Ad (728x90)

Thursday, January 9, 2014

Filled Under: ,

Yekem fîlma li ser Apê Musa; “Musayê bê asa”

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Derhêner û lîstikvan Aydin Orak ê jiyana zanayê kurd Musa Anter li ser dika şano dide zindîkirin vê carê jî espriyên polîtîk, têkoşîn, jiyan û qetilkirina Musa Anter dike fîlmekî sînema.

Jiyana zanayê kurd Musa Anter ji aliyê derhêner û lîstikvan Aydin Orak ê jiyana Anter 6 salan li ser dîka şanoyê pêşkêş kir dê weke fîlmekî sînemayê bê amadekirin. Di fîlm de şewqeya fotr û bahola ku bi Anter re bibû yek ku hatiye bikaranîn, temaşeker wê bi bandora ku Anter bi wan re hiştiye, careke din bi qetilkirinên rewşenbîran ên li Tirkiyeyê pêk hatin rûbirû bên. Wê galaya fîlmê bi navê “Musayê bê asa” yê ev 4 sal in amadekariyên wê tên kirin di 20'ê Îlona 2014'an de li Amedê bê pêşkêşkirin. Wê di fîlm de dengê orjînal ê Musa Anter bê guhdarîkirin û beşên jiyana Anter bê temaşekirin. Fîlmê Musayê Bê Asa, li Mêrdîn, Nisêbîn, Sitilîlê û Zivingê ku di jiyana Anter de xwedî cihekî girîng in hatiye kişandin. Di fîlm de zarokên Anter, Dîcle, Rahşan Anter û xwarziyê Anter Çinar jî rol wergirtiye.

‘Ez dizanim heqê Anter nehatiye dayîn’

Zanayê kurd Musa Anter ku bandorên kûr li ser bi hezaran kesan kir, bandoreke bi heman rengî li ser derhêner Aydin Orak jî kiriye. Orak anî ziman ku di aliyê hestyarî û fikrî de gelek tişt ji Anter fêr bûye û bi bîr xist ku di dîroka komarê de yê yekemîn şanoya kurdî nivîsandiye Apê Musa ye. Orak, diyar kir ku çêkirina fîlm weke dayîna deynekî li hember Apê Mûsa û gelê kurd dîtiye û wiha got, “Ez zanim ku heta niha di sînema, wêje û mûzîkê de bi qasî hatiye xwestin nehatiye ziman. Hinekî jî ji ber min dît ku heqê Apê Musa nehatiye dayîn min ev fîlm çêkir.”

‘Vegotina jiyana rewşenbîrekî ya tijî dram û komedî zehmet e’

Orak, da xuyakirin ku jiyana Anter a bi esprî û polîtîk di sînemayê de nîşandan zehmet e û wiha axivî: “Tiştên di dadgehan de jiyane mîna lîstikeke şano ye. Jiyana Musa Anter bi trajediyan derbas bûye. Ji aliyekî ve jî henekê xwe bi jiyanê dike. Hezkirina jiyana wiha zindî dihêle. Ev jiyan tenê di aliyê dram an jî di aliyê komediyê de vegotin dê li hember vê jiyanê neheqî ba. Ji ber dê ew fîlm ne ev jiyan ba. Jiyana Musa Anter bi trajediyekê bi dawî bû. Ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin.”

‘Bandora li ser min hiştiye nivîskarekî hatiye qetilkirin’

Orak destnîşan kir ku der heqê fîlm de ji rexneyan zêdetir pêşniyar hene û wiha got, “Bandora Apê Musa li ser me hemûyan çêbû. Ji ber vê her kesî xwest nîşaneyeke têkildarî Apê Musa bibîne. Min, bandora li ser min çêkiriye vegot. Di vê bandorê de mirovekî nivîskar û dema dinivîsîne têkoşînê dike û tiştên tên serî wî vegot. Min xwest ez vebêjim ku ji ber nivîskariya xwe hatiye qetilkirin.”

Apê Musa çima bê asa?

Orak der barê navê fîlm de jî got ku ji nasnavê li Apê Musa hatiye kirin wergirtiye û di vê mijarê de jî wiha got, “Musa Anter jî mîna Hz. Musa ji bo gelê xwe têkoşîn pêş dixist. Dinivîsand, dihat darizandin. Tenê ligel Musayê me asa tuneye.

EVRÎM KEPENEK

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib