Ad (728x90)

Wednesday, November 10, 2010

Filled Under: ,

Mihrîcana Fîlman a Yılmaz Guney dest pê dike

FESTÎVAL NÛÇE
Mihrîcana Kurt-fîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ev demeke dirêj e amadekariya wê tê kirin, di navbera rojên 12- 14ê mijdara 2010ê de, li Batmanê tê lidarxistin.

Mihrîcan, di bin sponsoriya Şarevaniya Batmanê de, ji hêla Produksiyona Fîlman a Yapim 13 ve tê organîzekirin û bo beşdarbûnê 42 fîlmên kurt hatin qebûlkirin.


10 Mijdar 2010

BATMAN -- Ji Produksiyona Fîlman a Yapim 13, derbarî mijarê de ji AKnewsê re hate destnîşankirin ku, bi pêşbirka kurte-fîlmên kurdî ya Yilmaz Guney, ew dixwazin sînemaya kurd pêş bixin û sinemavanên amator û profesyonel ku di vê warê de kar dikin, teşwîq bikin.

Di juriya pêşbirkê de, ligel Ahmet Soner ku, di gelek fîlman de asîstantiya Yilmaz Guney kiriye, Fatih Akin, Kazim Oz, Suncem Koçer û Ozcan Alper cih digrin.

Hate ragihandin ku, hemû fîlm, dê 3 roj bêne nîşandayîn, panel bêne lidarxistin û ji fîlmên ku ji hêla derhênerên pîspor ve hatine kişandin bêne pêşkêşkirin û di dawiya bernameya mihrîcanê de jî merasîma xelatê heye.

Bo fîlma ku di pêşbirkê de yekemîn derkeve 5.000 TL (3450 dolar), bo ya duyemîn 3.000, bo ya sêyemîn jî 2.000 xelat dê bête dayîn.

Her wiha di mihrîcanê de “Xelata Taybet a Jurî” û “Xelata Temaşekerên Sînemaya Yilmaz Guney” jî dê bête dayîn.

Derhênerê kurd ê Tirkiyeyê Yilmaz Guney, di Mihrîcana Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû.

Guney, li paytexta Fransayê Parîsê, di sala 1984 de, çûbû ser dilovaniya xwe.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib