Thursday, May 9, 2013
Filled Under: BELGEFÎLM, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Çîroka wênyekî; ‘Bûka Baranê’
By
Serbûriyek
Dated
11:55 AM
Li gundê Bafircanê yê Gevera Colemêrgê di 1989’an de wêneyekî dibistanê hat kişandin û li ser vî wêneyî zarokên dibistanê yên wê demê hat kişandin çîrokek hat nivîsandin. Li ser vê çîrokê belgefîlma ‘Bûka Barane’ hat kişandin
Belgefîlma bi navê ‘Bûka Barane’, di 15’ê nîsanê de li Stenbolê bi galayekê di vîzyonê de hat pêşandan.
Belgefîlm çîroka wêneyê zarokên dibistana li gundê Bafircanê ya Gevera Colemêrgê di sala 1989’an de hatiye kişandin vedibêje. Li ser vê çîrokê belgefîlma ‘Bûka Barane’ hat kişandin. Piştî kişandina wêneyê hewşa dibistanê ya 24 salan zarokên di wî wêneyî de cih digirin di daweta Aysun de tên cem hev û hestên xwe vedibêjin. Zarokên ku li dibistana gundekî heremê dixwînin.
Di belgefilmê de zarok hesreta xwe ya aştiyê tînin ziman. Dîsa pêvajoya şer a 30 salan tê vegotin. Di vê pêvajoyê de zext û zordariyen li herême rû dane û pergala cerdevaniyê, koçberiyê, valakirina gundan û zextên li ser wan hatine meşandin vedibêje. Belgefîlma bi navê ‘Bûka Barane’ li ser çîroka wêneyê ku di sala 1989’an de li hewşa dibistanê hatiye kişandin hatiye hûnandin û çîrok û serpêhatiya 24 salan vedibêje. Koordînatorê Projeya Navenda Hafizayê Emrah Gursel, ku ji bo van mijaran bike belge, ev çîrok bi belgefîlmekê da pêşandan sedema çîrokê vegot.
ÇÎROKA WÊNEYEKÎ
Emrah Gursel, diyar kir ku çîrok li gundekî Colemêrgê derbas dibe û wiha got: “Destpêka çîrokê ji wêneyê di 1989’an de li hewşa dibistana gundê Befircanê hatiye kişandin dest pê dike. Bêtir serpêhatiyên zarokên ku di wêne de cih digirin hatiye vegotin. Hin zarok jê derdikevin çiyê. Hin zarok xizmên xwe winda dikin. Hin zarokên din xwedî çîrokên din in.” Derhêneriya fîlm ji aliyê Navenda Hafizayê ve hat amadekirin. Destpêka kişandina fîlm li ser wêneyê ku li dibistanê hatiye kişandin dest pê dike.
RIYA AŞTIYA MAYÎNDE
Gursel, da zanîn ku Navenda Hafizayê demeke dirêj e li ser windayên di bin çavan de xebatên hiqûqî dimeşîne û wiha axivî: “Gelek tiştên kêm hene. Di salên 90’î de terora dewletê li herêmê pêk hat. Ji bo aştî pêş bikeve divê ev pêkanîn û tundiya wan salan ku li herêmê pêk hat bê dîtin û mexdûriyeta welatiyan bê dîtin. Divê heqîqet bê tehsîskirin û her kes bi rabirdûya xwe re bê rûqalî hev. Divê berî her tiştî daxwazên mexdûran bên bersivandin. Navenda Hafizayê der barê mexdûriyetê de gelek xebat meşandin. Divê rastiya herêmê her kes bi piralî bibîne û rastiya herême bê famkirin. Em ji bo vê yekê xebatan dimeşînin.”
Gursel, anî ziman ku ‘Bûka Baranê’ ji aliyê saziyên sivîl ên civakî, xwendekarên zanîngehê û komeleyan ve hatiye organîzekirin û pêşandana Bûka Baranê dê berdewam bike. Gursel, anî ziman ku kesên bixwazin belgefîlm tameşe bikin dikarin bi riya navnîşana malperê ya ‘www.bukabarane.com’ bişopînin. Rojda KORKMAZ - Sevdiye ERGURBUZ / DÎHA

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment