Ad (728x90)

Monday, December 27, 2010

Filled Under:

Amed wê bibe navenda sînemaya Kurdî; Ciwan dê fîlmên xwe çêkin

SÎNEMAYA KURDÎ
Dê di çarçoveya projeya ku Şaredariya Diyarbekirê bi rê ve dibe Atolyeya Kurtefîlman bê avakirin.


Şaredariya Diyarbekirê da xuyakirin ku di çarçoveya projeya ku ji aliyê Beşa Sînamayê ya Birêveberiya Geştiyarî û Kulturê ve tê birêvebirin de dê 30 ciwanên 18-29 salî dê beşdarî qurseke 4 mehî ya Atolyeya Kurtefîlman bibin.

Dersên qursê yên teorîk û yên wek kamêra, girtina dîmenan û dersên ronahiyê dê ji aliyê mamostayên pispor ve bên gotin.

Di dawiya vê projeyê de ciwanên ku beşdarî qursê bûne dê kurtefîlmên xwe çêkin û paşî dê galaya wan fîlman bê kirin.

Ciwanên bixwazin beşdarî vê qursê bibin dikarin heta 20ê rêbendanê serî li Beşê Sînamayê ya Birêveberiya Geştiyarî û Kulturê ya Şaredariya Diyarbekirê bibin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib