Thursday, May 24, 2012
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Di FîlmAmedê de nîqaşa belgefîlm û pirçandbûnê
By
Serbûriyek
Dated
5:00 PM
Di FîlmAmedê de nîqaşa belgefîlm û pirçandbûnê Di çarçoveya Mîhrîcana FîlmAmedê de panela bi navê ‘Pirçandî û belgefîlm’ hat lidarxistin. Di panelê de rol û rista belgekirina sînemaya belgefîlmî ya li ser çandên ber bi tunebûnê ve diçin hat nîqaşkirin.
Rojên belgefîman a FîlmAmed bi coş û peroşeke mezin berdewam dike û sînemahez bi belgefîlmên bi mijarên xwe ve bi teknîka kijandinê ve balê dikişînin ser xwe ve yek ji yekê balkêştir fîlman temaşe dikin. Ji bilî temaşekirina fîlman sînemahez her wiha bi derhêneran re jî fersenda gotûbêjan bi dest dixin. Di çarçoveya FîlmAmedê de her wiha panelên li ser sînemayê û rol û rista wê jî tên lidarxistin. Di panela bi navê ‘Pirçandî û belgefîlm’ ê ku li Salona Şanoyê ya Navenda Çanda Cîgerxwînê hat lidarxistin de li ser rol û rista sînemayê di belgekirina çandên ber bi tunebûnê ve diçin hat nîqaşkirin.
Panela ku moderratoriya wê yek ji endamên komîteya amadekar a FîlmAmedê Îlham Bakir kir de; Haşîm Aydemîr, Arîs Nalci, Ekrem Haydo, Talîn Suçiyan wekî axaftvan tevli bûn. Derhênerê kurd Ekrem Haydo, diyar kir ku gelên ku li ser ednîgariya qedîm a Mezopotamyayê dijîn bi belgefîlman re hêj nû nû têkilî datînin. Heydo destnîşan kir ku dema ku behsa Mezopotamyayê tê kirin wekî ku behsa dîrokekê ku hatiye jiyîn û derbas bûye, tê kirin û wiha axivî: “îro roj jî li ser vê erdnîgariya qedîm ew nirxên ku gelên li ser vê xakê afirandine tên vejiyandin, hê jî li taxekê kurd, suryanî, ermenî bi hev re dijîn û çanda xwe berdewam dikin.”
PIRÇANDÎ WINDA DIBE
Rojnamegerê ermenî Arîs Nalci jî di beşa yekem a axaftina xwe de bi ermenîkî axivî û diyar kir ku di salonê de ji berk u mirovê bes wî fêm dike dîsa ew bixwe ye êdî li Amedê pirçandî ber bi tunenê ve diçe. Nalci di axaftina xwe de anî ziman ku bi riya belgefîlman hevrûbûn gelek girîng e û wiha axivî: “Bi riya belgefîlman mirov dikare ligel parastina çandê her wiha hevrûbûna bi trajediyan re jî pêk bîne da ku careke din ew trajedî neyên jiyîn. Ji bo vê yekê jî belgefîlmên bi karekî kolektîf ango hevpar werin çêkirin dê gelek baş bibe.” Nalci di dawiya axaftina xwe de balkişand ser ku bi zimanê xwe çêkirina belgefîlman jîg elek girîng e.
ZIMANÊ DAR Û DEVIYAN
Derhêner Haşîm Aydemîr ku axaftina xwe bi zaravayê kurdî kirmanckî kir diyar kir ku divê ziman û çand werin qeydkirin ango xebatekê çêkirina arşîvê ji bo wan divê were meşandin. Aydemîr anî ziman ku zimanê van xakan jî eye û wiha axivî: “Li ser vê xaka ku em dijîn, zimanê kevir, dar û deviyan, zimanê teyr û tilûran û yê vê axê jî heye. Ma ne ew e ku em her tim dibêjin xwezî zimanê kevir hebana û biaxiviya. Jixwe zimanê kevir jî heye lê em wan naxin bin parastinê ango em wan qeyd nakin.” Aydemîr di axaftina xwe de bi lêv kir ku di çanda kurdî de wêjeya devkî gelek li pêş e û diyar kir ku ji ber şerê zêdetirî 30 salan e li ser vê erdnîgariyê tê meşandin bûye sedem ku gund vala bibi ji ber vê sedemê jî vê çanda qedîm ang vegotin ber bi tunebûnê ve diçe.
JIXWEREVÎN
Talîn Suçiyan di axaftina xwe de ji belgefîlmên ku çêkiriye dîmen dan temaşekirin û vegotina xwe li ser dîmenan kir. Suçiyana di axaftina xwe de mînaka ji hevpeyvîneke bi jineke pîr ku malbata wê di sala 1915’an de koçî Ermenistanê kiriye, da û bakişand ser ku mirov bi gotina ‘nizanim, nayê bîra min’ji trajediyên ku jiyane direvin. Panel piştî axaftinan û bi pirs û bersivan bidawî bû.
DÎHA

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment