Ad (728x90)

Sunday, December 30, 2012

Filled Under: , ,

Derhênerên kurd: Stêrka sînemaya kurd geş e

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Di 3’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komele- ya Akademiyê ya Sînemaya Rojhilata Navîn ve tê pêşandan de derhêneran, diyar kir ku ew hêvî dikin dê sînemeya kurd heta çend salên din di qada navneteweyî de bibe mînak


Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiyê ya Sînemeya Rojhilata Navîn ve te pêşandan roja 19’ê kanûnê dest pê kiribû û 5 rojan dewam kir.
Mîhrîcan li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê pêk hat. Li vir derhenerên ku ji başûr û derveyî welat hatine û gelek welatî ji bo temaşekirina fîlmên metrajkurt û dirêj amade dibin. Her roj bi çend fîlmên cihêreng ku naveroka wan tije hezkririn, trajîk, trajîkomîk û jan bû bi hezeran êlihiyan kir mêvanê mala xwe. Naveroka fîlman bi giştî li ser çand, bindestî, êş û jana ku li bajarên heremê hat jiyandin mora xwe li mîhrîcanê dan. Bi taybetî fîlm giştî ew bindestî û koçberiya di salên 1990’an de dihatin jiyandin zêde bûn.

ALÎKARÎ DAN HEV
Derhêner Kamîran Bêtasî, diyar kir ku ew ji başûrê Kurdistanê ji bajarê Zaxoyê tevli vê mîhrîcanê bûye û bi du fîlman beşdar bûye fîlmek Xodika Reş û yek jî Silhoutte. Bêtasî, anî ziman ku ji bo vexwandina Şaredariya Êlihê û Komeleya Sînemayê kir. Bêtasî, da zanîn ku  çend roj e li vir in di rengê vir de bextewarî û kêfxweşiyê dîtine û wiha got: “Em gelek derhêner ji Başûr hatin vir. Ji bilî me gelek derhêner ji Ewropa û welat jî hatine. Me yek bi yek nas kir. Ji hizr û nêrînên hevalên xwe yên derhêner me sûd wergertin. Ev ji bo me dewlemendiyek e. Ez hêvî dikim ku dê ev mîhrîcan her bidome û tenê bi çend salan re girêdayî nemîne.” Bêtasî, da zanîn ku gelek fîlmên xwedî fikrên cuda beşdar bûne û di şexsê vê mîhrîcanê de kurdewariyek dîtine. Bêtasî, diyar kir ku her sînemayek cuda ye û ew hêvî dike ku hemû derhener û fîlmçêker bi hev re yek bin û ji hev re bibin alîkar.

SERBILINDAHIYA BEŞAN E
Derhêner Rizgar Hisên jî ji Başûr bi kurtefîlmê paysîkil tevli mîhrîcanê bû. Hisên, da zanîn ku dema fîlm xelas dibe hêj ew dibîne ka fîlm rastî eleqeyê hatiye yan na hatiye û wiha got: “Ger ku fîlm baş be bîner gelek li çepikan didin. Lê li gorî texmîna min ger ku ne baş be ji bo fîlm çepikan lênadin. Bi taybetî dema fîlm xelas dibin ez guhê xwe didim bîneran ka çi dibêjin û çend çepik lê dikevin. Li gorî nêrîna min fîlmê min baş derbas bû.” Hisên, anî ziman ku naveroka fîlmê wî li ser jiyana du zarokan bûye û yek ji van zarokan hejar e û yek jî dewlemend e. Hisên, da zanîn ku paysîkila zarokê dewlemene heye lê ya kesê hejar tuney û zarokê hejar dixwaze hewl bide bibe xwedî paysîkilê. Hisên, destnîşan kir ku mîhrîcan ji ber ku bi kurdî bûye ji bo wan cihê serbilindiyê ye û got ku ev yek ji bo çar parçeyên Kurdistanê serbilindî ye.

SÎNEMAYA KURDÎ
Derhênerê bi nav û deng Selamo ku bi salan e di nava çanda kurd de dixebite û li ser fîlmên kurdî radiweste, wekî andamê jûriyê beşdarî mîhrîcanê bû. Selamo, bi bîr xist ku gelek fîlmên kurt ên balkêş beşdarî vê mîhrîcanê bûne û diyar kir ku ew ji bo Êlihê mîhrîcanê pir baş dibîne. Selamo, bi lêv kir ku eleqeya gel li hemberî mîhrîcanê zêde bûye û wiha axivî: “Mîhrîcan ji bo ku derhênerê kurd bên cem hev pêk tên. Li vir hev dinasin û fîlmên wan tên nasîn. Dîsa ji bo motîvasyona wan çêbibe pir baş e. Mîhrîcan bandora xwe li ser danesîna vî bajarî jî dike. Ji Ewropa û Başûr derhenerên kurd tevli vê mîhrîcanê bûne. Lê hinek danasîn kêm e. Îro gelek rojname û televîzyonên me hene. Em dikarin bi riya wan danesîna sînemaya kurd baş bikin.”
Selamo, destnîşan kir ku mîhrîcan ji bo têkiliya Başûr û Bakur gelek girîng e û got ku bi tiştek wiha hemû derhênerên kurd dikarin têkiliya sînemaya kurd xurt bikin. Selamo, da zanîn ku di van salên dawî de sînemagerên kurd gelek tirsek bûn û newêribûn fîlman çê- bikin. Selamo, daxuyand ku îsal hem di mîhrîcana Amedê de, hem jî di ya Yilmaz Guney de hatiye xuyakirin ku êdî ciwanên kurd fîlmên bi kurdî çêdikin. Selamo, anî ziman ku sînemaya kurdî dê ji niha şûn ve xwe nas bike û dê li qada navneteweyî bibe xwedî hêviyek mezin.

ARMANCA FÎLM
Fîlmê Qilm bi zaravayê Dimilkî hat pêşandan. Derhenerê fîlmê Ayhan Sarigol e û ew ji Elmanya beşdar bûye. Sarigol, diyar kir ku ew ji fîlmê xwe gelek bi hêvî ye û eleqe gelek hebûye. Sarigol, ev tişt got: “Li Kurdistanê li ser sînemaya kurd sohbet û nîqaş ji bo min tiştek gelek bi rûmet e. Piştî fîlmê min gelek temaşevan hatin gel min li ser fîlm nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Min bertekên erênî hilda. Li gorî min fîlmê min gihîşt armanca xwe. Ez hêvîdari m ku dê 5 salên din şûn ve bi proje û teknîka xwe, fîlmên herî baş bên çêkirin û pêşandan.” Sarigol, bal kişand ser rewşa ku mîhrîcan li gorî derfetên herî kêm çêdibin û wiha domand: “Mîhrîcana Amedê û ya Yilmaz Guney ji bo Kurdistanê gelek potansiyelek baş pêk anî. Ji ber ku li vir sînerjiyek gelek baş hebû. Dê li Kurdistanê di nava 10-15 salan de li ser erdnîgariya Rojhelata navîn fîlmên herî bandor ên kurdî bin û dê dikaribe ji bandora Sînemaya Îranê ku çawa bi  nav û deng e bibihure. Ez di şexsê filmên Kurdistanê de vê yekê dibînim. Ji ber ku xwedî potansiyelek cidî û kur in.” ÊLIH- DÎHA

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib