Ad (728x90)

Thursday, May 2, 2013

Filled Under: , ,

Di FîlmAmedê de çanda Kurdî dedikeve pêş

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
3’yemîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê diyariyê 3 jinên têkoşer ên ku li Parîsê hatinqetilkirin hatiye kirin. Mijara esasî ya FîlmAmedê jî îsal di nav civak û sînemayê de cihê jinên kurd e û di çarçoveya bernameyê de aktîvîteyên ji bo jinê jî derkevin pêş 
Amadekariyên 3’yemîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê êdî ber bi dawîbûnê ve diçin. Heyeta juriya FîlmAmedê di nav 70 belgefîlmên serlêdana wan hatibûn kirin de 5 projeyên fîlman û 17 belgefîlmên ku niqandine berî çend rojan ji raya giştî re ragihandibûn. Endama Akademiya Sînemayê ya Cegerxwînê û endama komîteya amadekar a FîlmAmedê Hanîfe

Bektaş diyar kir ku ew ê di mîhrîcana îsal de reng û dengê jinan zêdetir derkeve pêş.
Bektaş destnîşan kir ku di çarçoveya mîhrîcana ku ew ê hefteyekê berdewam bike de rojeke taybet ji bo pêşandana berhemên jinan hatiye veqetandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Mijara esasî ya mîhrîcana me ya îsal ew ê derxistina pêş a reng û dengê jinan be. Me îsal FîlmAmedê diyariyê 3 jinên têkoşer, yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û aktîvîsta tevgera ciwanan Leyla Şaylemez kir. Em ê di çarçoveya bernemyê de rojeke taybet ji bo bernameyên jinan û pêşandan belgefîlmên jinan re veqetînin. Ligel pêşandana fîlmên jinan em di wê baweriyê de ne ku bi panel û pêşangehan jî ew ê jin mohra xwe li mîhrîcanê bixin.”

ÇANDA KURDAN
Endamê Akademiya Sînemayê ya Rojhiata Navîn (OSAD) Mehmet Kamîk jî diyar kir ku di mîhrîcana ku di navbera 7 û 15’ê gulanê pêk were de ew ê bi pêşandana fîlmên li ser çand, ziman û erdnîgariya kurdan dê dewlemendiya çand û hunera kurdî zêdetir derkeve pêş û anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku ew ê eleqeyeke mezin jî ji bo FîlmAmedê hebe.
Kamîk bi lêv kir ku ew bi dirûşma ‘Bi têkoşêna azadiya jinan, ber bi sînemaya azad ve’ FîlmAmeda îsal li dar dixin û axaftina xwe wiha domand: “Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ew ê FîlmAmed ji bo sînemagerên ciwan û kurd bibe platformeke. Îsal jî gelek eleqeyeke mezin hebû. Ji aliyê juriya me ve ji nav 70 fîlmên ku serlêdanên wan hatibûn kirin pêşniqandineke

pêk hat û di encamê de 17 belgefîlm û 5 jê jî projeya fîlman hatin qebûlkirin. Wekî ku hevala me Hanîfe jî anî ziman îsal mijara esasî ya mîhrîcanê reng û dengê jinan e. Ligel vê yekê ew ê FîlmAmed îsal jî ziman, çand û hunera kurdan derxe pêş. Mîhrîcana me ya ku sal bi sal organîzeyeke mezintir pêk tîne û mezin dibe hem sînemager hem jî sînemahez eleqeyeke mezin nîşan didin.” AMED

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib