Ad (728x90)

Tuesday, May 21, 2013

Filled Under: , ,

Festîvala Filmên Kurd ya Londonê li benda fîlmên kurdî ye

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
8'emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ji bo girtina fîlman deriyên xwe vekir. Kesên bixwazin berhemên xew ji bo festîvalê bişînin divê heta 31'ê tîrmehê bişînin ber destê komîteya amadekar.

Festîvala Filmên Kurd ya Londonê yekem car di sala 2001'ê de hat dest pê kirin. Festîvala ku van salên dawî du salan carekê li dar dikeve, îsal li London Hackney Picture Housê di navbera 15-22´yê Sermawezê de li dar dikeve. Derhênerên kurd ku bixwazin fîlmên xwe bişînin festîvalê divê heta 31’ê tîrmehê berhemên xwe bigihînin ber destê komîteya amadekar.

Komîteya amadekar di daxuyaniya ku ji bo serîlêdanê weşand de wisa got: “Em bi kêfxweşî radigihînin ku 8’emîn Festîvala Filmên Kurd ya Londonê dê li Londonê di sala 2013'yan, di navbera 15-22’yê Sermawezê de li Hackney Picturehousê were li dar xistin. Em wekî lijneya amadekar a festîvalê, hemû derhênerên kurd û ne-kurd ku sebaret bi kurdan û arîşeyên kurdan fîlm çêkirine vedixwînin da ku berhemên xwe ji bo bernameya îsal a festîvalê radest bikin. FFKL filmên metraj dirêj, belgefîlm û kurtefilmên bi bi jêrnivîsa îngilîzî ji bo pêvajoya hilbijartinê dipejirîne. Em dikarin fîlman di gelek formatan de nîşan bidin (35mm, HD, Mini DV, DVD di nav de).”

Ji bo agahiyên berfirehtir û formên serlêdanê:
http://www.lkff.co.uk/

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib