Vê hefte 4 fîlm di vîzyonana de ne...
Gewr
Derhêner: Joe Carnahan
Lîstikvan: Liam Neeson, Dallas Roberts, Frank Grillo
Navê orjînal: The Grey
Welat: DYA
Cure: Aksîyon, Dram
Dîrok: 2012
Di fîlma “Gewr” (The Grey) ku li Alaksayê de derbas dibe de têkoşîna jiyanê ya mirovan a hember sirûştê di çerçoveya tirs, rageşî û dramê de tê vegotin.
Apollo 18
Derhêner: Gonzalo Lopez-Gallego
Lîstikvan: Ryan Robbins, Lloyd Owen, Andrew Airlie
Navê orjînal: Apollo 18
Welat: DYA, Kenada
Cure: Tirs, Zanistvehan, Rageşî
Dîroka çêkirinê: 2011
Mijara Apollo 18: Di fîlmê de piştî salekî ku di 17 kanûna 1972'an de piştî ku kektiya esmanê “Apollo 17” rêwtiya dawîn a bi mirov ser heyvê pêl tîne Wezareta Parastinê ya Emerîkayê 2 astonotan peywirdar dike û wana bi “Apollo 18” bi avayekî veşartî dişînin ser hêyvê. Ev agahiya ku ji herkesî hatiye veşartin piştî ku videoyek ku aîdî NASA'yê de derdikeve holê eşkere dibe.
Behra Zer
Derhêner: Hong-jin Na
Lîstikvan: Yun-seok Kim, Jung-woo Ha, Jo Seong-Ha
Navê orjînal: Hwanghae
Welat: Koreya Başûr
Cure: Rageşî
Dîroka çêkirinê: 2011
Mijara fîlmê: Gu-nam di bajarê Yanji ku di navbera herêma Rûsya û Çînê de ye taksîvaniyê dike. Ji jina xwe ya ku ji bo kar peyda kirinê çûye Koreyê ew 6 mehin agahî nestandiye. Her wiha deynên wî jî gellek zêde bûnê. Ji bo ku deynên bê jiholê rakirin û jiyana wî ji tengasiyê derkeve ji wî re şensek dawî tê dayîn. Divê Gu-nam yekî bikûje. Gu-nam pêşniyarê qebûl dike lê karên wî li gor dilê wî nameşe û di navbera çeteyên Koreya bakûr û başûr de dimîne.
Derhêner: Gary Ross
Lîstikvan: Jennifer Lawrence, Josh Hutcherson, Liam Hemsworth
Navê orjînal: The Hunger Games
Welat: DYA
Cure: Aksiyon , Dram , Zanistvehan
Dîroka çêkirinê: 2012
Mijar: Di nav bermahiyên ku di wextên berê de wek "emerîkaya bakûr" dihat nas kirin netewek bi navê Panem dijî. Di derdora paytext Capitol de 12 herêm hene. Capitol bi şîdet û bêmerhamet e. Her herêm divê bo lîstikên bi navê "Lîstikên Birçîbûnê" divê keçek û kûrrek ku temenên wan di navbera 12-18'an de ye bişînin. Lîstikên birçîbûnê pecçûneke ku bi mirinê xilas dibe ye û ser televizyonê de bi avayekî zindî tê weşandin. Katniss Everdeen a 16 salî li dayika xwe û xwişka xwe ya 12 salÎ dijî. Katniss Everdeen ji ber ku li şûna xwişka xwe dikeve lîstikê cezaya mirinê digre. Katniss vê carê divê him ji bo xwe, him ji bo xwişka xwe têkoşîna jiyanê bide."
(HAWAR NET)
0 yorum:
Post a Comment