Thursday, November 24, 2011
Filled Under: HEVPEYVÎN, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Gelo Dihok wê bibe ‘Holywood’ a Kurdistanê?
By
Serbûriyek
Dated
4:07 PM
Festîvala Fîlmên Kurdî Berlîn-Dihok bi gaveke nû, ji îsal û pê ve li herdu bajaran wê bê li dar xistin. Piştî sê salên navberê festîvala fîlman ya îsal li Berlînê perdeya xwe bi axaftina Dr. Kawa Mahmud Şakir, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê Hikumeta Herêma Kurdistanê û dûre jî bi fîlmê Ogul (Law) vekir. Ev fîlm bi zaravayê zazakî ye û cara yekem e ku festîvalekê bi fîlmekî kirmanckî/zazakî vedibe. Festîval di 11ê Mijarê de dest pê kir û di 18ê Mijdarê de bi dawî bû.
Di festîvala îsal de fîlmên bi navê Prison nr. 5: 1980-1984 (Zindana Diyarbekirê, nr 5) û Law. Eleqeyek mezin dîtin. Piştî temaşekirina Prison nr. 5:1980-1984 derhêner, fîlmçêker, sê girtiyên zindanê Nuran û Recep Maraşli, Bedrettin Kavak, bi moderasyona Mehmet Aktaş derbarê zindanê de bîr û baweriya xwe bi temaşevan re parve kirin û pirs bersivandin.
Balkêşiyek din jî ew bû ku hejmara derhêner û leystikvanên jin zêde bûye. Piştî temaşekirina fîlman fîlmhez, derhêner û lîstikvan derfeta sohbetê didîtin. Herwiha li galeriyê heta dawiya festîvalê Pêşangeha Fotografan "Amed-Qers/Ben û Sen" yên wênekêş Ute Langkafel (Berlîn) û Savaş Boyraz (Stenbol) hebû.
Derhêner, organîzator û gelek temaşevan di wê baweriyê de ne ku festîval roleke mezin di çanda kurdî de dileyîze û valahiyeke mezin dadigre. Lê hinek temaşevan rexne li amadekariya festîvalê girtin û gotin, “Gelo çima reklama festîvalê nehatiye kirin? Kurdên Berlînê ji festîvalê ne agahdar in.“
Li aliyê din mijara gengeşiya sereke ziman bû. Rexneya hinek temaşevanan jî li ser zimanê fîlman e; jiber ku an zimanê fîlman ne kurdî ye, an nîv kurdî yan jî şaş kurdî ne.
Ogul (Law)
Dirêjahî: 97 deq.
Derhêner: Atilla Cengiz
Ziman: Zazakî, tirkî
Bin nivîs: Îngîlizî
Atlila Cengiz, sala 1975ê li bajarê Qersê hatiye dinê. Hevkariya gelek fîlmên televizyonê kiriye. Ogul fîlmê wî yê yekem e. Ogul/Law, çîroka du bav û du kuran vedibêje. Yek ji wan kuran cara yekemîn welatê xwe yê li ser Derya Reş bi cî dihêle, ji bo ku biçe serdana evîndara xwe li Dêrsimê. Kurê din tevlî gerilla bûye. Herdu kur jî dimirin û termê wan ji aliyê bavê wan li gund tên bin ax kirin.
Prison nr. 5: 1980-1984 (Zindana Diyarbekirê, nr 5)
Dirêjahî: 100 deq.
Derhêner: Çayan Demirel
Ziman: Tirkî
Bin nivîs: Almanî
Çayan Demirel sala 1977ê li Stenbolê hatiye dinê. Piştî fîlmê xwe yê belgeyî li ser qirkirina Dersimê “38“ ku di warê xwe de fîlmê yekem û sereke ye, fîlmê bi navê “Prison Nr.5“ kişand. Derhêner bi 80 girtiyên zindana Amedê re li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Ewrûpayê hevpeyvîn çêkiriye, lê di fîlm de cih daye 50 girtiyan. Fîlm heta niha li gelek deran hatiye nîşandan û baştirîn fîlmê belgeyî ji aliyê komela rexnevanên tirkî û SIYAD li Festîvala Fîlman Antalyayê hatiye xelat kirin.
Çayan Demirel, xwe rexne kir û lêborîna xwe ji girtiyan û herwiha temaşevanan xwest, ku zimanê fîlm tirkî ye. Lê got ku ew kirmanckî dizane û zaravayê kirmanckî jî piştî bîst saliya xwe hîn bûye.
Kî çi got?
Kazim Öz (Derhêner):
Ez bi fîlmê xwe yê belgeyî yê li ser eşîra koçer Şewexan tevlî festîvalê bûm. Ez bi xwe ji vê eşirê me. Min çar demsalên eşîra koçer kiriye belge. Zimanê dîmenê zelal û xwezayî ye. Bi ya min xurtirîn fîlma derhênerê ye, ew fîlmê min ê çarem e.
Bianca Lucas:
Ev 8 meh in ku ez li Mitosfîlmê kar dike û hevkara 6. festîvalê ye. Îsal gelek fîlm hene, yên derhênerên bi tecrûbe û derhênerên nû. Armanc ew e ku temaşevanên navnetewî fîlmên kurdî bibînin. Min bi rêya fîlman kurdan nas kir; li cem Kurdan çîrokên balkêş û giran hene. Di festîvala îsal de derhênerên jin hene û di fîlman de jî pir jinên leystikvan hene, ev jî pêşketinek e.
Mehmet Aktaş (Birêvebirê festîvale):
Em gelek kêfxweş in ku şaredariya Berlînê ev şeş sal in piştgiriya vê festivalê dike. Festîval her sal bi bernameyeke dewlemendtir tê li dar xistin. Îsal 52 fîlm hene. Sê sal festival nehat li dar xistin, sedem aborî bû. Festîvalên sînemaya kurdî berî her tiştî divê li Kurdistanê çêbe. Li parçeya azad mirov dikare festîvaleke nîv dewletî yan jî navnetewî çêke. Me xwest tecrûbeya şeş salan bibin Kurdistanê û jixwe li Dihok ê tîmeke heye, em alîkariya wan dikin. Xwestek ji wezirê rewşenbîrî û birêveberiya sînemaya Dihok ê hat. Sînemaya kurdî çêbûye, bi pêş ve diçe û pirsgirekên wê pir bûne. Sinemaya kurdî hê bazara xwe peyda nekiriye û temaşevan çênebûye.
Solîn Yusef (Derhêner) :
Du kurtefîlmên min di bernameyê de hene û di 6. Festivalê de wek moderator û wergera almanî-kurdî çalak im. Her sal derhêner zêde dibin. Yên li derve hatine kişandin stîleke nû dixin sînemaya kurdî. Ez gelek kêfxweş im ku festîval diçe Dihok ê, jiber ku ez bixwe ji Dihok ê me. Sînemaya kurdî heye lê hê pir dergeh nehatine vekirin. Divê pêngavên mezin bên avêtin. Ez hez ji fîlmên belgeyî dikim. Min filmê Çayan, yê li ser zindana Amedê pir eciband. Mijar pir girîng bû û agahiya min jî zêde li ser mijarê tune bû. Fîlmekê babetek vedike û gava temaşevan diçe malê dixwaze zêdetir bizanibe. Min ji fîlmê Binevşa Berivanê jî hez kir, aliyek ve romantîk e û bi zimanekî hêsan hatiye amade kirin.
Husên Hesen (Dêrhêner):
Ez bi fîlmê “Herman“ beşdarî festîvalê bûm.Ev festîval bû pire di navbera Berlîn û Dihok ê de. Em nikarin bêjin li Kurdistanê sînema nîne, lê di nav civakê de belav nebûye. Bi xêra Berlîn-Dihok ê wê temaşevan zêdetir bibin û bibe bingehekê. Sînemaya kurdî di destpêkeke xurt de ye.
Binevşa Berîvan (Derhêner):
Ez bi du kurtefîlman tevlî festîvalê bûm, fîlmê min ê duyemîn di programê de tune bû, nû xilas kiriye û cara yekem li Berlînê hat nîşan dan. Festîval berhem û derhênerên kurd tîne cem hev. Em hevdu û berhemên xwe nas dikin. Bi ya min sînemaya kurdî çêdibe.
Mesud Arif (Derhêner û Serokê Yekitiya Fîlmlsazên Herêma Kurdistanê):
Wezareta rewşenbîrî û saziyên me yên kulturî, rengê her bajarî destnîşan kirine. Dihok cihekî minasib û alîkar e, da ku em bikaribin çar parçe Kurdistanê li Dihok ê bicivînin, û sînema bibe ziman û rengê me yê rast. Bar li ser xortan, li ser dewlemendan, sazî, hukumet û civakê ye, ku sînema rola xwe ya girîng ji bo civakê jî bilîze. Bi hemû kêmasî û tecrûbeyên xwe heta çend salên din em ê bibin xwedî sînemaya kurdî ya xurt.
Engin Emre Deger (Leyîstikvanê fîlmê Press):
Cara yekem min fîlmê Kazim Oz yê bi navê Bahoz dest bi lîstikvaniyê kir. Di “Press” de jî min rol girt. Gava zimanê kurdî bi tevahî bikeve fîlmên derhênerên kurd wê sînemaya kurdî xurtir bibe. Produktorên fîlmên kurdî tune ne. Ger herêma Kurdistanê di vî warî de bibe alîkar wê pir baş bibe.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment