşan dide ku vê festîvalê cihekî girîng di cihana sînemayê de girtiye, herwiha ne tenê helkefteke Kurdên Londonê ye.

Çi standarda beşdarbûna van 120 fîlman bû?

Yek ji mêvanan, ku ew bi xwe jî hunermend bû, bersiva vê pirsê da û got: "Bi rastî îsal gellek fîlm hebûn, ji ber ku pêwîst bû birêveberên festîvalê di hilbijartina fîlman de hûrbîn bin." Herwiha got divê derhênerên fîlmên kurdî karên xwe sadetir bikin. Ew fîlmê “Berî Berfbarînê” wek mînak tîne û dibêje: "Gellekî berbelav bû. Di vî fîlmî de 5 welat û gellek akter beşdar bûn. Lê bawer im ku karê bê yê vî derhênerî baştir dibe. Naxwazim bêjim ku sînemaya kurdî negihiştiye, lê dikarim bêjim hêj gellek maye." Berî Berfbarînê fîlmekî fîçerî yê derbarê kuştina li ser namûsê ye û derhêneriya fîlm Hîşam Zeman kiriye.

"Girîngtirîn tişt ji bo fîlmê kurdî jêdera darayî ye, baştirîn tiştê vê festîvalê jî ewe ku derhêner dikarin kesên din ku di vê pîşesaziyê de kar dikin nas bikin”, weke ku Sehîm Umer Xelîfe dibêje. Sehîm Umer Xelîfe derhênerekî ji Zaxoyê ye û fîlmê wî jî bi navê "Mêsiyê Bexdayê" li vê festîvalê hate  pêşkêşkirin û heta niha 22 xelatên cîhanî wergirtine, weke ku ew dibêje.

Şêrîn Sayib dibêje "Behmen Qubadî wek hunermendekî kurd xwe dide nasîn. Lê cihan wî weke beşekî ji pêla nû ya sînemaya îranî dibînin, ligel ku cihan bêhtir sînemaya kurdî nas dike, karên hunermendên wek Qubadî di ber berjewendiyên me de dikevin kar."

Fîlmê "Dema hespên serxweş" yê Behmen Qubadî yekem fîlm bû ku bi zimanê kurdî li Îranê hat kişandin. Vî fîlmî di sala 2000î de xelata “Kameraya Zêrîn” ya festîvala navdar a Cannes qezenc kir.

"Westbourne Studios dibe sînemaya Kurdistanê"

Eta Muftî, ku yek ji rêveberên festîvalê bû, got "li Londonê em bi karê pêşkêşkirina çend fîlmên kurdî mijûl in, her mehê li Westbourne Studios ku me nav lê kiriye Sînemaya Kurdistanê, em wan pêşkêş dikin." Li baregeha vê festîvalê li rojavayê Londonê Muftî arşîva fîlmê kurdî pêkaniye ku tê de 1500 fîlmên kurdî hatine hilanîn û grûpeke xwebexş ya ji 3 kesan fîlman rêzbend dikin.
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Wednesday, December 11, 2013

Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan

Li Silêmaniyê 1. festîvala kurte fîlmên jinan pêk tê. Di festîvalê de kurtefîlmên jinan hatine nîşandan û filmên Îranî û yên Korey jî cih girtin.

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê, 1. festîvala kurte fîlmên jinan doh piştî nîvro li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyê destpê kir. Birêvebirê rêxistina  geşepêdana mafê mirovan ya serperştiya festivalê dike Zana Heme Xerîb di vekirina festîvalê de bal kişand ser gavên erênî yên ji bo pêşxistina sînemaya Kurdî û got, “Me ev festîval bi taybetî bi navê jinan lidar xistin. Di festîvala kurte fîlmên jinan de, derhênerên hemû fîlmên beşdar, jinên Kurd in.”

Heme Xerîb da xuyakirin ku ew dixwazin di karê sînemayê de cih û rola jinan derxînin pêş û bi vî rengî li qada navneteweyî cihê xwe bigirin.

Her weha Zana Hemê derbarê çalakiyên festival de ji PUKmedia yê re axivî û got: festival bi teybet derbarê tundetujiya bi ser jinê ve li Kurdistanê tê kirin de ye, hejmarek ji fimên kurt beşdarî vê festival bûne dema her filmekî di navbera 15-20 xulekan de ye, rêxistina geşepêdana mafê mirovan piştevaniya vê festival dike, her wiha filmên ji Êran û Korya yê jî beşdarî festival bûne, endamên heyeta jurî ji Bexdad, Tahran, Tikriyê û Marakoyê hatine, endamên heyeta jurî hemû jinin û jinin Silêmaniyê jî cihê xwe di heyetê de digirin, Zana da xuya kirin ku film bi teybet derbarê jinaya jinan û dozen wê ye, hemû felmên têne pêşkêş kirin ji berhem û derhuneriya jinane.

Derhêner Dawa Newzat jî di axaftina xwe ya li festîvalê de kêfxweşiya xwe ya ji ber vê festîvalê anî ziman û got, “Eger bi rêya vê kurte fîlmê karibim hinekî pirsgirêkên civakî, bi taybetî jî yê jinan bînim ziman, ezê gelekî kêfxweş bim.”

Di dirêjahiya festîvalê de  helbestêvanên jin ên ji Bakûrê Kurdistanê û Rojhilata Kurdsitanê hatine di festival de helbestên xwe pêşkêş kirin.

FESTÎVAL NÛÇE

Friday, November 22, 2013

Xelatên Guney gihîştin xwediyê xwe

Xelatên di Mîhrîcana Kurtefilmên Kurdan a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal ya 4’emîn hatibû lidarxistin, dan xwediyên wan
Xelatên di Mîhrîcana Kurtefilmên Kurdan a Yilmaz Guney ku di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştandin hev a ji hêla Komeleya Akademiyên Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Êlihê ve îsal ya 4’emîn hatibû lidarxistin, dan xwediyên wan.

Mîhrîcana ku ji bîranîna Halîl Dag û sînemaya wî hate çêkirin, 5 rojan dom kir. Di mîhrîcanê de nîşandana filmên cuda, 10 fîlmên kurt û 15 serpêhatiyên fîlmên kurt ketin pêşbirkê. Di mîhrîcana îsal de di xelata filma kurt a herî baş yekemîn filma Derhênerê kurd Sakaot Mohammadî a ji Herêma Federal a Kurdistanê hatî ‘A Frîend For My Frîend’, duyemîn filma Gunduz Sevdî ya bi navê ‘Ziman’ û sêyemîn jî filma Mazlûm Demîr a ‘Bê re-Deng’ girtin. Xelata serpêhatiya filma kurt a herî baş jî îsal bi serpêhatiya ‘Bîr’ a Zekeriya Aydogan û ‘Gere Gûr Bimre’ ya Atîlla Demîr di nava hev de parve kirin. Xelata taybet a jurî jî, li ser navê filma serpêhatî ya Komên Çîrokên Veşartî Beyza Karataş a 10 salî layiq hate dîtin. Zekeriya Aydogan xelata xwe bo bi bîranîna zarokên di komkûjiya Sînemaya Amûdê de jiyana xwe ji dest dane, Atîlla Demîr jî xelata xwe bo di Şoreşa Rojava de bidestxistina Til Koçerê girt.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, axivî û wiha got: “Têkoşîneke lingê wê ya hunerê kêm be dê lingeke herî girîng kêm bimîne.”

ENDUSTRIYA SÎNEMAYÊ!
Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Veysel Erel, got ku ew bi serbilindiyeke mezin vê mîhrîcanê îsal di kesayetiya Halîl Dag de bi sînemaya çiya re gihîştande hev dijîn û wiha got: “Em bi ruhê amatoriyê li hemberê sînemaya endustriyaliyê ya bazirganiyê ye em li gorî baweriya xwe sînemayê çêdikin. Em bi riya sînemayê, girîngiya zimanê zikmakî, teşhîra komkûjiyan, kûjerên wan nediyar û li hemberê zilmê sekina xwe ya esasî nîşan didin. Em di kesayetiya Halîl Dag re spasî ji her kesê keda wan derbas bûye re dikin.”

Endamê Juriyê Orhan Alkaya axivî û bang li derhênerên kurd kir û wiha got: “Ricaya min ji hemû derhêneran re heye ku hemû filmên xwe bi kurdî çêkin. Ez bang li kekê xwe Yilmaz dikim. Kekê min Yilmaz nemirandin, jiyandina di dilê gelên bindest de ye. T u yê b heta ebediyê bijî. Sînemaya kurd di pêşengiya te de pêş dikeve.” Mîhrîcan bi konsera ku ji aliyê Orkestarya Heskîfê ve hat dayîn bi dawî bû. ÊLIH - DÎHA
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ XELAT

Thursday, November 14, 2013

8. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê despêkir

Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ku mezintirîn Festîvalên Fîlmên Kurd ên li Ewropayê ye, îsal a 8. lidar dikeve. Festîval dê bi beşdariya 23 fîlmên metraj dirêj, 45 dokûmanter û 50 kurte fîlman, di 15'ê Mijdarê de destpê bike û heta 24'ê Mijdarê dewam bike.
Amadekariyên 8. Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê temam in. Festîval, ku mezintirîn Festîvalên Fîlmên Kurd li Ewropayê ye, wê di navbera 15-24'ê Mijdarê de li Hackney Picture House pêk were. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku îsal ji bo 300 fîlman serlêdan li wan hatine kirin û di encama nirxandina komîsyona hilbijartinê de biryar hatiye dayîn ku 23 fîlmên bi metraja dirêj, 45 dokûmanter û nêzî 50 fîlmên dem kurt bên nîşandan.

Fîlmên bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî), Tirkî Erebî û Îngilîzî wê hemû jêrnivîsa Îngilîzî werin nîşandan.
Li dû nîşandan fîlman dê derhêner û çêkerên fîlman derkevin pêşberî temaşevanan.

Di çarçoveya festîvalê de wê îsal cara yekemîn li ser navê Yilmaz Guney Pêşbirka Fîlman a Kurt were lidarxistin. Pêşbirk wê di beşa "Senaryo" de bê kirin.

Li gelek bîlboard, kargeh û rawestgehên otobusan ên gelek herêmên Londonê afîşên 8. Festîvala Fîlman a Kurd li Londonê hatin daliqandin.

‘BI TAYBETÎ ME CIH DAN ROJAVA’

Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê Sosyolog Ferhan Yildiz da xuyakirin ku festîval wê di navbera 15-24'ê Mijdarê de li du sînemayên cuda pêk were û got, "Di festîvala îsal de, dê hejmareke du qat ji festîvala par, fîlm bê nîşandan. Mijara bingehîn a festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de wê dokûmanterê bi navê "The Silent Revulotion (Şoreşa Bêdeng) û The Last Cigaratte (Cixara Dawî)" bê nîşandan. Her wiha bi fîlmê "Before Snowfall" der barê kuştina jinan di bin navê toreyê de, em dixwazin peyameke girîng bidin."

‘SÎNEMAYA GELÊ XWE JI XWELIYA XWE AVA KIR’

Yildiz ragihand ku fîlmên di festîvalê de werin nîşan dan ji her zaravayên Kurdî hene û anî ziman ku dê bi Tirkî û Erebî jî fîlm bên nîşandan. Yildiz da xuyakirin ku li gorî wan dê ev festîval feydeyeke mezin li sînemaya Kurd bike û got, "Em sînemayê digihînin nifûsa Kurd, lê ya ji vê girîngtir ew e ku em pêşî li cîhanê vedikin ku li çîroka gelekî ku xwe ji xweliya xwe ava dike, temaşe bike."
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Friday, November 8, 2013

Rojên Fîlmên Kurdî ya Frankfurtê destpêkir

6’emîn Rojên Fîlmên Kurdî ya Frankfurtê, bi fîlmê derhêner Ersîn Çelîk yê binavê ‘Deftera Licê’ dest pê kir.

6’emîn Rojên Fîlmên Kurd ku ji aliyê YXK’ê û Komeleya Çanda Mezopotamyayê ya Frankfurtê hat organîzekirin li Sînemaya Fîlmforum Hochst destpê kir.
Rojên fîlman diyariyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin. Rojên fîlman saet di 19.00’an de bi belgefîlma Ersîn Çelîk a bi navê ‘Deftera Licê’ dest pê kir.

Axaftina vekirinê endama YXK û Komîteya Tertîp Cansu Karayel kir û got ew wek xwendekarên Kurdistanê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de cihekî girîng digirin.

Rojên fîlman dê şeva yekşemê bi dawî be û îşev jî dê ‘Rînga Şîn’ û ‘ Zarokên wenda yên Halebê’ bê nîşandan.

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Monday, October 21, 2013

Wê 2. Festîvala Stokholmê ya Filmên Kurdî bê li dar xistin

Daxûyaniya çapemeniyê ya Festîvala Stokholmê ya Filmên Kurdî;

Piştî festîvaleke serkeftî ya sala 2013, karmendên Stockholm Kurdish Film Festival (Festîvala Stokholmê ya Filmên Kurdî) niha bi heyecaneke mezin amadekariya festîvala xwe ya duyemîn dikin ku dê di navbera 27 sibat - 2 adar 2014 li dar bikeve. Festîvala yekemîn baleke mezin dît ji çapemeniya Swêdê, baldarên sînemayê û sînemageran.
Ev balkêşî, û armancên karmendên festîvalê yên danasîn û piştgiriya çanda fîlmên Kurdî li Swêdê, dibe sedema ku program îsal berfirehtir bibe. Sînemager heta 1’ê mijdarê (november) dikarin fîlmên xwe ji festîvalê re bişînin. Ji bo agahiyên zêdetir, malpera festîvalê: www.kurdishfilmfest.com.
Ji bo pirsên we: info@kurdishfilmfest.com

Bi silavên germ,
Sîdar Yigit, berpirsa festîvalê
sidar@kurdishfilmfest.com

Têkilî
Mardîn Hêja Baban,
berpirsê têkiliyên çapemeniyê
pr@kurdishfilmfest.com

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Mîhrîcana Yilmaz Guney 13’ê mijdarê dest pê dike

Îsal 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney a Êlihê di navbera 13 û 17’ê mijdarê de dê pêk were. Juriya pêş ji nav fîlmên ku serlêdan kirine de 16 fîlm û 3 çîrok neqandine

4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney a Êlihê ku rojnameya me Azadiya Welat jî yek ji sponsorên wê ye îsal di navbera 13 û 17’ê mijdarê de dê pêk were.
Mîhrîcan ji aliyê Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi hevparî tê organîzekirin. Îsal 73 fîlm di beşa pêşbirk û nîşandana çîrokan de serî li mîhrîcanê dane. Berî çend rojan amadekarên mîhrîcanê nirxandina juriya pêş bi daxuyaniyeke nivîskî  ji raya giştî re aşkera kiribûn.

QISTAS Û KRÎTER
Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney ji bo bibe platformek sînemagerên kurd ên ciwan, hilberînerên hunerî, serpêhatiyên serbixwe, aqilmendiyên dîtbarî, zimanê sînemayê û îfadeyên vegotina taybet îsal sala 4’an e ku tê lidarxistin. Armanca sereke ya mîhrîcanê jî ew e ku  bernameyên mîhrîcanê bi hilberînerên ku alîkariyê bidin pêşketina sînemaya kurd, mafên mirovan, demokrasî û aştiyê werin teşwîqkirin.
Ligel van armancan bi mîhrîcanê tê xwestin ku sînemagerên ku bi berhemên xwe ve êrîşî nirxên têkoşîna civakî nakin û mijarên ku jinan û xwezayê wekî metayê nabînin, bi saya mîhrîcanê derfeta xwepêşandanê bibînin.

SERLÊDAN ZÊDE BÛNE
Ji ber van sedeman serlêdanên ji bo mîhrîcanê jî sal bi sal bêhtir dibin. Endamên komîteya amadekar a 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney anîn ziman ku îsal 73 fîlm hatine ber destên wan û wiha axivîn: “Dema mirov li sê salên derbasbûyî dinêre her ku diçe hem di warê çawayî û hem jî di warê çendaniyê de fîlm zêdetir digihîje ber destê lijneyê. Ev rewş diyar dike ku asta sînemaya kurd gihîştiyê û zêdebûna hilberînan hêviyê dide mirov.”

KEDA?SÎNEMAGERAN
Endamên komîteya amadekar diyar kirin ku ew keda sînemagerên ku serî lê dane û berhemên wan ji dil pîroz dikin û têkildarî serlêdanan ev tişt gotin: “Ji 73 fîlmên ku serî lêdane; 10 fîlm ji bo pêşbaziyê û 6 jî ji bo nîşandanê hatine bijartin. Wekî din jî mîhrîcana me ji bo piştgiriya çêkirina fîlman dê di beşa pêşbaziya çîrokan de xelateke madî bide çîrokekê. Di beşa çîrokan de 14 çîrokan serî li mîhrîcanê dane û ji vana 3 ji bo beşa pêşbaziyê hatine hilbijartin.”

DIYARIYÊ?HALÎL DAG KIRIN
Endamên komîteya amadekar dan zanîn ku mîhrîcana îsal diyarî Halîl Dag (Halîl Uysal) kirine û axaftina xwe wiha domandin: “Di mîhrîcana me de di beşa ‘rêzgirtina ji hosteyan re’ em îsal mîhrîcanê diyariyê şehîd Halîl Dag dikin. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de hunera sînemayê, bi taybetî sînemaya kurd ne li ser serpêhatiya rastiya xwe li heqîqetê bigere ye, di qada şaristaniya xwe de pêk anîne. Halîl Dag, li ser vê rastiyê wekî sembola hem hunerî û hem jî têkoşîna civakî ji bo sînemaya kurd wekî kevirê mîhengê ye. Em guhê xwe didin gotina ‘Xezîne li cihê winda bûye tê lêgerîn’ di kesayeta Halîl Dag de ku sînemager û şervanê welatê xwe ye; ji bo nasnameya nû ya sînemaya kurd ku bi sînemaya çiya hatiye naskirin û lêgerîna wê hatiye kirin, îsal em vê mîhrîcanê li ser rûmeta Halîl Dag pêk tînin.”

BEŞA PÊŞBIRKÊ
Mîhrîcan, ji kategoriyên fîlmên kurt û fîlmê kurt-serpêhatî, fîlmên dirêj û belgefîlman pêk tê. Dê ji bo fîlmê yekemîn ê di kategoriya kurtefîlman de 7 hezar TL, fîlmê duyemîn 5 hezar TL, fîlmê sêyemîn 3 hezar TL xelata pere were dayîn. Di kategoriya xelata fîlmê kurt-serpêhatiyê de fîlmê ku dê bê hilbijartin jî dê 5 hezar TL piştgiriya çêkirinê jê re bê dayîn. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de ji bilî pêşandana fîlman aktîvîteyên cuda jî pêk bên.

FÎLMÊN HATINE NEQANDIN
Fîlmên ku ew ê di çarçoveya 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney de hem di beşa pêşbazî û hem jî di beşa nîşandanê de ew ê bi sînemahezan re werin parvekirin ev in; di beşa pêşbaziyê de; fîlmê derhêner Azar Marsury ê bi navê ‘Station’, fîlmê Ozkan Kuçuk ê bi navê  ‘Pepûk’, fîlmê Tofeng Amanî yê bi navê ‘Identity’, fîlmê Gunduz Sevdî yê bi navê ‘Ziman’, fîlmê Komên Çîrokên Veşartî yê bi navê ‘Veşartî’, fîlmê  Mazlum Demîr ê bi navê ‘Bê rê-deng’, fîlmê Zekeriya Aydogan ê bi navê ‘Xal û Xwarzê’, fîlmê Sarkaot Mohammadi yê bi navê ‘Frend For My Frend’, fîlmê Emîn Dogan ê bi navê ‘Sor’ û fîlmê Engîn Çetînkaya yê bi navê ‘Evsîzîn Evî’.
Fîlmên beşa nîşandanê jî ev in; Ezman (Hatîp Kabak), Dongu (Burak Varlik), The Adventure Of The Married Couple (Keywan Kerîmî), Gund (Mehmet Yamak), Baghdad Messi (Saîm Omar Kalîfa) û Orman (Mehmet Uluyer). Çîrokên ji bo pêşbaziyê jî ev in; Mirîşk û Madalyon (Faruk Uysal), Bîr (Zekeriya Aydogan) û Gerek gur bimire (Atîlla Demîr)
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Thursday, October 17, 2013

Rojên Fîlmên Kurdî a Hamburgê dest pê kir

6’emîn Rojên Fîlmên Kurd yên Hamburgê bi nîşandana fîlmê ‘Rînga Şîn’ li salona Audîmax ya Zanîngeha Hamburgê bi tevlibûna hezkiriyên sînemeyê pêk hat.
Organîzasyona ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistan Navenda Jinan a Nujiyan ve pêk hat û diyariyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin de,  di vekirinê de wêneyên Veysî Atay yên li Rojava kişandibû hatin nîşan dan.

Bavê Leyla Şaylemez jî tevli şahiyê bû û axaftina vekirînê ji komîteya tertîp Xezal Amed û Yasîr Irmak kir.  Axaftinên bi kurdî û tirkî hatin kirin de hat diyar kirin ku hemû dahatiya bernameyê dê ji Rojava re bê şandin.

Di berdewamiya bernameyê de  koma muzîkê ya herêmî a Hamburgê  Atîlla û Îbo û hunermend Şengul Pak muzîka xwe pêşkêşkirin.

Piştre fîlmê bi navê ‘Rînga Şîn’ ya  di Mîhrîcana Fîlman a Portakalê ya Antalyayê de xelata taybet ya Juriyê girt hat nîşandan. Fîlm jiyana girtiyên kurd yên di greva birçîbûnê de û dema neqliyeta wan ya nexweşxaneyê dike vedibêje. Di dawiya fîlm de lîstikvan Bîlal Bulut bang li temaşevana kir û got ev fîlm, fîlmekê wijdanê ye.

Di çarçvoveya Rojên Fîlmên Kurd a Hamburgê de li taxa Sternschanze li sînemaya 3001’ê hefteyekê dê 13 fîlmên kurt, metraja dirêj û belgefîlm bên nîşandan. Ji bilî fîlmê ‘Rînga Şîn’ ev fîlm dê bên nîşandan; Qêrin, Faîlî Dewlet, Oxir Bê Birayê Min, Dengê Derî, Asya, Bekas, Ezman, Xortê min baş li stêrkan binêre, Salpa, Qapsûl, Min Rastî Nivîsand – Deftera Lîceyê, Xal u Xwarzê û Buka Baranê. Der barê mijarê de agahiyên zêde hun dikarin ji vir bigirin; http://kurdischefilmtagehamburg2013.blogspot.de
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Monday, October 14, 2013

Rojên Fîlmên Kurdî ya Hamburgê bi "Rînga Şîn" destpêdike

Li bajarê Hamburg a Almanyayê 6’emîn Rojên Filmên Kurdî wê îsal ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez were pêşkêşkirin. Roja vekirina fimên Kurdî wê 16’ê vê mehê de saet di 18.30’an de li zankoya Hamburgê ji aliyê derhêner Omer Leventoglu ve bi despêkirina filmê ‘mavî Ring’ wê were destpêkirin.
6’emîn Rojên filmên Kurdî li Hamburgê, îsal ji bo bîranîna her sê jinên pêşeng yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dê pêk were. Amadekariyên wê ji aliyê Navenda Jinê ya Nujiyan û YXK ve tê organizekirin. Rojên Filmên Kurdî dê li bajarê Hamburg semta Sternschanze li sinemaya 3001’an were pêşkêş kirin. Wê têde 13 kurte film û belgefîlmên dirêj bên pêşkêşkirin.

Rojên Filmên Kurdî wê roja çarşemê 16’ê cotmehê de  saet di 18.30’an de li Zankoya Hamburgê li salona Audimax bi tevlîbûna derhêner Omer Leventoglu bi filmê ‘Mavî Ring’ were destpêkirin. Her wiha wê pêşangeha wêneyên li ser berxwedana Rojava ku ji aliyê Weysî Altay ve hatiye amade kirin, werin pêşkêşkirin. Piştî wê jî hunermend Şengul Pak jî dê derkeve ser dîkê.

Endamê komîteya amadekar ya Filmên Kurdî Anja Flach, li ser 6’emîn Roja Filmên Kurdî wiha got: “ em dixwazin îsal pencereyek ji dîmenên Kurdistanê ji bo sînemahezên Hambûrgê nîşan bidin. Her çendî ziman û çanda Kurdî di bin zext û qedexeyan deye jî, lê dîsa di van salên dawî de derhênerên Kurd gelek film û belgesel amade kirine. Bê guman ev kar û xebat pêwîste weke berhemê têkoşîna bi dehan sale tê dayîn bête dîtin.”

Anja Flach di berdewama axaftina xwe de wiha got: “ Îsal wê roja filmên Kurdî li Hamburgê ji bo bîranîna hersê jinên pêşeng yên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parisê hatin qetil kirin,were pêşkêş kirin.” Her wiha Flanch diyar kir ku, eger dahatek ya van fîlmane çêbibe wê ji bo kampanyaya alikariya Rojava were pêşkêş kirin.

Filmên ku werin pêşkêş kirin evin: Qêrin, Faîlî Dewlet, Oxir Bê Birayê Min, Dengê Derî, Asya, Bekas, Ezman, Delikanlım İyi Bak Yıldızlara, Salpa, Qapsûl, Min Rastî Nivîsand – Deftera Lîceyê, Xal u Xwarzê ve Buka Baranê. Wekî mêvan jî Omer Leventoglu, Weysî Altay,Bîlal Bulut, Garip Çelik û Dilek Gokçin wê bejdari bikin.

 Ji bo zanyariyên zêdetir serlêdana vê linkê bikin.

http://kurdischefilmtagehamburg2013.blogspot
FESTÎVAL SÎNEMAYA KURDÎ

Thursday, October 10, 2013

Festîvala Filman a Duhokê

Festîvala duyem a filman ya nêvneteweyî li Duhokê roja Çarşemî destpê dike.  Li vê festîvalê de nêzîkî 155 filmên kurt û dirêj yên Kurdî û biyanî pişkdariyê ken.

Filmên biyanî yên ne kevne di çarcûvê berêkanê de, dê bi tenê wek film pişkdarî festîvalê bin.
Festîvala filman heta 16 mehê li Duhokê dê berdewam be.

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Saturday, October 5, 2013

Serlêdanên pêşbirka senaryoyê ya Fîlmên Kurdî destpêkir

Jibo dewlemend kirina sînemaya Kurdî, senaryoyên pêşxistî û xurt gelek giring in, bi vê baweriyê Festîvala filmên Kurdî ya Londonê dest bi pêşbirka senaryoya herî baş ya li ser temaya Kurdî jibo filmên metrajdirêj hatî nivîsandin kiriye. Pêşbirk parçeyekê bernameya heştemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya ku di navbera 15 û 24´ê Sermaweza 2013´an tê lidarxistine. Senaryoya ku di pêşbirkê de bi serkeve dê bi pênc hezar($5000) dolarê ku ji hêla Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê ve hatî bexş kirin, were xelat kirin.
Pêşbirk ji hemû kesî re vekiriye. Serlêdan divê li gorî van pîvanan bin:

1.    Divê Beşdarvan bi nasandina senaryoya xwe ya di navbera 1000–1500 peyvî de(derdora 3–5 rupela A4) serlêdana xwe bikin.
2.    Divê beşdarvan sînopsîsa kurt ya ku ji 150 peyvî derbas nabe jî bişîne.
3.    Divê serlêdan hemû bi zimanê Kurdî(Kurmancî–Soranî) û Ingilîzî bin. Wekî din bi tu zimanên din dê serlêdan neyên qebûl kirin.
4.    Divê temaya(mijara) senaryoyê Kurd bin.
5.    Divê di naveroka nasandina senaryoyê de, qala çîrok, mijar û lîstikvanên sereke jî were kirin.
6.    Divê nasandina senaryoyê bide xûya kirin ka çîrok orjînal e an adeptasyon e. Ger ku adeptasyon be divê orjînala xebatê û destûra wê bide xûya kirin.
7.    Divê tenê bi yek xebatê serî were lêdan, ji yekî bêhtir dê neyên qebûl kirin.

    Divê hemû serlêdan ji navnîşana  screenplay@lkff.co.uk re bên şandin. Jibo agahiyên zêdetir www.lkff.co.uk ziyaret bikin. Ji kerema xwe re bîyografiya xwe ya kurt jî bi serlêdanê re bişînin, ev agahî dê tenê jibo qeydiyên me werin bi karanîn.
Divê herî dawî heta roja Yekşemê 20.10.2013´ê serlêdan were kirin. Piştî wê dîrokê dê serlêdan neyên qebûl kirin.

PUKmedia

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Monday, September 2, 2013

Fîlmê Kurdî ‘Sînorê Şikaw’ xelateke din wergirt

Kurte fîlmê ‘Sînorê Şikaw-Sînorê Şikestî’ yê derhênerê Kurd Keywan Kerîmî xelata taybet a Festîvala Fîlman a Mostremp a Îspanya wergirt.

Kurte fîlmê dokumenter ê Sînorê Şikaw, di Festîvala Navdewletî ya Mostremp de li Îspanya di beşa pêşbirkê de hat pêşandan û karî xelata taybet a festîvalê bidest bixe.


Ev festîvala han bi beşdariya berhemên derhênerên welatên cuda di rojên 23-25’ê Tebaxa 2013’ê de li bajarê Tremp ê Îspanya birêve çû û Sînorê Şikaw karî xelatê werbigire.

Bi giştî ji aliyê derhênerên seranserê cîhanê 1100 kurte fîlm bo festîvala navbirî hatibûn şandin û di dawî de 8 kurte fîlm wek namzetên sê xelatên festîvalê hatibûn destnîşankirin û bi amadebûna lêkoler û hevkarê senaryoya kurte fîlmê ‘Sînorê Şikaw’ Ehmed Mûradî, xelata taybet a juriyên festîvalê wergirt.

Hêjayê gotinê ye evna heştemîn xelat e ku kurte fîlmê Sînorê Şikaw yê derhênerê Kurd Keywan Kerîmî di festîvalên navdewletî de werdigire.
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Wednesday, August 21, 2013

Li Mêrdînê festîvala 'Mezopotamya Fîlm'

1'emîn Festîvala Navneteweyî ya Mezopotamya Fîlm li Mêrdînê dê ber bi dawiya salê ve li dar bikeve. Kesên bixwazin fîlmên xwe bişînin divê heta 08.11.2013'yan berhemên xwe bişînin ber destê amadekarên festîvalê.

Serîlêdanan ji bo 1'emîn Festîvala Navneteweyî ya Mezopotamya Fîlm dest pê kirin. Heta 08.11.2013yan ji bo serîlêdanan dem heye. Paşê  de dikarin serlêdana xwe bikin. Festîval dê 20.11.2013'yan de li dar bikeve.

Li gor agahiyên ku amadekarên festîvalê dan me, armanca bingehîn ya Festîvala Navnetewî ya Mezopotamya Fîlm ew e ku di derheqê fîlman de agahî, belge û dokumentasyon berhev bike, amade bike û arşîv bike. Her wiha ev fîlmên ku hatine berhevkirin jî ji bo çalakiyên neteweyî û navneteweyî bêne şandin, nasandina wan bê kirin.

Amadekarên festîvalê gotine ku di dawiya festîvalê de dê 30 fîlmên herî baş yên bijartin wekî hilbijarteka Mezopotamya Fîlm bêne diyarkirin û bi alîkariya Mezopotamya Fîlm wan bişînin festîvalên navneteweyî.

Ew hem dixwazin li salonan,hem li kolanan fîlman nîşan bidin. Her wiha îsal festîval li ser navê Sînema Amûdê tê lidar xistin û bi vî awayî dixwazin wê bibîr bînin.

Ji bo agahiyên berfirehtir:
Tel: 0 505 638 61 33
Malper: http://mezopotamyafilm.com
E-peyam: mezopotamyafilm@outlook.com
FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib