Friday, November 2, 2012
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA BIYANÎ, SÎNEMAYA KURDÎ
Dengê Bavê Min û Ruby Sparks di vîzyonê de ne
By
Serbûriyek
Dated
3:47 PM
Dengê Bavê Min
Fîlmê Kurdî a bi navê "Dengê Bavê Min" li bakûrê Kurdistanê û li tirkiyeyê di vîzyonê de ye.
Fîlm bi devoka kurdên Meraşê hatiye kişandin. Fîlmê "Dengê Bavê Min" behsa têkiliyên di navbera bavekî li xerîbiyê û zarokên wî dike. Di fîlm de bav ji ber ku kurd e, xwendin nivîsandina wî tune ye, nikare name binivîse. Ji ber vê yekê li xerîbiyê li Erebistanê dengê xwe di bandê teybê de qeyd dike û di şûna nameyan de ji malbatê re dişîne.
Malbat jî bi heman şêwazê dengê xwe qeydê bandê dikin û weke bersiv jê re dişînin.
Fîlmê derhêner Zeynel Dogan û Orhan Eskikoy "Dengê Bavê Min" de Zeynel Dogan, diya wî Basê Dogan, hevsera wî Gulîzar Dogan dilîzin. Û bi dengê bav jî Kemal Ulusoy beşdarî fîlm bûye.
Fîlmekî bi navê "Dengê Bavê Min". Ev deng dengekê bavekî kurd e lê ger mirov bi awayekî berfireh lê binêre dengê gelek bavên kurdan bi xwe ye. Her kurdek dikare di nav vî dengî de parçeyeke ji dengê xwe bibîne.
Di fîlm de tiştê herî balkêş ev e ku lîstikvanên profesyonel nehatine bikaranîn û Zeynel, diya xwe Besê û gundî di fîlm de dilîzin.
Ruby Sparks
Fîlmeke din a vê hefteyê jî "Ruby Sparks" e. Derhênerîya fîlmê ji aliyê Jonathan Dayton û Valerie Faris hatiye pêkanîn. Di fîlmê de behsa nîvîskarekî ku jineke ku di xewnna xwe de dibîne û ew dike mijara romana xwe û heman jin di jiyana rastî de jî dikeve jiyana wî dike. Fîlm bi muzîkên xwe jî balê dikşîne. (HAWAR NET)

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment