Herdu rojnamevanan David Meseguer û Oriol Gracià derhêneriya vê xebatê kirine. Xebata wan wê di 17ê Mijdarê de li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bê nîşandan. Me bi rêya Skype xwe gihand hevderhênerê dokûmenterê David Meseguer. Davîd ji Barcelonayê pirsên me derbarê dokûmenterê de bersivandin.
Çi dihêle ku du rojnamevanên katalan biçin Kurdaxê û dokûmenterekê li wir bikişînin?
David Meseguer: Hevrêyê min Oriol Katalan e, lê ez ji Herêma Valencia me, lê wek tu dizanî em jî li Valencia bi katalanî diaxivin. Derbarê pirsa te de, yekemîn pêwendiya min bi doza kurdî re di Newroza Amedê ya 2010ê de despêkiribû û ji wê demê de ez mijûlî kêşeya kurdî bûme. Ez li cihên cûrbecûr li Bakur û Başûrê Kurdistanê bûm. Derbarê Rojava de jî di Tebaxa 2012ê de ez çûbûm Efrînê, wê çaxê rejîm nû ji herêmê derketibû, Kurd jî nû şoreşa xwe despêkiribûn. Di Mijdarê de dîsa ez çûm serdana Efrînê û taxên kurdî li Helebê. Di van herdu caran de min gellek reportaj ji rojnameyan re û vîdyoyek ji televîzyonekê re amade kiribûn, lê piştî wê ez ramiyam ku tiştê niha li Rojava çêdibe dîrok e û divê mirov vê dîrokê bike dokûmentereke demdirêj. Ez bi hevrêyê xwe re Oriol axivîm û me biryar da ku em di Newrozê de dest bi kişandina dokûmenterê bikin.
Ji bo çi “Şoreşa Bêdeng”?
Pirsa kurdî herdem di medyaya cihanî de nayê guftûgokirin. Di şerê li Sûriyê de tenê behsa hêzên Esed û yên opozîsyonê tê kirin, lê medyayê pirr cih neda şoreşa çandî ya Kurdan piştî çewsandina bi dehsalan ji aliyê rejîma Baasê ve. Vê piştguhkirina alavên ragihandinê ya şoreşa kurdî hîşt ku em vî navî ji xebata xwe re hilbijêrin.
We çawa xebata xwe fînanse kir?
Min û Oriol bi pereyên ku me ji karên xwe yên berê komkiribûn lêçûnên kişandina dokûmenterê da. Niha me kampanyayeke Crowdfunding (sîstema berhevkirina pereyan, pirranî bi rêya înternetê) destpêkiriye, da ku em lêçûnên edîsyona dokûmenterê derxînin. Hêviya me jî ewe ku em bi rêya vê kampanyayê hinekî ji lêçûnên geştên xwe derxînin, herwisa em bikaribin danasîna vê xebatê di nav televîzyonên cihanê de bikin.
We Kurdax û xelkê wê çawa dîtin?
Li Efrînê ez hest dikim weke ku ez li mala xwe bim, klîmaya gundê min weke ya gundên Efrînê ye, ango ya Behra Spî ye, heman hewa û xweza ye. Îsal dema em li wir bûn buhar bû, dîmenên siruştê gellekî bedew bûn. Efrîn bi rengê kesk û kulîlkan xemilî bû. Li ba me jî zeytûn hene, dema bi gundiyan re diaxîvîm pirr caran me derbarê zeyt û zeytûnan de gotûbêj dikir. Xelkê jî bêhampa destek da me û ji bo kişandina dokûmenterê arîkariya me kir.
Û rewşa jinan çawa bû?
Ez têgihiştim ku jina kurd di nav jinên Rojhilata Navîn de ya ku herî zêde maf bidest xistiye ye. Jin di siyaset, artêş û asayîşê de cih digire. Kesên ku vê dokûmenter bibînin, nemaze yên ewropî, wê mat bibin. Kesên ku ji berê rastiya gelê kurd nas nakin, wê ji xwe bipirsin “Ev çi ye? Em li Rojhilata Navîn in û jin tê de roleke girîn dilîzin!”
Çi astengî an jî anekdot bi we re çêbûn?
Ji serdanên min yên berê xelkê dizanîbû ku hevala min heye, ji ber wê keçik nêzîkî min nedibûn. Lê hevala Oriol tine ye, ji ber wê jî di wan gundên ku em tê de derbas dibûn eleqeya gellek keçikan ji bo Oriol hebû. Min digot tekez wê Oriol li vir bizewice. Wekî din derbarê astengiyan de jî, pirsgirêka kêmbûna anjî nebûna elektrîkê astengiyên teknîkî ji me re derxistin. Hinek caran jî, dema me li nêzîkî sînoran dîmen dikişandin, hinek kêlîkên tensiyonê çêdibûn, ji ber ku em nêzîkî leşkerên tirk bûn.
Keçikan çawa eleqeya xwe nîşan dida?
Wek mînak dema em çûn gundê Gorda, ji bo em çend dîmenan ji dengbêjê gelêrî Bavê Selah bikşînin, li wir çend keçikan çav berdan Oriol û jê pirs dikirin Facebook an e-maila te heye, îşev tuyê werî şahiya Newrozê?
Di wêne û vîdyoyên ku we derbarê dokûmenter de belav kirine, dezgehên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tên nîşandan, gelo hûn behsa partiyên din jî dikin?
Em baş dizanin ku PYD destekeke mezin ji gel werdigire û kontrola wê li ser herêmên kurdî mezin e. Lê me ne tenê nêrînên PYDê nîşan dane, herwisa me nêrînên partiyên din wek Partiya Yekîtî jî standiye, lê di trailer de mirov nikare gellek tiştan nîşan bide.
Gelo tiştekî ku we di vê şoreşê de dît û ne bi dilê we bû heye?
Roja bîranîna komkujiya Helebçeyê em li bajaroka Cindrêsê bûn, me dît ku di meydana gîştî de alîgirên partiyên PYDê, Yekîtî û Azadî hebûn. Wê caxê alozî di navbera alîgirên Azadî û hêzên asayîşê de derketin û me dengê teqîna gulleyan bihîst û weke hemûyan me tavilê xwe veşart. Gellek tirsa me hebû ku şerekî kurdî kurdî rûbide. Baş e ku niha li hember êrişên al-Qaîdayê li dijî Kurdan egera derketina şerekî di nav Kurdan de kêm bûye.
Gotineke we ya dawî heye?
Em gellekî kêfxweş in bi çêkirina vê xebatê. Rast e, gel ji rewşa şer gellek êşê dikşîne, lê di heman demê de ev kêlîkên dîrokî ne ji Kurdan re. Dibistan êdî zimanê kurdî fêr dikin, Kurd dezgehên xwe bi xwe birêvedibin. Şensê me hebû ku di wan 17 rojên ji dema kişandina documenter de gellek çalakî li kolanan çêdibûn, vê yekê jî xebata me dewlemend kir.
Rudaw
0 yorum:
Post a Comment