Premium Coupons And Discounts Template

Over 1000+ working discount & coupon codes, enjoy!

Featured Coupons

Ad (728x90)

Latest Coupons

Saturday, October 17, 2015

Çavkaniya fîlma "The Martian" rastiyên zanistî ye


Çavkaniya fîlma "The Martian" rastiyên zanistî ye
 
Li gel bingeha xurt a zanistî ya fîlmê di heman demê de bi aksîyon û peroşa bilind re têr û tije ye.

HawarNet 
17 Cotmeh, 2015

Îsal piştî "Interstellar"ê fîlmeke din a nû ku xwe dispêre zanist û ezmanê bi navê  "The Martian" (Marsî)  di vîzyonê de ye. Senaryoya fîlmê hema bi temamî bi rave û diyar kirinên zanistî re tije ye. 

Qehremanê fîlmê Mark ku ji ber ku hevalên wî wisa fikirîn ku ew miriye ye û wî li Marsê hiştin û çûn divê ji bo ku di jiyanê de bimîne gellek pirsgirêkan bi riya zanistê çareser bike. 





Li gel bingeha xurt a zanistî ya fîlmê di heman demê de fîlm bi aksîyon û peroşa bilind ve têr û tije ye.

Derhêner Ridley Scott piştî fîlmê xwe ya bi navê "Prometheus" ku zêde nehatibû ecibandin vê carê karekî baş derxistiye holê. 




The Martian (Marsî) 
Derhêner: Ridley Scott
Lîstikvan: Matt Damon, Jessica Chastain, Kristen Wiig Jeff Daniels, Michael Peña, Sean Bean, Kate Mara...
Cure: Zanist/vehan
Welat: DYA
Sal: 2015
Budce: 109 000 000 $







c7 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Saturday, September 5, 2015

Lolan Azad: Sînema li Kurdistanê nebûye kultûr


Lolan Azad: Sînema li Kurdistanê nebûye kultûr
 
Aktor û medyakara kurd Lolan Azad keça hunermend Nermîn Qadir e û beşê sînemayê li koleja hunerên ciwan xilas kiriye. Lolanê aktora sereke ya rêzefîlma Anahîta û fîlmê sînemayî yê Semiyan bû. 

HawarNet 
11 Gulan, 2015

Di çend kanalan de wek bêjer û pêşkêşkar kar kiriye. Lolan Azad di vê hevpeyvînê de  behsa karên xwe yên hunerî û jiyana xwe ya taybet dike. Lolan niha bi dayika xwe re li Hewlêrê dijî.  

Tu li Zagros Tv pêşkêşkara hunerî bûyî, dûre di Kurdistan Tv de tu bûyî bêjera nûçeyên siyasî. Ev guhertin çawa pêk hat?

Lolan Azad: Ez di malbateke hunerî de mezin bûme, lê dê û bavê min karê siyasî kirine. Lewma dikarim bêjim ez di malbateke siyasî de jî mezin bûme. Ez ji ber çend kêşeyan ji Zagros Tv derketim. Lewma çûme Kurdistan Tv, çimkî kanaleke siyasî ye. Ji min re gotin eger tu bixwazî tu dikarî bibî bêjera siyasî. Dûre ji ber çend kêşeyan min dev ji Kurdistan Tv jî berda.

Te ji ber çend kêşeyan dev ji herdu kanalan berda, ew kêşe çi bûn gelo?

Bi kurtî, li welatê me qasî ku li bejn û bala jinê tê mêzandin, li mejiyê wê nayê mêzandin!

Di rêzefîlma Anahîta de tu pirr cidî derketî, gelo xwendina nûçeyên siyasî bandora xwe li ser rola te di wê rêzefîlmê de nekir?

Na bandor nekir. Lê ev daxwaza derhênerê wê rêzefîlmê bû. Anahîta bixwe rêzefîlmeke cidî bû û ji hêla Dr. Kurdistan Mukryanî hatibû nivîsandin. Di vê rêzefîlmê de, jin wek dûvelang derneketiye. Jinekê nîşan dide ku çawa bo mafên jinan kar dike.

Lê di fîlmê sînemayî yê “Semiyan” de jî tu dîsa pirr cidî bûyî, sedem çi ye?

Fîlmê “Semiyan” çîroka rasteqîn a jineke bajarê Dihokê ye ku çend caran rastî destdirêjiyê hatiye. Diyar dike çawa jin bi rêya pere û desthilatê tê bikaranîn. Lewma rola min cidî bû.

Maç û dîmenên seksî beşekî sereke yê fîlmên sînemayî ne. Li Kurdistanê jî di fîlmekî sînemayî de maça dev heye û di fîlmekî din de jineke kurd roleke erotîk dilîze. Nerîna te li ser vê yekê çi ye?

Di dîroka sînemayê de dîmenên erotîk nebûn. Bikaranîna dîmenên erotîk derzeke pirr biçûk e û bo firotina film û kişandina bala ciwanan tê bikaranîn. Sînema rastiya civakê nîşan dide.

Lê babeta destdirêjiyê di realîteya civaka me de heye, tu bixwe jî di fîlmê Semiyan de behsa jinekê dikî ku rastî destdirêjiyê hatiye. Eger dîmenên destdirêjiyê di fîlman de nebin, derhêner çawa dikare wê realîteyê nîşan bide?

Bersiva vê pirsyarê li ba derhêneran e. Lê em dizanin ku sînemaya îranî çiqasî bihêz e hem di serdema şah de û hem jî niha. Tevî ku yek dîmenê erotîk an yek dîmenê maç û hemêzkirinê tê de tune. Sînema bi dîmenên tazî û maçên dev bipêş nakeve!

Çima kartêkirina fîlmên kurdî qels e? Çima film li Kurdistanê nayên nîşandan?

Heta vêga jî sînema li Kurdistanê nebûye kultûr. Sînema tiştekî nû ye li Kurdistanê. Mixabin derhênerên me jî qasî ku ji navdariya xwe re kar dikin, ji hunera Kurdistanê re kar nakin! 

Te got dê û bavê te karê siyasî kirine, lê me Nermîn bêhtir wek hunermend nas dikir?

Bavê min ji sala 1994an ve şehîdê Partiya Sosyalîst e. Diya min jî beşdariyeke wê ya berçav di karên siyasî de hebû. Yanî hem hunermend bûn û hem jî karê siyasî dikirin.

Saxlemiya diya te niha çawa ye?

Mixabin pirr xirab e. Piştî ku diya min ewqas xizmet pêşkêş kir, qet xelatek jî wernegirt. Diya min pirr nexweş e û divê li derve bê dermankirin. Hêvîdar im Nêçîrvan Barzanî li hana diya min bê, heke na bawer dikim diya min xwe li ber van hemû êşan nagire û dê bimire...
HEVPEYVÎN NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Wednesday, July 15, 2015

Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne


Di 70 saliya xwe de dîsa bû makîne
 
Schwarzenegger dev ji fîlmên xwe yên bêwate bernade.

HawarNet 
15 Tîrmeh, 2015 

Lîstikvanê Emerîkî Arnold Schwarzenegger piştî 30 salî ji pêşkêşkirina rola mirovê maşîn di her sê beşên fîlma 'TERMINATOR', careke din dibe maşîn.

Schwarzenegger yê 69 salî, ku bi eslê xwe ji Austuryayê ye, berî çend salan dest ji Hollywood`ê berdabû ji ber ku ew bû serokê wîlayeta 'California' ya Emerîkî. Lê careke din beşdarî wa fîlmê dibe di beşa nû de ''Terminator Genisys.''

Ev fîlma li ser cenga di navbera mirov û maşînan de, ku gelek bi navûdeng bibû, wê bi beşa xwe ya nû bala hejmarekî mezin ji temaşevanan bikişîne, nemaze (Bi taybetî) ku  Schwarzenegger wê têde dîsa rola maşîna ku berxwedana mirovahiyê dike, pêşkêş bike. Lê li gor rexnegiran ji nav fîlmên termînatorê xeleka herî xirab ev e.


4 FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Thursday, July 9, 2015

Belgefîlma rastiya şerê Kobanê: 'Nû jin jîn'


Belgefîlma rastiya şerê Kobanê: 'Nû jin jîn'
 
Derhênerê Kurd Weysî Altay dema Kobanê ji sedê 85 di destê çeteyên DAİŞ'ê bû 3 mehan li Kobanê ma û di nava şerê Kobanê de parçeyek ji berxwedana YPJ'ê kir belgefilm.

HawarNet 
09 Tîrmeh, 2015

Derhênerê belgefilman Weysî Altay di pêvajoya berxwedana Kobanê de çû Kobanê û parçeyek ji berxwedana YPJ'ê kir belgefilm. 

Derhênerê belgefilmên 'Berxwedana Dayîka Berfo', 'Faîl dewlet', 'Jiyanên kêm mayî' û pirtûka 'Em ên winda'  Weysî Altay, vê carê jî li ser berxwedana Kobanê belgefilma "Nû jin jîn" çêkir. Altay di dema ku Kobanê ji sedê 85 di destê çeteyên DAİŞ'ê de, di nava şerê germ de derbasî Kobanê bû. Altay jî wek kesekî Kurd xwest derbasî Kobanê bibe û berxwedana ciwanên Kurd bi wêneyan qeyd bike. Altay jî xwest di berxwedana Kobanê de tiştekî bikeve ser milê wî bike. Lê ji ber giraniya şer Altay li Kobanê karê rojnamevaniyê kir û hewil da ku hovîtî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û  li hemberê vê hovîtiyê jî berxwedana YPG/YPJ'ê bi rêya TV yan nîşanî cîhanê bide. 

Elîfa Kobanî ya 18 salî
Altay, 3 mehan berxwedana Kobanê şopand û di nav şervanên YPJ'ê de Elîfa Kobanî ya 18 salî nas kir. Li gel ku Kobanê ji sedî 85 di destê DAIŞ'ê de bû jî, Elîf bi cesaret, berxwedan û baweriya xwe bala Altay kişand. Altay di nava şerê giran de, rojek ji jiyana Elîfê ya di nava berxwedana Kobanê de qeyd kir û xwest nîşanî hemû cîhanê bike. Altay diyar kir ku dema wan dînemê Elîfê dikişand çeteyên DAIŞ'ê 100 metre dûrî wan bûn. Altay, destnîşan kir ku di berxwedana Kurdan a 40 salan berdewam kir de hertim jinan pêşengî kir û wiha got: "Pêşengiya jinan di berxwedana Kobanê de gihişt asta herî bilind. Jin pêşengên berxwedana Kobanê ne." Altay anî ziman ku şoreşa jinê, mirov neçarî afirandinê dike."

'Piştî bi çend kêliyan şehîd bûn'
Altay, da zanîn ku wî û hevalekî xwe dîmen dikişandin lê, dema şer pir dijwar dibû kesek ji çapemeniya herêmî bi wan re diçû eniya şer û wiha berdewam kir: "Dema em diçûn eniya şer moralê hevalan hêz dida me. Ji ber wê jî tiştek ji me re bi zehmet nedihat. Tişta herî zehmet ew bû ku hevalên me pêre dîmen dikişandin piştî çend kêliyan şehîd diketin." 

Dîmen di nava şer de
Altay, destnîşan kir ku hemû dîmenên wan resen û orjînal in û qet bi montajê mudaxaleyî deng û dîmenan nekirine. Altay, wiha peyivî : "Me dîmen hemû di nava şer de kişandin. Tişta me dayî nîşan jî parçeyek kêm ji berxwedana Kobanê bû. Piştî ku me belgefilm xilas kir, du hevalan jiyana xwe ji dest da. Ez nikarim li ser wan hestên xwe bînim ziman. Heman demê de Şervana YPJ'ê ya dengbêj Viyan Peyman a di 6'ê nîsana 2015'an de li Kobanê jiyana xwe ji destdayî, di aliyê muzika belgefilmê de alîkarî da min." Altay li ser kesayeta Peyman wiha axivî: "Peyman di aliyê huner û cesareta xwe ya di berxwedana Kobanê de mînakek mezin bû." 

Altay, daxuyand ku wan cara yekem li Stembolê belgefilma "Nu Jin Jîn" nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê belgefilm hêj baş temam nebûye. Dê hinek dîmenan li filmê zêde bikin. Piştî belgefilm temam bibe em dê li her gund û bajaran bidin nîşandan. Em dê ji berxwedana YPJ'ê parçeyek biçûk nîşanî gel bidin." . .
BELGEFÎLM hnd SÎNEMAYA KURDÎ

Saturday, May 16, 2015

Sînema: “Raman bi çekan nayên kuştin”


“Raman bi çekan nayên kuştin”
 
Piştî 11ê Îlona 2001a gelek film li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu film ne weke vî filmî Biraderên Wacosky ye. Di dawiya filmê de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”

HawarNet 
16 Gulan, 2015

V for Vendetta (2005)
Șêwaz: Aksiyon, Zanistî Xeyalî, Heyecan
Dem: 132 deqîqe
Derhêner: James McTeigue
Nivîskar: Andy Wachowski, Lana Wachowski
Ekterên Filmî: Hugo Weaving, Natalie Portman û Rupert Graves
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10


Çîroka filmî
Di serdema hikûmeta dîktatorî li Ingilîstanê, qehremanek şorişger bi navê “V” li bajarê Londonê îsyan dike.



Danasîna filmî

V for Vendetta filmekê bi heyecane ku di sala 2005-ê de ji hêla derhênerê Awistralî James McTeigue û li gor çîrokên pirtûka Comic Strip a V for Vendetta ji nivîsandina Alan Moore û David Lloydî ve hatiye çêkirin.


Filmê bi navê "Ji bo Vandeta" bi çîroka têkoşerekî li Ingilîstanê ku xwestiye Parlementoyê bombe bike dest pê dike. Piştre kamera berê xwe dide Brîtanya ya pêşerojê. Di brîtanya ya we çaxê de, bûyereke weke 11ê Îlonê bi alavên Kîmyewî çêdibe û Brîtanya dikevê bin desthilatiya dîktatorekî navdar. 

Her kes û hemû tişt tîne şopandin û hemû kar û xebat ji bo parastina Partiya Dewletê ye. Qehremanek bi navê “V” di vê rewşê de derdikeve holê û behsa şîddeta meşrû dike. Û di televîzyonê de bang li gel dike û dibejê ew ê 5 Sermawezê Parlemetoyê bombe bike. V, ji gel dixwazê kû sala werê roja 5ê Sermawezê werin ber Parlementoyê.


Di berdewama filmî de temaşavan fam dike kû “V” bi reqemê Romanî nimroya hicra pêncemîn e. Ev hicre jî, cihê kû V tê de girtî mayî û di hicrê de gelek îşkence dîtiye û di teqîna ve nîvgirtîgehê de çêbûyî rizgar bûye. Piştî rizgarbûnê qehremanê filmî, bi Maskê xwe yê kenok ji xwe re xirakirina sîstemê dike armanc. 


Jixwe 5 Sermawezê jî kuştina wî qehremanê  berê yê xwestî Parlementoyê bombe bike ye. 5 sermawezê semboleke berxwedanê ye ji bo V. qehremanê filmî V, di dawiya film de dide xûyakirin kû hemû tişt ji bo ku dîktator werê ser kar qewimiye. Erîşa Kîmyewî jî ji bo ku Partiya dîktator desthilatiyê bike destê xwe ji aliyê zilamên dîktator ve çêbûye. 




Piştî 11ê Îlona 2001a gelek film li ser şîddetê û terorê ketin e vîzyonê. Lê ez dibejim tu film ne weke vî filmî Biraderên Wacosky ye. Di dawiya filmê de dibêjin “Raman bi çekan nayên kuştin”.


Xelat
V for Vendetta di sala 2005"ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 16 xelatên cîhanî.


Hûrgilî
Welat: Emerîka, Brîtanya, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11"ê December 2005"ê
Cîyê film girtin:  Aldwych Underground Station, Aldwych, Holborn, London, Ingilîstan, Brîtanya
Butçeya filmî: $54,000,000 (tê texmîn kirin).

Cîhana Fîlman
11 NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Sunday, May 10, 2015

Ji dîroka sînemaya Kurdî: Ger tu bimrî ezê te bikujim


Ji dîroka sînemaya Kurdî: Ger tu bimrî ezê te bikujim
 
Fîlma derhenêrê navdar ê kurd Hiner Saleem Heger bimirî ez ê te bikujim melodrama, komedî û trajedî di nav xwe de dihewîne.

HawarNet 
10 Gulan, 2015

HEGER BIMIRÎ EZ Ê TE BIKUJIM!
IF YOU DIE I WILL KILL YOU!
Derhêner: Hiner Saleem
Lîsrikvan: Jonathan Zaccaï , Golshifteh Farahani , Mylène Demongeot , Özz Nüjen , Menderes Samancılar , Billey Demirtaş , Nazmi Qırıx
Frensa / 2010 / 90dq / Kurdî (Kurmancî) û Frensî

Philippe, zilamekî fransiz e ku nû ji girtîgehê hatîye berdan. Wî, penaberekî kurd ê bi navê Evdal nas dike, ku li dû tawanbarekî şerrî yê îraqî digere da ku tola xwe jê helîne. Paşê ew her du dibin heval û talîyê Evdal di daîreya wî ya qata dawî ya avahîyeke Parîsê li cem Philippe dimîne. 

Destgirtîya Evdal, Sîba, ku li Kurdistanê maye dixwaze were Fransayê cem wî. Lê belê Evdal ji nişkan ve ji ber krîzeke dil dimire û divê Philippe di nav demeke kurt de terma wî veşêre. Fîlma derhenêrê navdar ê kurd Hiner Saleem Heger bimirî ez ê te bikujim melodrama, komedî û trajedî di nav xwe de dihewîne. 


Lîstikvan: Jonathan Zaccaï, Mylène Demongeot û Golshifteh Farahani ya îranî ku digel Leonardo DiCaprio û Russell Crowe di fîlma bi navê Body of Lies de lîstibû.




dr5 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Wednesday, March 25, 2015

"Anton Çexov 1890"


"Anton Çexov 1890"
 
Havîna sala 1890´î ye. Ji bo ku hinek persan bi dest bise §u debara malbâti xwe bike, Anton Çexov, doktorekî mutewazî dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike ji bo rojnameyan. 

HawarNet 
25 Adar, 2015

Ew van çîrokan bi navê  Antoşa Çêxontê mohr dike.  Mirovên girîng ên civaka wê demê, nîvîskar û weşanger jê re dibêjin ku ew di karê nivîsê de hoste ye. Ev jî dike ku ew bi jêhatîbûna xwe bihise. Anton Çexov xelata Pûşkîn bi dest dixe û bi ser de jî heyraniya Tolstoy. Lê belê mirina birayekî wî ji ber wêremê di be sedema derbeke şexsî ya li Çexov ketî; ew vê yekê weke têkçûna xwe dinirxîne û dike sedem ji bo ku ji navdariya xwe û ji evînên xwe bireve. Hingê sozeke wî tê bîra wî û berê xwe dide girava Saxalînê ku 10 hezar kîlometroyan dûr e ji Moskovê.

Ji rejîsorekî mutewazî
Ev çîroka filmê bi navê Anton Tchekhov 1890 e. Derhênerê fransî René Féret filmeke 96 deqîqeyan dirêj ji vê çîropkê re veqetandiye. Nicolaus Giraud jî bi rolê Çexov radibe. Li gorî rexnegirên sînemê rejîsorê mutewazî bi samimiyeteke mezin û aqilekî hêja kiriye ku kesayeta Çexov bi temamkirina dekorên otantîk pêk were. Encam ew e ku kên caran di filmên li ser kesayetiyên navdar de em weke vê filmê ber bi aliyên evqasî bi kêşe ve tên kişandin.  

Film hefteya bihurî li Franseyê kete vizyonê û li gorî serketina wî dibe ku li sînemayên ewrûpî û dinyayê jî were nîşandan. 


PARIS
NÛÇE SÎNEMAYA BIYANÎ

Monday, January 12, 2015

‘Welatê me Kurdistan e’ û Egîdê Cimo


‘Welatê me Kurdistan e’ û Egîdê Cimo 
 
Belgefîlma bi navê ‘Welatê me Kurdistan e’ ku jiyana hosteyê bilûrê Egîdê Cimo vedibêje, piştî ku li, Amed û Wanê hat nîşandan, li Êlihê bi hunerhezan re hate cem hev. Derhênerê belgefîlm Îbrahîm Yildirim da zanîn ku çîroka 85 salan a gelê Kurd bi dengê bilûrê kirine sînema û got ku Egîdê Cimo yê di hişê Kurdan de cihê xwe girtiye qezencek mezin a hunerî li Kurdan û Erîvanê hiştiye û ev di dema kişandina belgefîlmê de ferq kirine.

HawarNet 
12 Çile, 2015

ÊLIH- Belgefîlma ‘Welatê me Kurdistan e’ ku jiyana Egîdê Cimo yê zarokê malbateke ji Qelqeliya Wanê koçî Erîvanê kiriye vedibêje, di mîhrîcana Êlihê ya Yilmaz Guney de hate nîşandan.

Derhênerê belgefîlm Îbrahîm Yildirim ku bi Egîdê Cimo re li Bakurê Kurdistan û Erîvanê geriya û belgefîlm amade kir, diyar kir ku ew ji ber nîşandana eleqeya ji bo belgefîlm gelek keyfxweş e.

MÎRATEYA JI KARAPETÊ XAÇO Û ARAM TÎGRAN MAYE

Yildirim li ser fikra ku fîlm bikişînin sekinî û got: “Esas ‘Welatê me Kurdistan e’ ji aliyê Kurdan ve tê zanîn. Ev berhemeke ku gelek hestan digire nav xwe. Dema me ev belgefîlm kişand me nedizanî ku ev berhem aîdî wî ne. Ji nava çîrokê çîrok derket. Me digot qey Egîdê Cimo tenê hosteyê bilûrê ye. Me dizanibû ku bi Karapetê Xaço û Aram Tîgran re xebitiye. Me dizanibû ku 35 salan li Radyoya Erîvanê kompozîtorî kiriye. Yanî me Egîdê Cimo bi hunera wî nas dikir.

Egîdê Cimo hat Amedê em 25 rojan bi hev re man. Çû ku derê min ew şopand. Malbata wî li gundê Çubuklu ya Qelqeliya Wanê bû. Em du rojan li wir man. Piştre em çûn gundê Erîvanê. Ez 17 rojan li wir bi Egîdê Cimo re mam. Min bi arşîvên wî re nêzî 80 qeydî kir.”

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Egîdê Cimo karakterekî ku bi Erîvanê re bûye yek.  Di nava xebatên min de xebata herî bandor li ser min kir ev belgefîlm bû. Mîrateyeke ku ji axa xwe welatê xwe qut bûye di hundirê xwe de jiyaye. Kesekî bi tecrûbe bû. Ji ber vê jî ji sînemayê wêdetir, nirxek wisa kişandin ji bo min gelek xweş bû. Egîdê Cimo tevlî galaya belgefîlm a Amedê bibû. Li Wanê jî hat nîşandan. Niha li Êlihê tê nîşandan.”

Yildirim destnîşan kir ku ji arşîva Egîdê Cimo 5 fîlm dikarin derkevin û got: “Armanca me ev bû ku em jiyana vî şexsiyetî derxin pêş.“

DÎROKA ZINDÎ YA HUNERA KURDÎ

Yildirim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê pirsgirêka herî mezin a Kurdan ev bû ku digotin dewletek me tine. Ji ber vê jî kes xwedî lê dernediket. Niha jî civaka me li ziman û çanda xwe xwedî derdikeve. Mînak strana ‘Welatê me Kurdistane’ ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê kesî nedizanî bû aîdî Egîdê Cimo ye. Egîdê Cimo dîrokek zindî ye.” Anf
BELGEFÎLM NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Saturday, January 10, 2015

"Sînemaya Kurd sînorên li Kurdistanê radike"


"Sînemaya Kurd sînorên li Kurdistanê radike"
 
Li Êlihê ku bi darbeya 12’ê Îlonê re ji 20’î zêdetir salonên sînemayê hatin girtin, bi Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney sînemaya gel di bin sînema.

HawarNet 
10 Çile, 2015

Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ku îsal a 5’emîn pêk tê bi armanca balê bikişînin ser komkujiya Şengalê bi şîara ‘Şengal Şimala Şengalê’ pêk tê.  Derhêner Zeynel Dogan da zanîn ku wê Mîhrîcan sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin rake û pêşî li aktîvîteyên hunerî yên ku gel dixwazin nayê girtin.

Li Êlihê 5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney ket roja sêyemîn û  Derhêner Zeynel Dogan ku Rêveberê Akademiya Sînemaya Rojhilat e, li ser çanda sînemaya Kurdistanê û sînemaya gel ji ANF’ê re axivî.

Dogan da zanîn ku Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ji bo her bajarî pêwîst e û ev xebat li ser daxwazan pêk hatiye, her çûye mezin bûye û temaşevanên xwe ava kiriye.

Dogan anî ziman ku ji bo temaşevanên bajaran bên dîtin divê fîlman bibin bajaran û got: “Heta fîlm neçe mirov nekare biryar bide ka li wir potansiyel heye yan na. Ji ber vê jî ev teqeze ku li Kurdistanê potansiyela sînemayê heye. Lê ev potansiyel bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatiye şikandin. 

Mînak li Êlihê beriya darbeya 12’ê Îlonê 20 salonên sînemayê hebûn. Ev civak çanda sînemayê dizanin. Lê bi darbeyê re ev hatiye şikandin û niha bi Mîhrîcana Yilmaz Guney ev tê berhevkirin.



GEL LI BER XWE DIDE, DIXWAZIN BERXWEDANÊ DI SÎNEMAYÊ DE BIBÎNIN

Dogan got ku ew xwe berpirs dibînin ku qirkirina li Kurdistanê hatiye jiyîn bi temaşevanan re bînin cem hev û got: “Dema me dest bi xebatê kir, me bajarekî ku refleksa wê heye, rexne dike, yên bertekên wan heye, yên bendewariyên wan yên polîtîk hene hilbijartin. Divê mîhrîcan jî li gorî vê bi teşe bibe û bibe bersiv. Me ev daxwaz li ber çavan girt.  Bajar li ber xwe dide, dixwaze fîlmekî ku li ber xwe dide temaşe bike, jina berxwedêr bibîne, zarokê li ber xwe dide bibîne û dengbêjiya li ber xwe dide bibîne. Li Kurdistanê qirkirin heye û dixwazin derhênerekî bi hêz û fîlmek bi hêz bibînin. Belê ev mîhrîcan jî van daxwazan ava dike.”

Dogan bi lêv kir ku di encama rexneyên ku derhênerên derketin pêşberî temaşevanan girtin de ji bo fîlmekî bihêztir bikişînin hewl dane û ev mîhrîcan bi hêz dike, temaşevanê fîlm bi hêz dike û  hejmara temaşevanan zêde dike.

DIVÊ AMED BI MAHABADÊ RE BÊ CEM HEV

Dogan destnîşan kir ku bi sînameya Kurdî re sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin jî wateya wan nemaye û ger Amed û Mahabad têkiliyên xurtir ava bikin wê bi sînemaya Kurdistanê re qezencên Kurdan jî xurtir bin. Dîha
FESTÎVAL hn4 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Wednesday, January 7, 2015

Mihricana Kurtefîlmên Kurdî bi eleqeyek mezin destpêkir


Mihricana Kurtefîlmên Kurdî bi eleqeyek mezin destpêkir
 
5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemala cîhanê ye" yên di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de pêktê bi eleqeyek mezin dest pê kir..
HawarNet 
22 Mijdar, 2014 Weşandin:0116 (Gor Dema Kurdistanê) 

5'emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma "Şengal şemala cîhanê ye" yên di navbera 6-11'ê çileya 2015'an de li Êlihê bi tevlîbûn dehan kesan dest pê kir. Mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de ewil Pirê êzdiyan Pir Hemo axivî û ji ber xwedî derketinê spasî li hemû kesî kir û diyar kir ku bi xwedîderketinê dît ku gelê kurd tenê nîn e.



 Derhênerê Zeynel Dogan jî diyar kir ku gelê kurd bi wêşandina filmên kurdî dê rastiya civaka xwe bibîne. Dogan anî ziman ku çanda gelê kurd her tim hatiyê tunekirin lê niha çand û hûnera civaka kurd hemû cîhan nas dike.

Hevşareda Êlihê Gulîstan Akel jî wiha axivî: "Ji ber ku ji dîrokê heya niha gelê êzdî tê qetilkirin, talankir û îsal disa Şengal bi destê desthilatdaran hat talan kir. Ji ber vê yekê me mihricana xwe diyarî gelê Şengalê kir. Bila baş bê zanin ku di dîroka mirovahiye de komkujiyên Şengalê her dem dê di bira mirovan de be."

Mihrîcan bi pêşandana kurtefilmê bi navê "Welatê min Kurdîstan e" bi dawî bû û mîhîrcan berdewam dike.
NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

Jiyana Melayê Batê bû kurtefilm


Jiyana Melayê Batê bû kurtefilm
 
Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran, jiyana Meleyê Batê yê ku bi “Mewlûda kurdî” û destana “Zembilfiroşê” ve tê nasîn kirin kurtefîlm..

HawarNet 
07 Çile, 2015

Ji bo ku nirxên dîrokî yên kurdan winda nebin û bigihîjin nifşên nû kar ku xebatên girîng tên kirin. Xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran a Colemêrgê ku di warê huner û çanda kurdan de xebatên girîng dimeşînin niha jî kurtefilma nivîskarê navdar ê kurdan Melayê Batê ji aliyê xebatkarên beşa şanoyê ve tê amade kirin. Nivîskar û derhêneriyê kurtefilma ku kêşana wê beriya meheke hat destpêkirin Bîlal Çîftçî girt ser milê xwe. Di kurtefîlmê de tenê demên dawî yên Melayê Batê ku di nav wêjeya kurdan de xwedî cihek girîng e û bi destana zembilfiroş û mewlûda kurdî tê nasîn tê vegotin.

Navê kurtefilmê jî “Ji Çiriya Paşê û pê de” ye û ev nav jî ji serenavê helbesteke Melayê Batê hatiye girtin. Di kurtefilmê de nêzîkê 20 kes dilîzin û kêşana kurtefilmê jî li Medreseya Meydanê ya ku ji aliyê Mîr Îbrahîm ve hat çêkirin, tê kirin. Dîsa kurtefilîm li gundê Marînûs û çiyayê Katoyê hat kişandin. Kurtefilm a ku ev nêzîkê saleke amadekariyên wê tên kirin wê 20 deqîqe be û tenê çend beşên wê mane, ew jî dê biharê were kişandin. 

‘Kesayetiyên wek Melayê Batê divê neyên jibîrkirin’

Lîstikvanê filmê ku di rola Mîr Îbrahîm Beg de dilîze Necmeddîn Olmez diyar kir ku wan mirina Melayê Batê ya trajîk girtiye dest. Olmez li ser armanca filmê axivî û da zanîn ku ew wek nifşên nû berpirsê jiyîna çîroka mezinên xwe ne û wiha got: “Melayê Batê jî yek jê kesayetên girîng yê wêjeya kurdan e. Ji ber wê me xwe berpirs dît û karek wiha dimeşînin.” Olmez destnîşan kir ku Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Uryan di roja me ya îro de gelek tên nasîn lê Melayê Batê ji aliyê gel ve zêde nayê nasîn û wiha berdewam kir: “ Batê ji bo wêje û zimanê me kesek girîng e. Gelek ji me ji berhemên wî jî ne haydar in. Dîvê kesayetek bi vî awayî bijî û neyê jibîrkirin.”

‘Deynê xwe yê dildarî didin’

Olmez anî ziman ku wan xwestiye filmek metraj dirêj bikişînin lê derfetên wan têrê nekir û ev tişt got: “Dema filmek dîrokî tê kêşan divê amûrên wî jî li gorî dîroka wê be. Ji ber wê me di nav salekê de xwe amade kir. Dîtina amûrên demên kevn jî gelek zehmet in.” Olmez di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku heke piştgiriyek ji bo wan bê dayîn dê filmên li ser jiyana Ehmedê Xanî û Elî herîrî jî çêkin da ku deynê xwe yê dildarê bidin wan.

Melayê Batê kî ye?

Der barê jiyana Melayê Batê de kêm agahî hene. Melayê Batê ango Melayê Huseynê Bateyî ji gundê Batê ye. Tê gotin ku Batê li bajarê Miksê ligel Mîrê Miksê xwendiye. Dîwan, Mewlûda Kurdî û Destana Zembilfiroş berhemên wî yên tên zanîn in. Di 66 saliya xwe de ji dinê koç kiriye û li gundê Batê hatiye veşartin. 
19 NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib