Ad (728x90)

Friday, June 1, 2012

Filled Under: , ,

DOM bi gotineke din; însan

BELGEFÎLM HEVPEYVÎN SÎNEMAYA KURDÎ
DOM bi gotineke din; însan Belgefîlma Dom ku di Mîhrîcana FîlmAmedê de xelata belgefîlma herî baş bi ‘Maya’ yê re parve kir. Bala me dide ser çandeke li ber serê me û jiberkirinên me dide ber lêpirsînê

Belgefîlma Dom di mîhrîcama belgefîlman a FîlmAmedê de Xelata Fîlmê Herî Serketî wergirt. Di fîlmê de jiyana domên Nisêbînê tê vegotin. Derhênerê fîlmê Halîl Aygun diyar kir ku mebesta wan nasandina çanda doman e û rexneyên ku ji bo fîlmê tên kirin nîşan dide ku gihîştine armanca xwe.
Aygun diyar kir ku dom tê wateya mirov, lê bi demê re ev wate guheriye û niha wekî mirovên xirab tên pênasekirin.
Li ser afîşa belgefîlma dom gotineke pêşiyên doman cih digire; “Dengê azadiyê dûr be jî, siya wê xuya dike…” Dom di nav civakê de bi navên; qereçî, mitrib, aşiq, çîngene û hwd. tên pênasekirin. Ev xwe wekî dom bi nav dikin.

HEVPEYVÎNA YEKEM
Derhênerê fîlmê Halîl Aygun û derhênerê dîmeman ê fîlmê Mahmut Çelîk der barê fîlmê de ji rojnameya me re axivîn. Aygun û Çelîk diyar kirin ku yekem car e der barê fîlmê ji çapemeniyê re diaxivin. Halîl Aygun ji Nisêbînê ye, Mahmut Çelîk ji Sasonê ye û di Zanîngeha Erciyesê de beşa sînemayê dixwînin.
Halîl Aygun diyar kir ku fikra projeya fîlmê li ser axaftina pîra wî derketiye holê û wiha got: “Pîra min got rojekê mitrib hatin gundê me û ew li kemançeyê dixin. Dema ku mitrib li kemançeyê dixin gundî jî genim didin wan. Ango xurek didin wan da ku debara jiyana xwe bikin. Lê dema ku careke dîtir tên cem wan pirîka min lê hay dibe ku bi zimanekî dîtir diaxivin. Pirîka min gotiye gelo hûn bi kîjan zimanî diaxivîn ez ji we fêm nakim. Mirtib bersiv didinê dibêjin em bi domanî dipeyivin. Ev mesele piştî ku min bihîst ez jî şaş mam.”
Aygun da zanîn ku dema fikra kişandina fîlmê bi dayika xwe re parve kiriye dayika wî ji wî re gotiye tu karekî din tune tu diçî wan dikişînî, bavê wî jî digot ji xwe tu piriya di nav wan de mayî tu jî bûyî wekî wan. Lê pîrika wî gelek destek dida wî.
Domên ku di fîlmê de cih digirin kurdiyeke zelal diaxivin û derhêner Aygun da zanîn ku dixwest fîlmê bi zimanê wan bikişîne lê ji ber ku zimanê wan hatiye helandin, niha tenê di nav wan de tenê çend peyv aktîf mane.

KIŞANDIN
Halîl Aygun wiha behsa pêvajoya destpêka kişandina fîlmê kir: “Em rabûn çûn cem wan û bi wan re peyivîn, mehên bihara 2011’an bû. Em çûn dema em bi wan re peyivîn, pirsgirêk derxistin. Ji me re gotin tiştek wisa tune ye, got hûn ji ku ve hatine. Me got em jî ji vir in em Nisêbînê ne û jixwe ya rastî, me bi zarokên wan re diçû masî digirtin, em tim û dayîm di nav wan de bûn, me xwe bi wan da naskirin. Me dîmen kişandin, destpêkê me bi kişandina dîmenan ango wêneyan dest pê kir dûre me hevpeyvîn ligel wan çêkirin û proyeja me wiha dest pê kir. Di hevpeyvînê de behsa xwe, jiyana xwe debar û jiyara xwe kirin, me jî bi havalên xwe re rûnişt û me got mijareke bi vî rengî heye, tiştekî balkêş e em dixwazin wekî dokumanter bikişînin, ew jî texsîr nekirin û alîkarî dan me. Me wisa dest pê kir. Ya rastî tiştek zehmet bû ji ber ku tu têkilaya wan bi kesên dîtir re tune bû.”
Derhênerê ciwan Aygun diyar kir ku dema destpêkê gelekî tirsiyane û wiha got: “Wekî tê zanîn ew di nav jiyana civakî de jî ji civakê dûr in, di çadiran de ne, di nav konan de ne. Malên wan jî bê tapû ne, nasnameyên wan tune, hin ji wan bê nasname ne, wekî mînak piraniya kal û pîrên wan bê nasname ne, nû nû nasname dertînin lê hê jî gelekên wan bê nasname ne. Ne tenê lê li Nisêbînê her wiha li Sûriyeyê jî gelek in. Di komkujiya Amûdê de jî ew jî tên qetilkirin, jixwe ji ber wê yekê me strana Amûdê xist dokumanterê. Bi kurdan re ew jî li Amûdê hatine qetilkirin. Ew li wir di nav kurdan de dijiyan, jiyana wan têkilî, dan û standinên wan bi hev re bû. Ji ber wê yekê tim û dayîm bi kurdî diaxivîn.”

PIRSGIRÊKÊN DERKETINE
Mahmut Çelîk diyar kir ku dema çûne cem wan hin kes ji Çanakkale û Stenbolê hatine li ser wan belgefîlm çêkirine, ew xirab dane nîşandin ji ber vê yekê gelek aciz bûne û wiha got: “Digotin tên me dikişînin kamerayan û piştre me wekî kesên xirab û hov nîşan didin, ji ber vê yekê pirsgirkê derket. Gotin polîs hatine gotine em ji ROJ Tv’ê tên bi me re roportaj kirine û dûre pirsgirêk derketine.”
Halîl Aygun anî ziman ku di destpêkê de daxwaza kişandina belgefîlmê qebûl nakin lê piştî ku dêrhêner nas dikin kişandina belgefîlmê qebûl dikin. Aygun da zanîn ku dom di nav kîjan komê de bin xwe ji wê komê dihesibînin û dema bi wan re hevpeyvîn çêdikin herî dawî dibêjin em kurd in.
Mahmut Çelîk anî ziman ku dema me ji wan re digotin hûn çima bi zimanê xwe naaxivin, digotin ez fedî dikim û dema di nav gel de zimanê xwe biaxivin bi çavekî din li wan mêze dikin.

KOÇBERÊN PAKISTANÊ
Halîl got ku dema li ser koka wan pirs ji wan pirsîne gotine ji Pakîstanê hatine û li wir warê wan heye û wiha got: “Digotin dema kanalên televîzyonê Pakistan û Hindistanê temaşe dikin ji zimanê wan fêm dikin. Lê ez ji we re dixwazim behsa wateya domanî bikim dom tê wateya mirov, lê bi demê re guheriye û bûye mirovê pîs. Ji ber wê yekê navê wan jî jiyana wan jî di nav civakê de bûye yek.
Derhêner Halîl Aygun diyar kir ku di fîlmê xwestine bêtir jiyana wan û hûnera wan derxin pêş û wiha axivî: “Me di serî de bi kemançeyê dest bi çîroka xwe kir. Heta dixwazin ew bi kemançeyê xwe ve werin parastin. Em neketin nav ajîtasyonê, me hunera wan derxist pêş. Ew xwe wekî hunermend pênase dikin. Heta Ehmedê Xanî jî behsa wan dike û ji bo wan dibêje hunermend.”
Derhênerê dîmenan Mahmut Çelîk diyar kir ku bi sê kamerayan dîmen kişandine û wiha got: “Me xwest ku em wan bi awayekî xwezayî bikişînin. Me carna du sê rojan navber dida dîmen girtinê da ku em bikaribin bi awayekî xurt belgefîlmê amade bikin.”Aygun û Çelîk diyar kirin ku ji ber ku di mîhrîcana FîlmAmed de xelata fîlma herî serketî wergirtine gelekî kêfxweş in û ji ber ku di mîhrîcanê de ji bo fîlmê rexneyên baş hatine kirin di nasandina çanda doman de gihîştine armanca xwe.
Belgefîlma Dom metrajkurt e, 22 deqe ye û di belgefîlmê de çîroka 7 kesên cuda tê vegotin. belgefîlma Dom berê jî di Mîhrîcana Fîlman a Zanîngeha Ercîyesa Kayseriyê de du xelat wergirtibûn. Her wiha fîlm ji gelek mîhrîcanan re hatiye şandin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib