Çar jinên di heman kulvarê de di demên cuda rêya wan li hev rast hatin; Serokê berê ya Rêxistina ÎHD'ê ya Stenbolê Eren Keskîn, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseoka KCD'ê Aysel Tûglûk û yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz... Her yek ji wan, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna jin/demokrasiyê û li qada mafên mirovan di salên 1980, 1990 û 2000 yên Kurdistan û Tirkiyê de, carna li gel hev, carna yek di hundir a din li derve, carna bi hev re têkoşiyan.
Di destpêka salên 1980 de dema Cansiz û Kişanak di heman salan de li girtîgehê bûn, yê dihat serdana wan Tûglûk bû, di salên 1990 de jî Keskîn bû. Di rojên şerê qirêj ê li Kurdistanê ce Cansiz fermandara gerîla, Keskîn parêzvana mafên mirovan a bêrawestan, Kişanak rojnamevana "şerê qirêj" û Tûglûk jî parêzera ciwan a mehkûmên Kurd bû. Di salên 2000 de ev her çar jin di siyaseta Kurd û têkoşîna demokrasiyê de bûn rûyên neyên jibîrkirin.
Derhêner Yuksel Yavûz di salên 2006-2007'an de bi "Close Up-Kurdistan" re bi kameraya xwe re dest bi rêwîstiya Kurdistanê kir, gaveke din avêt û çîroka van her çar jinan di dokûmantera bi navê "Hêvî" de berhev kir. Li bersiva pirsa "Jinên gelekî ku hebûna wê tê înkarkirin û rastî her şêweyên zextan hatiye, gelo çi dikin?" digere.
'HÊVÎ' PANORAMA PÊVAJOYEKÊ YE
Karê çêkirina dokûmanterê di rojên herî krîtîk ên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê yên sala 2012'an de destpê kir, lewma dokûmanter weke panorama pêvajoyekê ye. Di beşa yekemîn de Eren Keskîn behsa bûyerên wê jê re şahidî kirine ku di salên 90 de qewimîn û dijwariya zayendî li dijî jinan weke polîtîkayeke şer dihat meşandin dike û ezmûnên xwe vedibêje. Di beşa duyemîn de jî parlamenter Gultan Kişanak û Aysel Tûglûk ên bi armanca piştgirîdayîna girtiyan dest bi greva birçîbûnê dikin, derdikevin pêş.
Di beşa sêyemîn de jî jiyana Sakîne Cansiz a ji bo jinan bi mînakan dagirtiye tê vegotin, ku demeke kurt beriya kişandinan li Parîsê di 9'ê Cotmeha 2013'an de bi 2 hevalên xwe Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat qetilkirin.
'JIN HÊVIYA KURDAN E'
Derhêner Yuksel Yavûz ji ANF'ê re behsa çîroka fîlm kir û got, "Min dît ku di hemû qadan de jinên Kurd li refên pêş in. Li erdnîgariya Kurdan, roleke bi vî rengî ya jinan rewşeke awerte ye, lewma min xwest balê bikşînim ser vê rewşê."
Yavûz ragihand ku bi pêşengiya jinan ji tevgera Kurd re hêviya azadiyê ya Kurdan xurtir bûye, lewma wî navê 'Hêvî' li fîlmê xwe kiriye. Li gorî Yavuz jin êdî ji bo gelê Kurd hêviyeke mezin in.
Dokûmantera "Hêvî" ku dîmenên wê li Berlîn, Parîs, Rotterdam, Stenbol, Enqere, Dêrsim, Amed û Qendîlê hatin kişandin, di yekemîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz û hevalên wê di 9'ê Çileya 2014'an de wê li Elmanyayê têkeve vîzyonê û dûre li Kurdistan û Tirkiyê derkeve pêşberî temaşevanan. Galayên fîlman jî wê li Berlîn, Hambûrg, Koln, Amed û Stenbolê bên kirin.
0 yorum:
Post a Comment