Bi platoya hatiye avakirin, kostûm û tevgera heyî bi carekê re temaşevan dikevine atmosfera şaristaniya Misir a Antîk a beriya sê hezar sal. Bûyerên di Tewratê de derbas dibin dema derbasî dîtbariyê hatine kirin re fîlm bi gelek sahneyên tije aksiyon hatiye xemilandin. Vergerîna çemê Nîlê ji xwînê, dagirkeriya beqan, dagikeriya mêşan, mirina heywanan, belavbûna xweşiyan, dagirkeriya kuliyan, belaya tarîtiyê, mirina zarokên yêkemîn ku di Tewrat û Ahît a Nû de mîna bela û xezebên xwedê bi ser Misirê de şandine tên vegotin bi dîtbarî û efektên ku sînorê hiş û axilê mirov derbas dikin re tên pêşkêş kirin. Mijar-mucîzeya şeqitîna Deryaya Sor bi şêwazekî aqilane mîna pêkhatina „med-cezîr“ê tê nîşandan. Lê dîsa jî mirov matmayî dihêle.
Ferzkirina Tewratê
Par di van deman de fîlmekî din ê bi heman şêweyî dihate guftûgo kirin. Fîlmê Darren Aronofsky yê bi navê „Nûh: Tofana Mezin“ jî mîna „Exodus: Xweda û Kral“ referansa bi tenê Tewrat e. Bi van fîlmên ku ji bo kişandin û weşandina wan butçeyên bêhempa tên pêşkêş kirin pirsa tê hişê mirov eve: Gelo bi rêya sînemeyê Tewrat li tevahiya cîhanê tê empoze kirin?
Ji aliyekî ve Tewrat refansa bi tenê ye ji aliyê din ve jî bi tevahî ev film xistina bin xizmeta polîtîkayên „mexdûrbûnê“ yên serdestên Cihû bi hezarên salan dimeşînin û dewleta Îsraîlê jî mîna rêbaz hilbijartî ye.
Bi teknolojiya serdema me re gelek rudan û mija henek ku xizmeta vê polîtîkayê bikin. Bi projeyên li ser zalim ê dîrokî yên mîna Nemrût, Firavûn, Hîtler mîna fîlmê „Exodus: Xweda û Kral“ bi tevlîhevkirina bûyerên kev û yên nû wê amûreke mîna sînemeyê gelek caran bikar bînin.
Misira Antîk e, an Almanya Nazî ye?
Heger dekor û kostum werin guhertin mirov yekser dikare bibêje ku bûyer ne li Misir a Antîk lê li Almanyaya Naziyan derbas dibe. Komkirina laşên mirovên cihû yên hatine qetilkirin, şewitandina wan ji derbaskirina bûyerên beriya 60 salî li Almanyaya Nazî ya Misira Antîk a beriya sê hezar sal pêde nayên ti wateyê. Bi agahdarkirina Ramses a ku Mûsa Cihû ye tirîpên ku Ramses dikevê nav û tehdîdên îtîrafkirina „rastiyê“ mirov dikevê nava dudiliyê gelo yê diaxife Ramses e an nijatperest û faşîst Adolf Hîtler/subayekî Naziyan e?
Pîrtûkên olî û dîroknas hemfikirin ku Mûsa ji bo sazkirina aramiya herêma başûrê Misirê ji aliyê sarayê ve hatiye wezîfedar kirin. Di dema li wir de rêveberekî Misirî dema eziyetê li mirovên wî dike Mûsa jî wî rêveberî dikûje û ji Misirê direve.
Lê belê fîlm li ser „fêrbûna“ Ramses a cihûbûna Mûsa hatiye saz kirin. Ji ber ku Mûsa Cihû ye mirin heq kiriye û li çolê terkî mirinê kirine. Ji bo bandorkirina mirovên serdema me pêwistî bi karanîna argûmeneke mîna „nijatperestî“ ya ku nexweşiya herî giran a serdema me ye dîtine. Bi vê rêbazê jî diyare digihijin hedefa xwe.
Dîsa Mûsa piştî mayîna 9 salan li çolê vedigere Misrê û artêşeke gerîla avadike û mîna têkoşînê rizgariyê yê sedsala 19. li dij rejîmên faşîst û dîktaroriyel tevdigere. Lê belê di pirtûkên pîroz tevan de tê gotin ku Mûsa hewl dide Ramsesê Firewn û qewmê wî islah bike. Banga li wan dike, mûcîzeyan nîşanî wan dide. Her ku li ber xwe didin xezebên xwedê mîna feleketan tên serê wan da werin rêya rast. Lê belê ji ber ku islah nabin pêşengiya gelê xwe dike û Misirê di terikînin. Ramses ku plan dike li kêleka Deryaya Sor tevan bikûje bi mûcezeya şeqîtîna deryayê helak dibe. Ti pirtûk û dîroknas qal nakin ku Mûsa li Misirê artêşê ava dike, tev hemfikirin ku piştî dikevin rê artêşê avadike û ji bo yekîtiyê biparêze rêxistinbûyînê pêk tîne û 10 emir ên navdar jî di vê pêvajoya dirêj a rêwîtiya 40 salî de pêk hatine.
Xweda mêr e!
Di fîmê „Nûh: Tofana Mezin“ de xwedê di sûretê mar de bi Nûr re diaxifî. Lê vê carê xweda di sûretê lawikekî zarok de didin axaftin. Ji axaftinê wêdetir beşên Tewratê bi wî tînin zimên. Mîna mêr nîşandana xwedê gelo encameke têgihiştin û bandorên desilatdariya cinsparêz a mêr e, an tercîheke domkirina ji jiyanên dûr hiştin, tine hesibandina jinê ye nayê zanîn lê di fîlm de jin tune ne. Her tişt mêr e, heta bi xwedê jî…
Mûsa, Harûn, Şuayb
Di dema Hz. Mûsa de navê du pêxemberên din jî di pirtûkê pîroz de derbas dibe. Birayê Mûsa Harûn û serkarê qebîleya Ereb a li herêma Medyen a di navbera Urdun û Erebîstanê de Şuayb e. Di rastiyê de xwediyê fikr û rêxistinbûyina tirakindina Misirê Harûn e lê belê ji bo vê yekê pêwistiya wan bi fermandarekî heye. Ew jî ji birayê wî Mûsa yê di saraya Firewn de hatiye perwerdekirin pêde ne kesekî din e. Şuayb ê li gora Kur’anê jî pêxember e, Di têgihiştin, perwerde û kesayeta Mûsa de xwedî roleke mezin e.
Şuayb di Tewratê de bi navê „Yitro“ derbas dibe û tê îdîakirin ku ew jî ji qewmê îsraîl e, yanî Cihû ye. Keçawî Tsipora (bi kurdî Safura tê gotin) bi Mûsar re dizewice û bi navê Gerşom û Eliezer du lawê wê çêdibin. Tê îdîa kirin ku dema vegerê Şuayb, Tsipora û her dû lawên wî jî beşdarî wan dibin. Lê rastî berovajî vê yekê ye ye. Ji ber ku jina Mûsayê qewmê Cihû ji koledariyê û zilma Firewn rizgar kir ne Cihû ye li rasta cudakarî û muameleyên xirab tê. Çarenûsa wê dibê çi tam ne diyar e…
AZÎZ OGUR
0 yorum:
Post a Comment