Monday, March 14, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Galaya filma PERSS a ku serpêhatiyên rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê yên Amedê di dema OHAL’ê de jiyane vedibêje li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cîgerxwînê pêk hat. Bi sedan kesên ku fîlm temaşe kirin demên pir hestewar jiyan.
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD’ê Aysel Tuguluk, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag,
rojnameger, nivîskar, hunermend û bi sedan kes beşdarî galayê bûn. Beriya ku fîlm bê temaşekirin şêwirmendê hunerê yê fîlmê Bayram Balci axivî û got ku kişandina vî fîlmê ji bo wan pêywirek bû. Dema ku dest bi fîlmê kirine armanca wan ew bû ku di 12’ê Adarê de li Amedê galayê fîlmê pêk bînin. Sedama vê yek jî ew bû ku ew nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê li navçeya Sêweregê ya Rihayê ji aliyê endamên JÎTEM û eşîra Bucakan ve hate revandin û careke din jê agahî nehat girtin bi bîr bînin. Balci wiha berdewam kir: „Ji bo ku em rojnamegeriya Çapemeniya Azad bi kîjan kedê vê pêş ketiye û çîroka wan vebêjin derketin rê. Em ji bo ku galayê li Amedê pêk tînin pir kêfxweş in.“ Piştî axaftina Balci fîlm hate nîşandan. Di dema ku fîlm hate nîşandan demên pir hestewar hate jiyîn gelek kesan rondik barandin. Piştî ku fîlm bi dawî bû li ser piyan demeke dirêj temaşevanan li çepikan dan.
Piştî pêşandana fîlmê Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak derket ser dikê û axivî. Kişanak got ku ji ber ew wê demê di rojnameyê de xebitiye, dema fîlm temaşe kiriye pir hestewar bûye û wiha berdewam kir: „Di wê demê de dîrokek hate nivisandin. Ji bo ku dewlet çawa bûye qatil ev yek bê nivîsandin mirov çûn mirinê. Me dît ku kevneşopiya Çapemeniya Azad di şert û mercên çawa zehmet de derketiye holê. Ev çîroka qehremanên ji bo rastiyan binîvîsinin çûne mirinê ye. Em li vir careke din şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bibîrtînin.“ Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dsman Baydemîr jî piştî Kişanak axivî û wiha got: „Ev fîlm nîşan dide ku gule daxwazên Kurdan nekariye bikuje. Ev fîlm çiroka vê ye. Heke îro em li vir in, ev ji ber saya wan qahremanan e. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim.“
Ji bo Karatekîn spasî
Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn ê ku ji ber doza KCK’ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne jî bi peyameke ekîba fîlmê pîroz kir. Piştre derhenêr û senarîstê fîlmê Sedat Yilmaz derket ser dikê û wî jî spasiyên xwe ji bo Karatekîn şand. Yilmaz wiha got: „Beriya her tiştî ji bo ku ev derfet da me, em spasiyên xwe ji bo Şaredar Karatekîn pêşkêş dikin. Me xwest di 1992-1993’an de rojnamegerên ku ji bo azadiya çapemeniyê têkoşiyan evebêjin. Ez li vir hemûyan birêzdarî bi bîrtînim.“
Yilmaz da zanîn ku ev yekem car di 2003’yan de hatiye Amedê û piştre jî çend caran hatiye û çûye. Di her hatina xwe de jî gelek tişt ji Amedê hîn bûye. Amed ji bo wî bûye mamoste, ew jî bûye xwendevan. Piştre ekîba fîlmê derket ser dikê û Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag gul da ekibê. Dag jî got ku ew spasiyên xwe ji bo kesên ku keda xwe dane vê fîlmê pêşkêş dike û bejna xwe li hemberî kesên ku ji bo rastiya çûne mirinê ditewîne. Gala bi kokteylê bi dawî bû. Filma PRESS a ku di galayê de rastî eleqeyeke mezin hat dê di 18’ê mehê de li sînemayan bê pêşandan.
Filma PRESS dê di 18’ê mehê de li sînemayan bê pêşandan
By
Serbûriyek
Dated
10:06 AM

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment