Sunday, March 6, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlmê yekemîn yê ku li ser Kurdan hatîye çêkirin di çarçoveya festîvala îf îstanbûlê de, li Dîyarbekirê hat nîşandan.
Fîlmê Zarê yêku di sala 1926’an de hatîye çêkirin, heman demê da tê qebûl kirin ku duyemin fîlmê Sinemaya Ermenîstanê ye jî. Zarê, par di Festîvala Fîlmên îf îstanbolê de, di çarçoveya sinemaya Kurdan de hatibû nîşandan. Fîlmê Zarê bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, İF Îstanbûl, Arşîva Netewî ya Ermenîstanê û bi alîkarîya rêvebirê Festivala Londrayê ya Fîlmên Kurdan Mustafa Gundogdu li Dîyarbekirê hat nîşandan. Fîlm sê caran tenê hat nîşandan. Ji ber elqeya mezin, bilêt neman û bi sedan kes jî, ji ber derê sînemayê destvala vegerîyan.
Derhênerê fîlmê Zarê Hamo Beknazarian e û ev fîlm li ser kurdên êzdî yên Ermenîstanê hatîye çêkirin. Zarê fîlmekî evînî ye û berîya şoreşa Bolşevîkan, di sala 1915’an de derbas dibe. Lehengên fîlmê keçika bi navê Zarê û evîndarê wê şivanê gund Seydo ye. Axayê gund Temûr, çav berdide Zarê û dikeve nava her dû evîndaran. Her çiqas çêker û lîstikvanên filmê Ermenî bin jî, konên koçeran ên ku di qûntarê çîyayên Elegez û Agirîyê hatine vedandin, kevenşop û adetên kurdan, hewarî û dawetên wan, cil û girêdanên wan, rabûn û runîştinên wan bi formeka xweza di nav fîlmê da hatîye hunandin. Mirov dikare bêje ku ev fîlm li ser jiyana civaka kurdên Ermenîstanê çavkanîyek bêhempa ye û vegotina beşek jîyana kurdên ezdî ye.
Filmê Zarê reş û sipî ye û bê deng e. Gotinên lehengan, bi nivîsan tê nîşandan. Hunermenda kurd Tara Caf jî dema ku fîlim tê nîşandan, di ber da bi zindî bi arpa xwe ji fîlmê re muzikê çêdike.
Rêvebirê Festivala Fîlmên Kurdan yên Londrayê û Newyorkê Mustafa Gundogdu jî di nîşandana fîlmê Zarê da amade bû. Musfata ji bo fîlmê dibêje “ Ji Hayatasê heta Kurdîstanê bi dîmenên xwezayî yên mukemil ev fîlmê bêdeng dîyarîyeke bêhempa ye.”
Mustafa Gundogdu him li ser filmê Zarê hem jî ji bo festîvalên fîlmên Kurdî ji bo gohdarên Dengê Amerîkayê weha diaxive…. Gundogdu dide zanîn ku di sala 2005’an de bi nûçeyekî bi filmê Zare hisîyaye. Piştre jî bi festîvaleka Ermenîstanê re peyvendî datîne da ku kopyaka fîlmê bidest bixe. Piştî ku bi awayê fermî îcazayê digrin, cara yekem di sala 2006’an de li Londrayê li ser mijara sinmaya kurdî filmê derxdixin pêşberê bîneran.
Mustafa Gundogdu dibêje ku ev du sal in li îstanbolê, di festvîla ÎF îstanbolê de ji bo piştigirîya pengava rêvekirinê bi navê fîlmên “Rêvekirinê” beşek tê lidarxistin. Ew jî bi fîlmên kurdî beşdarê festîvalê bûne. Gundogdu dide zanîn ku ev fîlm cara yekem par li îstanbolê, îsal jî li Dîyarbekirê hat nîşandan. Gundogdu destnîşan dike jiber film ku pir kevn e û kopyayê wî pir kêm in, ji bo nîşandana Zarê, ji Arşîva Fîlm ya Dewleta Ermenîstanê îcazeteka taybeta hatîye vergirtin. Mustafa dibêje ev fîlm her çiqas duyemîn fêlmê Ermenîstanê be jî, ji bo dîroka sînemaya Ermenîstanê berhemekî pir birûmet e û gelek weke weke fîlmê yekemîn dinirxînin.
Hawê ku tê zanîn li gelek welatan ji bo fîlmên kurdî festîval tên lidarxistin. Mustafa Gundoğdu, koordînatorîya festivalên Londra û New Yorkê dike. Mustafa dibêje ku festîvalên kurdî, ji bo sînemagerên kurd derfetên nûh derxistine holê, jiber ku derhênerên kurd, raste rast dikarin fîlmên xwe bidin nîşandan û gelek fîlmên din temaşe bikin, hevdû nas bikin. Gundogdu dibêje li dîasporayê li ser sinemaya kurdî tevgereke bihêz heye, lê bi rêya festîvalên, ji her beşên kurdîstanê fîlmên kurdan tên û sinemagerên kurd, tecrûbeyan xwe bi hev re parvedikin, peywendîyek destpê dike. Herwiha bi rêya festivalan fîlmên kurdî tên tomarkirin û ev jî dibe bingeh ji bo çêkirina arşîva fîlmên kurdî.
Mustafa dibêje feydeya festîvalan ewe ku her diçe qalîteya fîlman zêdetir dibe û berhemên gelek baş tên afirandin. Mustafa Gundogdu dide zanîn ku par cara yekem li îrlandayê jî festîvala fîlmên kurdî çêkirine û festîvala Londrayê jî îsal dê payîzê were lidarxistin.
Xecîcan Farqîn - Diyarbekir - Voa Kurdî
Zarê li Dîyarbekirê hate nîşan dan
By
Serbûriyek
Dated
8:40 AM

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment