Ad (728x90)

Tuesday, November 16, 2010

Filled Under: , ,

Xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney hatin dayîn

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Xelatên 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney hatin dabeşkirin. Di Pêşbirkê de Fîlmê bi navê “Deng” bû yekem, fîlmê bi navê “Bîsîklet” bû duyem û fîlmê bi navê “Dîcle” jî bû sêyem.

Li gor Malpera Şaredariya Batmanê, Xelatên 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve
hate sazkirin û 3 rojan dom kir, li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hatin dabeşkirin.

Destpêkê navê fîlmên herî baş yên kurdî yên kurt hatin aşkerekirin. Fîlmê bi navê Deng ya derhêner Fîlîz Işik Bûlût bû yekem ku tê de qala jiyana kesên dikevin zîndanê û têkiliya wan a bi derve re, tê kirin.

Fîlmê bi navê “Bîsîklet” jî bû fîlmê duyê ku derhênerê wê Serhat Karaalan e. Xelata fîlmê sêyê jî dan fîlmê bi navê “Dîcle” ya dernêner Seren Gel.

Xelata Taybet a Jûriyê jî dan fîlmê bi navê Cheese ya derhêner Hûseyîn Tabak ku niha li Awistiryayê niştecih e.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib