Fîlmê John Rabe a Florian Gallenberger ê de Ulrich Tukur, Daniel Brühl, Steve Buscemi û Anne Consigny dileyzin. Dema ku Japon bajarê Çînê a bi navê Nankingê bidest dixin bi deh ehzaran jin û mêr û zarok qetl dikin lê cîhan hemberî vê yekê bêdeng dimîne. Lê endezyarê Elman John Rabe bêdeng namîne û dixwaze hin tiştan bike...
Derhênerê Predators Nimrod Antal û lîstikvanên wek Adrien Brody, Alice Braga, Topher Grace û Danny Trejo dileyzin. Yekîneyeke ku ji gerstêreke bîyanî re tên anîn fam dikin ku di nava kemînekê de ne û ji aliyê tînin predator (nêçîrvan) an tên kuştin û ew jî berxwe didin....
Fîlmê bi navê Machete ku derhênerê wê Robert Rodrigez e û Robert De Niro û Michelle Rodriguez dileyzin. Mijara fîlm li Meksîkayê derebas dibe fîlmeke akîsoyonî û polîsiyeye. Kesên ku fîlmên aksîtonê hez dikin wê biecibînin
Vê hefte anîmoasyoneke ji bo zarokan jî di vîzyonê de ye.
Fîlmê Nanette Burstein ku Drew Barrymore, Justin Long, Jason Sudeikis û Charlie Day dileyzin jî vê hefte kete nîşandayinê. Mijara fîlmê mijareke klasîk a romantîk komedî ye. (SINEMAKURD / hawarnet.com)

0 yorum:
Post a Comment