Thursday, May 23, 2013
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Derbarê FîlmAmedê de çi gotin?
By
Serbûriyek
Dated
5:18 PM
Derhêner, sînemavan û hunermendên kurd di FîlmAmedê de hatin cem hev. Sîmemavan Semîr Aslanyurek, Rodî Yuzbaşi, Pîran Baydemîr û Julîde Kural, çavdêrî û nerînên xwe yên der barê FîlmAmedê de anîn ziman
3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi pêşandana belgefilm û panelan berdewam dike.
Mîhrîcana ku îsal bi şîara “Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sînemaya Azad ve” dest pe kir û diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirn pêşenga PKK’ê Sakine Cansiz, endama KNK’ê Fidan Dogan û endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hat kirin, bi tevlibûn û eleqeyek mezin didome. Di mîhrîcana ku di 18’ê gulanê de dest pê kir û heta 25’ê gulanê bidome.
Di çarçoveya FîlmAmedê de derhêner û sînemavênên bi navê Semîr Aslanyurek, Rodî Yuzbaşi, Pîran Baydemîr û lîstikvan Julîde Kural li ser belgefîlm û sînemayê nerîn û çavdêriyên xwe parve kirin. Semîr Aslanyurek, ku wekî endamê juriyê tevli FîlmAmedê bûye diyar kir ku mirov nikare bi çend deqîqeyan girîngiya sînemayê vebêje û wiha got: “Heta niha min tenê fîlmên belgeyî amade kirine. Ez cesaret nakim ku belgefîlman çêkim. Hem zahmet e û hem jî sebrê dixwaze. Ger ku xebata hunerê ji bo bazirganiyê û rantê be, wateya xwe winda dike. Girîngiya belgefîlmên sînemayê ya herî girîng zelalî ye.”
RISTA DUZIMANIYÊ
Aslanyurek, diyar kir ku yekem car tê tevli mîhrîcanê dibe û dema hat ket nava kelecanek mezin û wiha got: “Ez tev li gelek mîhrîcanan bûm. Piştî ku ji bo FîlmAmedê teklîf ji min re hat, min bi kêfxweşî erê kir. Ez fikirim ku ez ê li wir çi bikim. Di FîlmAmedê de kurdî û tirkî bi hevre tên bikaranîn. Ev hurmeta li hemberî ziman e. Li gorî min ev mîhrîcan gelek girîng e û hurmet nîşanî ziman daye. Li gorî min li Kurdistanê tevgera ku bibe rêberê gelê bindest ên Tirkiyeyê heye.”
FÎLMÊN WATEDAR
Aslanyurek, anî ziman ku li herêmê nêzî 100-150 salonên fîlman hene û ev hêzek mezin e. Aslanyurek, da zanîn ku êdî şîrketên fîlman belav dikin hemû fîlman belav nakin û êdî bi çavê bazirganiyê li fîlman dinerin. Fîlmên ku mijarek û pirsgirekekê tînin ziman nayên belavkirin. Divê fîlmên watedar bên belavkirin.
DIKARE BIBE PIR
Derhêner Rodî Yuzbaşi jî anî ziman ku fîlm û sînema hem di navbera gelan de û hem jî di nava hundirê cievakê de dikare bibe pira diyalog û famkirinê û wiha got: “Em li ser axek wisa dijîn êdî em hev nasnakin. Em cîran û çanda derdora xwe nas nakin. Ji ber ku em hev nas nakin em hev dixapînin û çalê li pêş hev dikolin. Ji ber vê yekê belgefîlm dibe sedema ku em karibin hev nas bikin. Dikare bibe pira nasîn û famkirinê.”
NÎQAŞÊN TÊN KIRIN
Yuzbaşi, anî ziman ku ev mîhrîcan ji bo rewşa sînemaya herêmê li ber çavan raxe û nebesiyên sînemayê bê dîtin girîng e û wiha got: “Mîhrîcanên bi vî rengî ji bo niqaşkirna rewşa simenayê girîn e. Her niqaş dê bêtir rê li pêş pêşketina sînemayê veke. Ez 2 salin tev li mîhrîcanê dibim. Li gorî min pêşbirga fîlman ne rast e. Mirov dikare bi rê û rêbazên cuda keda mirovan û hunera wan binirxîne.” Yuzbaşi anî ziman ku mirov dikare keda wan bi rengê cuda bi rûmet bike û axaftian xwe wiha domand: “Çanda pêşbirgê ne pir rast e. Divê beşên cuda û kesen cuda jî tevli vê mîhrîcanê bibin. Divê bêtir rê li pêşiya mirovên cuda tevli bibin bê vekirin.”
BELGEFÎLM Û DÎROK
Listikvan Julîde Kural jî anî ziman ku belgefîlm belgekirina dîrokê ye û wiha got: “Şopa jiyanê û qîrîna mirovan a li ser ruyê erdê ye. Hemû rastiyên têkildarî mirovan ji bo şopê li ser dîrokê bilê divê bên belgekirin. Rêbaza herî baş a şophiştina dîrokê ye.”
Kural anî ziman ku mîhrîcanê re hewayek erênî li Amedê pêş ket û axaftina xwe wiha domand: “Rewşek gelek erîni li vir heye. Ez bi salan in têm Amedê û her sala ku ez têm Amedê ez guhertinek erênî dibînim. Ez berê ji bo greva birçîbûnê Roboskî binçavkirin û windayan hatibûm. Lê niha ez ji bo mîhrîcanê li vir im.”
NASNAME Û ÇANDÊN WINDA
Derhêner Pîran Baydemîr ku bi belgefîlma “Fecîra” tevli mîhrîcanê bû diyar kir ku dema belgefîlm tê gotin ziman, nasname, gel, çnadên winda tên hiş û aqilan. Bi batyetî ji bo gelê ku çand û zimanê wan li sînorê tune bûnê ye pir girîng e.
Baydemîr, anî ziman ku zêdeyî 60 fîlman tên pêşandan û ji van fîlman nêzî 40’ê wan bi kurdî ye û ev di qada sînemageriya kurdî de gelek girîng û watedar e. AMED
FÎLMAMED bi pêşandan fîlman didome
3’yemîm Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed ku diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hatiye kirin bi pêşandana belgefîlman û çalakiyên rengîn ji sînemahezan re malovaniyê bike
3’yemîm Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed ku diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hatiye kirin bi pêşandana belgefîlman û çalakiyên rengîn ji sînemahezan re malovaniyê bike.
Di çarçoveya bernameya FîlmAmedê de dê ligel 17 fîlmên ji bo pêşbaziyê hatine niqandin pêve 25 belgefîlm tên pêşandan.
Di çarçoveya bernemaya dewlemend a FîlmAmedê de duh fîlmên bi navê; “Desmala Zer, Deryaya Şîn”, “Avada Kadavra”, “Asê”, “Fecira”, “Ez Firîyam Tu Ma Li Cîh”, “Egîtîm Zayîati”(Windahiya perwerdeyê), “Le Serê Rê”, “Metropolîs”, “Perav Bi Perav”, “Bafiroka Di Xeyalên Min De”, “Bûka Baranê”, “Hiway”, “Ez Li Bin Heftrenge Çêbûme”, “Sterka Sibehê” hatin pêşandan.
DENGÊN JURIYA GEL
Di mîhrîcanê de ku ev 6 roj in berdewam dike ji bo belgefîlmên di beşa pêşbirkê de tên pêşandan berî pêşandana belgefîlman pusuleyên dengdanê li temaşevanan hatin belavkirin. Temaşevan piştî pêşandana belgefîlmê li gorî ecibandina xwe ya ji bo belgefîlmên ji 1’ê heta 5’an deng dide belgefîlmê û diavêje nav sindoqê. Li gorî vê dengdanê dê di dawiya mîhrîcanê de belgefîlma ji aliyê gel ve herî zêde hatibe ecibandin kîjan be ew ê bi Xelata Juriya Gel were xelatkirin.
BERNAMEYA ÎRO
Li Salonên sînemayê yên Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê belgefîlmên ku îro werin pêşandan ev in: Zayîata Perwerdeyê, Bê cih û bê war, Ez firiyam tu mayî li cih, Zarokê min, Avada Kadavra, Zonê Ma Kotî yo, Dema evîn dikeve dil, Ez li bin heftrengê çêbûme, Aştî, Seydvan û Stêrka Sibê. Belgefîlmên ku ew ê li Salona Sînemaya Avrupayê werin pêşandan jî ev in; Tawan Le Tarykyda, Nan, Hêrêma bê leşker û Bûka Baranê ew ê werin pêşandan. Ji bo agahiyê der barê pêşandanan de hûn dikarin ji malpera www.filmamed.com ‘ê sûdê werbigirin. AMED

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment