Ad (728x90)

Saturday, June 21, 2014

Filled Under: ,

"Şanoya Kurd ji ber nîqaşên navxweyî pêşneket"

NÛÇE ŞANO
Bi avakarina NÇM’ê di Şanoya Kurd de serdemek nû vebû û Dibistana Teatraya Jiyana Nû ku wek bingeha Şanoya Nûjen a Kurd tê binavkirin, hat avakirin. Lê piştî demek bi belavbûnê re rû bi rû ma. Şanogerên Kurd li ser Şanoya Kurda piştî salên 1990’î nirxandin û gotin ku ji ber bê pergalî û ji ber nîqaşên navxweyî Şanoya Kurd nayê asta ku tê xwestin.

Di hunerê de şano xwedî cihek taybet e ku taybetiya xwe jî ji dîtbarî û bi performansa xwe ya zindîtiyê digire. Her wiha ji ber vê taybetiya xwe jî li ser dêrûniya civakê jî bandorek mezin dihêle. Bingeha dîroka Şanoya Kurd jî di lîstîkên bi navê Kosegelî ku di gundan de bi awayek amatorî dihatin pêşandan tê avêtin. Lê şanoya kurdan di warê hunerî de cara yekemîn di sala 1918’an de li Stenbolê ji aliyê Evdirehîm Rehmî Hekarî pîyesa Memê Alan ku ji bo Kovara Jînê nivîsibû dest pê dike. Her wiha operaya bi navê Dayika Niştiman ku dema Komara Mehabad a Kurdan derket holê jî di dîroka Şanoya Kurd de xwedî cihek girîng e. Lê dîroka Şanoya Kurd beria salên 1990’an ne zêde xurt e. Bi taybetî piştî salên 1990’î Şanoya Kurd bi Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdan xurttir dibe û êdî hêdî hêdî ev rewş diguhere. Di roja îro de jî li Kurdistanê gelek sazî û dezgehên wek Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, Konservatuara Aram Tîgran û di bin banê şaredariyên li Kurdistanê de ev xebatên şanoyê tên kirin. Lê hê jî ligel ev qas derfetên fireh de Şanoya Kurd negihiştiye asta ku tê xwestin.

NÇM bingeha Şanoya Nûjen a Kurd avêt

Piştî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hat avakirin ji her aliyê hunerê ve gelek xebat hatin meşandin. NÇM di warê Şanoya Nûjen a Kurd de jî xwedî rol û ristek mezin lîst û hê jî li ser xebatan dimeşîne. Teatraya Jiyana Nû ku bingeha şanoya nûjen tê dîtin jî di sala 1991’an de di bin banê NÇM’ê de hat avakirin. Şanogerên TJN’ê jî an ji xebatkar an xwendekaran pêk dihat û nêzîkî 20 salan xebatên xwe domand. Wekî hemû sazî û dezgehên kurdan TJN jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ma. Lê TJN’ê bandorek mezin li ser gel hişt û ji ber wê jî derket holê ku di MGK’a dewletê de jî li ser TJN’ê nîqaş hatiye meşandin. TJN wek bingeha Şanoya Nûjen a Kurdan tê dîtin û heya niha jî zêdetirî 30 lîstikan derket pêşberî temaşevanên xwe. Teatra Jiyana Nû yekemîn lîstika xwe ya bi navê ‘Mişko’ derket ser dikê û bi hin lîstikên bi navê Prometheus, Mirina Anarşîstek, Generalê Teneke, Behra Spî di mêjiyê temaşevanan de cihê xwe girt. Piştî salên 2000’î jî ji ber hin sedemên polîtîk, nîqaşên navxweyî û xitimîna xebatan bi belavbûnê re rû bi rû ma.

Şahîn: Ez ezîtî bi pêş ket

Mamosteyê şanoyê yê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ê ku di TJN’ê de jî piştî salên 2000’î lîstikvanî kir Omer Şahîn li ser pêvajoya TJN’ê axivî û got ku TJN di dîroka Şanoya Kurd de xwedî cihek girîng e û bingeha xebatên niha avêtiye. Şahîn, da zanîn ku TJN’ê heya sala 2000’î xebatên giranbuha afirandin û piştî vê salê bi belavbûnê re rû bir û maye û wiha axivî: “Hin kes ji komê ji ber hin sedemên polîtîk, takekesî û nîqaşên navxweyî veqetiyan. Her çiqas me xwest ku em rihê berê careke din bi dest bixin jî xebatên me têrê nekirin. Ji ber ku piştî wan salan êdî ez ezîtî pir bi pêş ketibû.” Şahîn, destnîşan kir ku xebatên wan jî ber bayê kapîtalîzmê ketiye û ligel vê jî nîqaşên navxweyî jî bandorek li ser belavbûna komê kiriye û wiha got: “Piştî demekê hevpariya berê jî nema. Nîqaşên navxweyî bi xwe re pêvçûnek anî.”

Şahîn: Sazî nekarî hemû rengan di koordînasyonek de bîne ba hev

Şahîn, anî ziman ku di nav sedemên belavbûnê de ne tenê rola takekesan hebû û di heman demê de kêmasiya saziyê jî hebû û wiha berdewam kir: “Her kes li cihek din dixebitî û dihat nav komê û her kes xwedî fikrên cuda bûn. Wê demê jî wan dixwest ku fikrên wan di lîstikan de cih bigire. Sazî wê demê dikarî hemû fikrên cuda di koordînasyonek de bianiya ba hevdu lê ev tişt pêk nehat. Di koordînekirinê de sazî ji aliyê hin aliyan ve qels ma.” Şahîn, li ser desthilatdariya ku di nav komê de hatibû çêkirin jî axivî û got ku hin kesan dixwest ku heya mirinê fikrên wan di komê de bi bandor be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hin takekes dixwestin ku TJN li ser navên wan bê naskirin. Vê desthilatdariyê jî nedihîşt ku lîstikên cuda derkevin holê û xebat piştî astekê bi xwe re xitimînê jî dianî.”

Çalişkan: Hêdî hêdî em ji wergera texstên biyanî rizgar dibin

Ji mamosteyên şanoyê yên Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Nazim Hikmet Çalişkan jî li ser kêmasiyên ku niha di Şanoya Kurd de tên jiyîn û sedemên pêşneketina Şanoya Kurd axivî û got ku hin zemîn hene ku kurdan hêj bi dest nexistine. Çalişkan, da zanîn ku ew hem ji aliyê şanogerî, hem wergera texstên biyanî hem jî ji aliyê eleqeya temaşevanan ve qelsiyek dijîn û wiha axivî: “Di şerê çil salan de li ser çand û hunera kurdan jî qirkirinek mezin pêk hat. Ji ber wê ye ku niha hêdî hêdî texst bêwerger tên pêşkêşkirin. Ne ku derfet nîn in û em di van waren de bi pêş nakevin. Ev hinek kêmasiya me ye. Kesên ku bi vê karî re mijûl dibin hê di asteke nizm de tevdigerin.”

‘Ji aliyê çawaniyê ve asta ku tê xwestin bi dest neketiye’

Çalişkan, destnîşan kir ku hê xebatên şanoyê ji asta amatoriyê bi temamî rizgar nebûye û wiha got: “Pergalek berbiçav nehatiye avakirin ji ber vê yekê jî belavbûnek çêdibe û domdarî çênabe. Dibe ku niha ji aliyê çendiniyê ve em bi pêş ketibin lê ji aliyê çawaniyê ve hê jî asta ku tê xwestin nehatiye bidestxistin.” Çalişkan, anî ziman ku ji ber ku ji aliyê temaşevan û çapemeniyê jî rexnekirina lîstikan nayê kirin Şanoya Kurd zêde bi pêş nakeve. Her wiha Çalişkan, da zanîn ku divê hinek xweseriya şanoyê jî divê hebe ku pêşketina mezin jî bi xwe re bîne û got ku hinek navendbûna her tiştî jî li hember pêşketinê astengek derdixe û wiha axivî: “Li cihê ku em lê dixebitin her kar tê meşandin. Hemû panel, semîner, bîranîn û resepsiyon li vê derê tên kirin. Ji ber vê jî rehetiyek mezin çênabe. Di heman demê de ev rewş bi xwe re çandek şanoyê jî neafirîne.”

‘Hemû formên şanoya cîhanê tên bikaranîn’

Şanogera Şanoya Bajêr a Bajarê Mezin ya Amedê Gulê Ozalp Ulusoy jî da zanîn ku karên niha zêdetir bi profesyonelî dimeşin û bi pergal in û wiha axivî: “Êdî hêdî hêdî Şanoya Kurd ji wergerê rizgar dibe û ev 3 sal in pêşbirkên tekstên nivîsên şanoyê tên çêkirin. Ji girtîgeh û deverên din jî gelek nivîsên bi kurdî tên ber destê me.” Ulusoy, destnîşan kir ku niha Şanoya Kurd hatiye astek bilind û formên ku di cîhanê de tên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên ceribandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Formên ku li Tirkiyeyê nayên bikaranîn jî di Şanoya Kurd de tên bikaranîn. Ev jî asta Şanoya Kurd bilindtir dike.”

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib