Wednesday, February 16, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, FÎLMÊ BÎYANÎ
Li Berlinale du fîlmên balkeş!; ‘El Premio’ û ‘Shclafkrenkheit’ bû
By
Serbûriyek
Dated
1:01 PM
Mîhrîcana Berlianale 5 roj li dawiya xwe hişt. Di van rojan de gelek fîlmên ji bo xelata ‘Hirça Zêrîn’ di pêşbirkê de ne jî hatin nîşandan. Lê di nav van fîlman de yên herî balkeş ‘El Premio’ û ‘Shclafkrenkheit’ bû
Mîhrîcana Berlianale 5 roj li dawiya xwe hişt. Di van rojan de gelek fîlmên ji bo xelata ‘Hirça Zêrîn’ di pêşbirkê de ne jî hatin nîşandan. Lê di nav van fîlman de yên herî balkeş ‘El Premio’ û ‘Shclafkrenkheit’ bû. Evana jî bo xelata mezin ya Berlinale yên herî bi xwediyê şans tên xuyakirin.
Di qeşayiya Sibatê de Berlinale bi germahiya sînema û fîlman berdawam dike. Her roj bi dehan fîlm di serî de Berlinale Plazt, Cinemaxxx, Cinestar û gelek salonên sînemayê yên li nav bajêr tên nîşandan. Ji van fîlman 16 hem jî ji bo xeleta mezin ya Berlinale navê wê “Hirça Zêrîn” e di pêşbirkê de ye. Di van 5 rojan de jî van 16 fîlman çend heb hatin nîşandan. Lê fîlmên derhenêrên Meksîkî Paulo Makovitch ya bi navê “ El Premio” ( Xelat) û fîlmê derhenêrên almanî Ulrich Kohler ya bi navê “ Schafkrankheit” ( Nexwaşiya xewê) yên herî nêzî “Hirça Zêrîn” in. Ev herdu fîlm jî hatin nîşan. Heyanî niha ji aliyê pisporan ve yên herî hatine ecibandin jî ev in.
DESTHILATDARÎ...
Fîlmê Makovitch ya bi navê wî “Xelat” e li Meksikayê hatiye kişandin û behsa dayikek û keça wê ya zarok dike. Silvia 7 salî ye ew diya xwe bi tene dijîn di nav xizanî û tunebunê de. Silvia diçe dibistane lê têkiliya wî û zarokê din nebaş e. Lê ev ne sûcê wê ye. Derhenêr, wisa sûs diavêje stûyê; bê bavtiyê, têkiliyên civakê û sîstema faşîzmê. Vê bi awayekî zanistî dike. Bingeha wî jî di nav çîrokê de û bi dimênên desthilatdariya leşkeran ya di dibistanê de û zordariya civakê baş bi kar aniye. Fîlm bi tene serê xwe ne dramê wek helbestekî ye. Mijar her çiqas giran be, behsa dema faşîzm bê kirin jî dîsa jî aliyê wî yê helbestiyê hêstên mirovan mist dide. Ev jî giran buhayiya fîlmî zêdetir dike.
RÊWÎTIYA AFRÎKAYÊ
Fîlmê “Nexwaşiya Xewê” jî behsa çîrokek li Afrîkayê derbas bûye dike. Doktorekî alman li Afrîkayê welatê Kamerun ji bo hinek projeyên pêşketî kar dike. Jina xwe û keça xwe ya 14 salî jî digire li vî welatê bi cih dibe. Di navbera wî jina wî de hinek pirsgirêk çêdibin. Doktor, yan malbata xwe winda dike yan jî dest ji van projeyên xwe berdide. Fîlm di nav van mijaran de berdewam dike. Dîmenen balkêş û fantastîk mijarek cuda qîmeta fîlmê zêdetir dike. Derhenêr bi vî mijarî û dîmenan ji bo “Hirça Zêrin” gelekî bi şans e.
Di aliye din de di çarçoveya Berlinale de du belgefîlmên din jî hatin nîşandan. Yek ji van derhenêrên navdar Wim Wenders ya bi navê “Pina” bu ya din jî fîlmê bi navê “Cave of Forgotten Dreams” (Şikefta drame ya hatiye birakirin) ya Werner Herzog bû. Herzog ê par serokê juriya mezin ya Berlinale bû îsal jî bi belgefîlma xwe tevli festîvalê bû. Wenders ên xwediye gelek xelatan îcar bi mijarek dans, rexis hilbijart. Bi fîlmê xwe yê “Pina” Wenders, di nav stres û gengeşiya cîhana îro de mirovan ji pirsgirêka dûr dixe û ruhê wan mist dide. Herzog jî me dibe destpêka dîrokê. Bi kamera xwe dibe şahidiya arkeologan dike. Li pê şopa jiyana kevnar diçe. Di vir de jiyana 40 hezar sal berê ya mirovatiyê nîşanî me dide. Têkiliyên wan nêrina wana jiyanê û der heqe fizyolojiya wan de bi hunerê û çêkirê wan li dawiya xwe hiştiyê nîşanî me dide. Belgefîlmek hewceyê were temaşekirine ye. Di warê dîmenan de jî fîlm cuda ye. Herzog, bi formata 3 D kişandiye.
Di destpêka festîvalê de heta îro mohra derhenêrên Îranî yên girtî Cafar Panahî heye. Panahî yê niha li Îranê di zîndanê de ye ji bo Berlianale nameyek şand. Panahî di nameya xwe de Îran rexnekir û got: Ez di xewn û xeyelê xwe de jî fîlmên xwe dikişînim. Wekî din di festîvalê de 3 fîlmen Panahî hat nîşandan ji bo piştgiriyê. Di nîşandana 3 fîlman de jî salonên sînemayê tijî bûn.
ALÎ GULER - A. Welat

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment