Wednesday, May 9, 2012
Filled Under: BELGEFÎLM, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Belgefîlma Komkujiya Roboskê hate kişandin
By
Serbûriyek
Dated
12:20 PM
Ji aliyê Koloktîfa Sînemaya Botanê ve belgefîlma Komkujiya Roboskiyê ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibûn qetilkirin, hate kişandin. Piştî xebata 5 mehan di belgefilma ku ji bo weşanê hate amadekirin de hemû aliyên komkujiyê bi detayan li ber çavan tê raxistin.
Di 28ê Kanûna 2011an de gundiyên ji Bêjuh û Roboskiyê ji bo debara mala xwe bikin derbasî Herêma Kurdistanê biribûn û di dema vegerê de ji aliyê leşkeran ve hatibûn rawestandin, piştre jî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibûn bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 19 jê zarok bi tevahî 34 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Bûyera ku wekî 'Komkujiya Roboskiyê' hate bi navkirin ji roja despêkê heta dawî ji aliyê çapemenaiy kurdî ve hat şopandin. Di dema ku hîn Komkujiya Roboskiyê giringiya xwe di rojevê de diparêze û hîn derbarê berpirsyarên komkujiyê de tu lêpirsîn û hewldan nehatiye kirin de Kolektîfa Sînemaya Botan ku di bin banê Navenda Çand û Huner a Mem û Zînê de xebatên xwe dimeşîne, belgefîlma komkujiyê kişand û ji bo weşanê amade kir. Endamên kolektîfê ji dema komkujî pêk hat dest bi xebatên xwe kirin, piştî 5 mehan belgefîlm qedandin û xebatên xwe bi navê "Belgefîlma Komkujiya Roboskiyê" ji bo weşanê amade kirin.
'Me got, tiştên ku em bikin hene'
Derhênerê belgefîlmê Sedat Bariş da zanîn ku xebatên xwe bi komekî ji 10 kesan pêk dihat meşandine û diyar kir ku wan xwestiye bi xebatekî kolektîf komekî sînemayê li Botan derxînin holê û bi vê komê dengên xwe ragihînin raya giştî. Bariş wiha got:" Di rojên damezirandina kolektîfa sînemayê de Komkujiya Roboskiyê pêk hat. Me bawer kir ku ji bo ev hovîtî ji raya giştî ya cîhanê re were ragihandin tiştên ku em bikin jî hene û bi van hestan me dest bi xebatan kir. "
Bariş anî ziman ku heta 10 rojan li ser maseyan bi hevalên xwe re civiyan e û li bersiva "Gelo em herî baş çawa dikarin belgefîlmê komkujiyê bikişînin?" geriyane û li ser senaryoyan rawestiyane. Bariş wiha axivî: "Piştî ku me di serê xwe de senaryo zelal kir, ji bo kişandina belgefîlmê em bi 10 hevalan çûn Gundê Roboskiyê. Li wir 2 hevalên din tevlî koma me bûn. Piştre me dît û têgihişt ku li vir hemû çîrok, şêweyên jiyanê, şert û mercên gund, rewşa malbatan her yek bi serê xwe senaryoyeke, pirtûkeke. Me li gund bi 60 kesan re derbarê komkujiyê de hevpeyvîn pêk anî. Zêdetirê 30 seatan dîmen kişand. Herwiha me dîmenên DÎHA'yê ku dîmenên herî baş komkujiyê radixe ber çavan in, girt. Ji ber vê yekê hewceye em spasiyên taybet ji bo DÎHA'yê pêşkêş bikin."
Belgefîlm ji bo weşanê amade ye
Bariş destnîşan kir ku bi heftane li gund mane û xebatên xwe domandine û diyar kir ku armanca wan belgekirina êş, çand û dîroka gelê kurd e û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Me xwest ji aliyê dîmenî ve xîtabî wîjdana mirovan bikin.”
Em li ser çand û hunera herêma Botanê xebate dimeşînin. Lê ji ber ku ev mijar cuda ye, me li ser komkujiya Roboskiyê xebat meşand. Belgefîlma Komkujiya Roboskê yekem xebata me ya bi vi rengî ye. Tiştê ku bikeve ser milê me, em ê bi awayekî baş bimeşînin. Ji niha de daxwazên belgefîlma Roboskiyê zêde ne. Em dê di demek nêzîk de belgefîlmê temam bikin û di mihrîcanê de bidin pêşanddan."
'Me berpirsiyariya xwe ya sinc û wîjdanî anî cih'
Xebatarê Kolektîfa Sînemaya Botanê Kerem Uçar, jî anî ziman ku Cizîr warê çand û hunerê ye û wiha axivî: "Li her dera herêmê huner heye û çavkaniya çand û hunerê ye. Gelek xebatên me hene. Lê vê xebata me di sînemayê de cih negirtiye. Em wekî Kolektîfa Sinemayên Botanê li ser mijara Roboskiyê ku di rojevê de ye rawestiyan. Me xwest em peyvira xwe ya wîjdanî û sincî bînin cih. Ev xebata me ya ewil e. Me xwest em bi vê xebatê mijarê her tim di rojevê de bihêlin. Me xwest êşa gelê Botanê parve bikin.”
Komkujî tenê bi belgefilmekê nayê ziman
Uçar, da zanîn ku ev komkujî tenê bi belgeselekê nayê ziman. Uçar, da zanîn ku bi dehan pirtûk li ser vê komkujiyê tên nivîsandin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment