Wednesday, February 16, 2011
Filled Under: FESTÎVAL, SÎNEMAYA KURDÎ
Yekem fîlmê Kurdî Zêrê tê nîşandan
By
Serbûriyek
Dated
1:04 PM
Hate ragihandin ku di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Stenbolê de dê fîlmên kurdî jî bên nîşandan.
10emîn Festîvala Fîlman a Serbixwe ya Navdewletî ya Stenbolê, dê li 17ê vê mehê dest pê bike.
Di festîvalê de, navê beşê ku tê de sînameya kurdî heye kirine “Domandina Pêşîvekirinê”.
Yek ji berpirsên Festîvala Fîlman ya Stenbolê Serra Cîlîv got, “Me ev nav (domandina pêşîvekirinê) bi armanca bibîrxistina polîtîkayên “pêşîvekirinê” yên ku hikûmet lêdixebite di warê pirsa kurdî de tetbîq bike, hilbijartiye.”
Ciliv ragihand ku wan “çiya”jî wek temaya beşê “domandina pêşîvekirinê” destnîşan kiriye û got:
Bo nimûne belgefîlmeke di sala 2005ê de hatiye çêkirin heye ku tê de behsa jinên li Çiyayê Agiriyê dike, hûn di fîlm de dibînin ku gelek keçên kurd çima ji cihên cur bi cur yên dinyayê radibin û diçin çê. Têkiliya vê bi jinbûnê re heye. Têkiliya wê bi jinên kurdan re heye. Têkiliya wê bi feraseta azadiyê re heye. Bi ya min destpêkê pêvajoya aştiyê ev e ku em bikaribin fêm bikin, mirov ji kuderê derdikevin û diçin kuderê. Erka me tenê naskirin û nasandina yê cem me ye. Ev belgefîlm jî dixwazin bi wê erkê rabin.”
Her wiha yekem fîlmê Kurdî Zêrê jî dê bê nîşandan.
Serra Cîlîv ragihand ku di çarçoveya festîvalê de li 20ê sibatê, dê ji aliyê hunermendên kurd Tara Caf, Aynûr Dogan û Mehmet Atli konserek bê sazkirin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment