Ad (728x90)

Friday, March 11, 2011

Filled Under: ,

"Miletek heye bi navê Kurd û fîlm çêdikin, wate sînemaya Kurdî heye"

HEVPEYVÎN SÎNEMAYA KURDÎ
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Hiner Selîm got ku Îsraîliyan fîlmê (Newala Guran) ê Tirkî qedexe kir, lê dibe ku Kurdan ji bo temaşekirinê 10 milyon Dolar dabin. Navbirî herwiha dibêje Sînemaya Kurdî heye, lê gelek tiştên pîs jî hene ku medya li Kurdistanê navê sînemayê li wan kiriye.

Her dema mirov Hinêr Selîm dibîne, dixwaze behsa serxwebûna Kurdistanê bike, wî li Parîsê mala hunermendê mezin Picasso û qada wênekişandina wî pêşanî me da, Selîm got navê min ‘Hinêr’ binivîsin, “Dayika min ji min re gotiye ku tê wateya a

Bi baweriya te îro tiştek heye bi navê sînemaya Kurdî?


Îro fîlm hene ji wan re dibêjin fîlmên Kurdî, miletek jî heye bi navê Kurd û fîlm çêkirine, wate sînemaya Kurdî heye.

Kîjan fîlmê Kurdî heye ku te xwestiye navê te wek derhêner li ser bûya?


Fîlmên min, lê ev nayê wateya ku fîlmên min ji yên kesên din baştir in.

Dibêjin heta niha jî fîlmên Kurdî yên festîfalan in û nebûne filmek ku di sînemayên cîhanê de pereyan peyda bikin. Sedema vê yekê çi ye?


Ji bo vê yekê hinekî pêwîstiya me bi demê heye, lê wê ew roj bê.

Çi pêwîst e?


Fîlm tên kişandin, lê ne temaşevan û ne sînema heye! Kurdên derve diçin temaşeyî filmekî faşîstên Tirk ê li dijî Kurd û Ewrûpiyan bi navê ‘Newala Guran’ ku di aliyê hunerî de jî di astekî pir nizim de ye. Tenê li Bakurê Kurdistanê çi nebe, 2 milyon Kurd temaşe kirine û li Ewrûpa jî qet nebe, Kurdan 10 milyon Dolar dane wî filmî.

Dema aktorê wê filmê hatî Hewlêr, rê nebû ku xelk wêneyê xwe ligel bigirin...


Min li vê derê teklîf ji parêzerekê re kir ku dozê li ser vekin, ji ber gotinên wî şoven, pîs û nerast in. Li Almanya, Cihûyan ew film qedexe kirin.

Wî parêzerî doz vekir?


Nexêr dereng bû û nekir, lê divê li hemû cihê bê qedexekirin, ji ber ku fikrek xirab belav dike. Kurdan nîşan dide ku ciger, gûrçîlk û nav zikê zarokên Ereb didizin û ligel Cihûyan bazirganiyê dikin. Cihûyan şikayît kirin û ew film qedexekirin, lê Kurdan li Başûrê Kurdistanê wêneyên wê filmê daliqandibûn, ev jî ne nezanîna gelê me ye.

Li Hewlêr Asayîşê ew film qedexe kir, tu wê yekê wek biryarek baş dibînî?


Ez ne ligel qedexekirinê me, lê pêwîst bû çapemeniyê boykot kiriban yan jî jê bêdeng bûna. Pêwîst bû ragihandinê hestek ligel xelkê çêkiriban ku bi xwe temaşe nekin.

We got sînemaya Kurdî heye, gelo filmên Kurdî ji bo nasandina Kurdan çi bandora wan heye?


Sînemaya Kurdî heye, lê li kêleka vê yekê tiştên pîs jî hene. Pirsgirêka me Kurdan jî ew e ku bê plan kar dikin. Ti bernameyek a me nîne ku em ê ji bo 4 salên bê çi bikin.

We bi xwe fikra wê yekê kiriye ku ligel yek-du derhênerên Kurd ên berçav, projeyekê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bêjin pêwîst e plana we bi vî awayî be?


Min ew cesaret nîne, ji ber nikarim tiştekê bikim ku teqlîdê hemû tiştên din be. Ji bo tiştek cidî bê kirin, divê mirov bên perwerde kirin. Avakirina pirek yan xaniyek mezin hêsan e, lê ya mejî zehmet e. Dibe ku gotinên min hinekî hişk bin û dibe ku zêde jî bin, lê ez wisa têgihiştime ku li ti wezaretekê planên me nîne.

“Film tiştekî bingehîn e û divê em mirovên xwe perwerde bikin”

Di kabîneya berê ya hikûmetê de, gelek rexne li ser rojnamevanan hatine nivîsandin ku çima hikûmet ewqas pere ji bo filan filmê veqetandiye û pêwîst bû li cihê wê yekê dibistanek ava kiriban...

Ez di wê baweriyê de me ku çawa pêwîstiya xelkê bi zelete û goşt heye, ewqas jî pêwîstî bi filman heye. Film beşek ji çand, mejî û perwerdeyê ye, tiştek bingehîn e û divê em mirovên xwe perwerde bikin. Ez dizanim gelek pirsgirêkên me hene, lê ligel dagirtina zikî pêwîst e em mejî jî dagirin. Me ew alî piştguh xist û me mirovek parazît dirust kir, wekî modela Urdûn û Sûriyê.

Li Ewrûpa jî rêzefilm û dramayên televizyonê bandorek zêde li ser jiyan û tevgera ciwanan dikin. Bi baweriya te rêzefilmên baş û bi armanc wê bikarin bandorê li Kurdan bike?


Bi baweriya min divê televizyonên Kurdî ji bo her pirsgirêkekê şevane bernameyên kurt amade bikin. Divê em ji zarokan dest pê bikin û eger em bikarin heta 4 salên din 6-7 endaman ji bo Wezareta Rewşenbîrî amade bikin, divê îro em 100 kesan rêkin zanîngehên cîhanê, ji van 100 kesan, dibe ku 10 kesên baş jê derkevin. Ev 10 kes dikarin piştî 4 salên din dam û dezgehan birêve bibin. Tiştek normal e ku endamên me nebûn, lê êdî ne normal e ku perwerde nekin.

Niha li Kurdistanê pir ciwan hene ku gelek filmên baş dîtine û bazara firotina filman bazarek pir qerebalix e. Hûn di vê derbarê de çi dibêjin?


Ev nîvî baş e û nivî xirab e, ji ber ku dema hevwelatiyên welatekî ewqas pêşneketin û fikrekî rexnegir nebin, hemû tiştan werdigirin, ev jî hinekê metirsîdar e. Em fêrî tiştên kolektîf bûne.

Pir caran dibêjin Selîm Berekat pir mezin e, lê mezinahiya wî ji bo çanda Erebî ye. Erê ev ji bo filmê jî her wisa ye?


Nexêr, James Joyce pirsgirêka Îrlanda bi hemû cîhanê da naskirin, lê bi înglîzî nivîsand. Theodor Herzl tiştek nivîsandiye û fikra avabûna dewleta Îsraîl jî hebû. Ez hebûna Selîm Berekat pir erênî dibînim.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib