Tuesday, May 21, 2013
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
3’yemîm Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed ku ji aliyê Şaredariya Peyasa Amedê, Akademiya Sînemayê ya Cegerxwînê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi dirûşma ‘Bi têkoşîna rizgariya jinê ber bi sînemaya azad ve…’ tê lidarxistin bi merasîma vekirinê ya li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê deriyên xwe ji sînemahezan re vekir.
Di merasîma FîlmAmed a ku rojnameya me Azadiya Welat jî yek ji sponsorên wê ye derhêner Kazim Oz, Bîngol Elmas, Binevş Berîvan, Şîlan Saîd, endam û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de gelek kes amade bûn. Merasîma vekirinê ya FîlmAmedê bi pêşandana anîmasyona ku 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê çileyê de hatin qetilkirin, vedibêje hat pêşandan.
Axaftina vekirinê ya mîhrîcanê ji aliyê endama Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Rojhilat Aksoy ve hat kirin. Aksoy di axaftina xwe de balê kişand ser ku ew di demeke dîrokî ku gerîlayên HPG’ê vedikişin de mîhrîcana xwe li dar dixin û xwest ku perdeyên sînemayê bila ji bo aştî û azadiyê werin vekirin. Aksoy bi bîr xist ku di destpêka pêvajoya çareseriyê de 3 jinên siyasetmedar ên kurd hatine qetilkirin û axaftina xwe wiha domand: “Rojbîn, Sara û Ronahî hunermendên mezin bûn. Sara bi berxwedana xwe ya li hemberî wehşeta li Zindana Amedê di salên 1980’yî de hat pêşxistin ji fîlm û belgefîlmê re bû îlham.” Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag jî di axaftina ku bi kirmanckî kirî de diyar kir ku bi mîhrîcanê re ew dixwazin sînema û şanoyê bixin xizmeta hunerhezan. Piştî axaftina Dag têkildarî belgefîlmên ku ew ê di mîhrîcanê de werin pêşandan danasîna wan hat kirin.
Di şeva ku dengbêjên jin ên xebatên xwe di bin baneya Navenda Çand û Hunerê ya Geverê de dimeşînin derketin ser dikê de piştî axaftinan belgefîlma ‘Dema evîn dikeve dil’ a ku derhêneraiya wê Haşîm Aydemîr û Rojhilat Aksoy kiriye hat pêşandan.
Mîhrîcana ku diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hatiye kirin dê heta 24’ê gulanê ji sînemahezan re malovaniyê bike. Di çarçoveya bernameya FîlmAmedê de dê ligel 17 fîlmên ji bo pêşbaziyê hatine niqandin pê ve 25 belgefîlm werin pêşandan.
Di çarçoveya bernemaya dewlemend a FîlmAmedê de duh fîlmên bi navê; Yaşam Marangozu (Necarê Jiyanê), Lalîşa Mîranî, Min Rastî Nivîsand Deftera Licê, Let’s our Man Dance (Hayê em bilîzîn), Kent Surgunlerî (Mişextên bajaran), Nefes Olmayinca (Dema bêhn biçikê), Benim Çocugum (Zarokê min), Askersîz Bolge Vîcdan: 45 (Herêma bê leşker Wijdan:45), Nan, Dengbêj, Îşkenceyî Gorduk (Me îşkenceyê dît), Nalbend, Kupelî (Biguhar), Aştî, Seydvan, Ke Ewan Hatnawe, Metropolîs hatin pêandan.
Festîvala FîlmAmed li gel eleqeyek mezin destpêkir
By
Serbûriyek
Dated
5:21 AM

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment