Li Êlihê 5’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurt a Yilmaz Guney ket roja sêyemîn û Derhêner Zeynel Dogan ku Rêveberê Akademiya Sînemaya Rojhilat e, li ser çanda sînemaya Kurdistanê û sînemaya gel ji ANF’ê re axivî.
Dogan da zanîn ku Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney ji bo her bajarî pêwîst e û ev xebat li ser daxwazan pêk hatiye, her çûye mezin bûye û temaşevanên xwe ava kiriye.
Dogan anî ziman ku ji bo temaşevanên bajaran bên dîtin divê fîlman bibin bajaran û got: “Heta fîlm neçe mirov nekare biryar bide ka li wir potansiyel heye yan na. Ji ber vê jî ev teqeze ku li Kurdistanê potansiyela sînemayê heye. Lê ev potansiyel bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hatiye şikandin.
Mînak li Êlihê beriya darbeya 12’ê Îlonê 20 salonên sînemayê hebûn. Ev civak çanda sînemayê dizanin. Lê bi darbeyê re ev hatiye şikandin û niha bi Mîhrîcana Yilmaz Guney ev tê berhevkirin.
GEL LI BER XWE DIDE, DIXWAZIN BERXWEDANÊ DI SÎNEMAYÊ DE BIBÎNIN
Dogan got ku ew xwe berpirs dibînin ku qirkirina li Kurdistanê hatiye jiyîn bi temaşevanan re bînin cem hev û got: “Dema me dest bi xebatê kir, me bajarekî ku refleksa wê heye, rexne dike, yên bertekên wan heye, yên bendewariyên wan yên polîtîk hene hilbijartin. Divê mîhrîcan jî li gorî vê bi teşe bibe û bibe bersiv. Me ev daxwaz li ber çavan girt. Bajar li ber xwe dide, dixwaze fîlmekî ku li ber xwe dide temaşe bike, jina berxwedêr bibîne, zarokê li ber xwe dide bibîne û dengbêjiya li ber xwe dide bibîne. Li Kurdistanê qirkirin heye û dixwazin derhênerekî bi hêz û fîlmek bi hêz bibînin. Belê ev mîhrîcan jî van daxwazan ava dike.”
Dogan bi lêv kir ku di encama rexneyên ku derhênerên derketin pêşberî temaşevanan girtin de ji bo fîlmekî bihêztir bikişînin hewl dane û ev mîhrîcan bi hêz dike, temaşevanê fîlm bi hêz dike û hejmara temaşevanan zêde dike.
DIVÊ AMED BI MAHABADÊ RE BÊ CEM HEV
Dogan destnîşan kir ku bi sînameya Kurdî re sînorên li Kurdistanê hatine xêzkirin jî wateya wan nemaye û ger Amed û Mahabad têkiliyên xurtir ava bikin wê bi sînemaya Kurdistanê re qezencên Kurdan jî xurtir bin. Dîha
0 yorum:
Post a Comment