Saturday, February 12, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, FÎLMÊ BÎYANÎ
Berlinale deriyê xwe bi çîrokek 150 sal berê vekir!
By
Serbûriyek
Dated
9:08 AM
Berlinaleya 61’emîn bi çîrokek 150 sal berê vebû. Çîroka keçek amerîkî ya bi navê Matei Ross ji alî Joel û Ethan Coen de hatî çêkirin. Fîlmê bi navê True Grit bû destpêkamîhrîcanê.
Mîhrîcana Fîlman a Nevneteweyî ya bi nav û deng Berlinale îsal cara 61’emîn tê li darxistin. Mîhrîcan îsal jî wekî salên borî bi coş û girseyek mezin dest pê kir. Vekirina mîhrîcanê
şeva berê li navenda Postdamer Platzê li Berlinale Palastê hat lidarxistin. Di vekirinê de ji cîhana sînema û sîyasetê gelek navênnavdar û kesên navdar amade bûn.
Piştî derbasbûna ji ser xalîçeya sor vekirin bi axaftina Serokê Mîhrîcanê Dieter Kosslick ve dest pê kir. Kosslick, li vir behsa mîhrîcana îsal kir û wiha got: “Ji gelek welatan fîlmên
cuda cuda hene. Ez di wî baweriyê de me em ê bi hev re 10 rojên baş û bi fîlm derbas bikin.” Dieter Kosslick, bo astengkirina Jaffer Panahî jî dîsa Îran rexne kir û azadiya Panahî
xwest.
Piştî axaftinê, fîlmê herdu birayan Joel û Ethan Coen ya bi navê ‘True Grit’ ku çîrokek 150 salî vedibêje mîhrîcan dest pê kir.
RÊWÎTIYA LI DÛ KUJERAN
Fîlmê bi navê ‘True Grit’ jî aliyê herdu birayan Joel û Ethan Coen ve hatiye kişandin. Xwediyê çîrokek 150 salî ye. Fîlm ji bilî nîşandina Berlinale ji bo Oscar a îsal jî di 10 beşan de
wekî endam hatiye nîşandin. Fîlm ji romana Charles Portis û Roger Deakins hatiye wergerandin. Fîlm li Amerîkayê derbas dibe. Fîlm behsa çîroka keçêk 14 salî dike. keça bi navê
Mattie Ross, bavê xwe winda kiriye. Ew hewl dide ku beriya dadgeh neqede, kujerê bavê xwe bibîne. Berê xwe dide çiya… Lê polîs û endame dadgeh jî wi bî tenê ber nadin. Di
nav wan û kujeran re şer dertê. Di wan şeran de gelek kujer tên kuştin. Lê dawiya çîrokê de jî keça 14 de salî tê kuştin. Kujerê Ross ê marê. Mar bi Rossê vedide û wî dikuje.
Çîroka xwediye dram, têkoşîn û dîmenên fantastîk mîrovan dikişînê hundirê xwe. Car caran mirovan dike nav xewn û xeyala dibe wî demê… Ev dîmenên balkeş bi listîkvaniya Jeff
Bridges û Matt Damon jî xurtir dibe…
Îran bû hedefa rexneyan
Beriya vekirina mîhrîcanê di nav rojê de ji, heyeta juri yê ya ji van kesana pêk hat; Isabella Rossellînî, Nîna Hoss, Jan Chapman, Aamir Khan, Guy Maddîn û Sandy Powell derket
peşiya çapemeniyê. Serokê heyeta juriyê Isabella Rossellînî li ver der heqê mîhrîcanê de bersiva pirsên rojnemevanan da. Lê wekî mîhrîcana par a Cannesê li vir ji derhênerê Îranî
Jaffer Panahî nehat jibîrkirin. Îran hat rexnekirin û daxwazên azadî û serbest berdana Panahî hat kirin. Isabella Rossellîni, berdewamiya axaftina xwe de wiha got:” Jaffer Panahî
derhênerekî heja ye Ew ji bo cîhana sînamayê mirovek serkeftî ye. Divê Îran zext û zora xwe li ser sînemayê û ramanan rake. Di nav xwe de demokrasî yê pêk bîne.” Serokê juriya
îsal Rossellinî mîhrîcan ji wekî fantastîk bi nav kir û got: “Di her beşê de îsal fîlm hene. Ev jî cudabûna Berlinale aşkera dike.” A. Welat

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment