Ad (728x90)

Monday, November 22, 2010

Filled Under: , ,

Li Parîsê 3.Festîvala Filmên kurdî despêdike

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
3.Festîvala Filmên kurdî ya Parîsê îsal di navbera 1.-7.-ê Çileyê Pêşîn tê lidarxistin.

Di festîvala ji aliyê Hevkariya Sînemavan û hunermendên kurd û Şaredariya Parisî tê amadekirin de gelek filmên nû yên kurdî dertên pêşberî temaşevanan.

Di çarçoveya festîvalê de çi kurt,çi dirêj û çi jî belgefilm, 24 filmên li Kurdistanê û dîasporayê hatine kişandin dê hefetyekê li sînemeya Le Denfertê bêne nîşandan.

Di vê festîvalê de belgefilmê bi navê Grass: A Nation Battle For Life û weka yekem filmê li ser Kurdistana salên 1920 de ji aliyê Marion
Cooper, Schoedsack Ernst B. û Harrison Marguerite hatiye kişandin cîh digre. Festîval di 7.-ê Çileyê Pêşîn de bi filma Hiner Saleem Dol diqede.

Derhênerê Filma (Keşikên wenda yên Dêrsimê Kazim Gundogan, derhênera Filma Li pê şopa Bedîa, Bedîa Ergun, derhênerê Evdalê Zeynikê Bulent Gunduz, derhênerê ya nehatiya gotin Ronî Can û derhênera filmê Zara Ayten Mutlu mêvanên Festîvalê ne.

Bo programa festîvalê:

www.festivalcinemakurde.fr

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib