Ad (728x90)

Friday, December 10, 2010

Filled Under: , ,

"Demsala Nêçîrê"

FÎLMÊ BÎYANÎ GOTAR NIRXANDIN
Fîlmê derhêner Yavuz Turgul “Demsala Nêçîrê”(Av Mevsîmî) di van rojên dawî de ket vîzyonê. Mixabin min bi xwe di vî fîlmî de tu nêçîr nedît û tu nêçîrvanan jî nedîtin



FAYSALÊ ÛSIV

Fîlmê derhêner Yavuz Turgul “Demsala Nêçîrê”(Av Mevsîmî) di van rojên dawî de ket vîzyonê. Mixabin min bi xwe di vî fîlmî de tu nêçîr nedît û tu nêçîrvanan jî nedîtin. Bi rastî, ji ber ku nivîsandina senaryo û Derhêner Yavuz Turgul bû bi hêviyeke mezin ez çûm e sînemayê. Fîlmên ku Yavuz Turgul senaryoya wan nivîsandine, wekî, Çîçek Abbas, Eşkiya, Gonul yarasi gelekî bi serketî bûn. Ji ber vê jî hinekî bi hêviyên mezin min li fîlm temaşe kir.

Di destpêka fîlmî de, destekî ji çengê hatî qutkirin li ber avekî tê dîtin. Piştî vê dîmenê, lehengên fîlm xwe didin xuyakirin. Komserê maseya cînayetan Nêçîrvan Ferman (Şener ŞEN), Idrîsê Dîn (Cem YILMAZ) û Şagirt Hasan (Okan YALABIK) yeko yeko tîne nasandin. Temaşevan di dekoreke ev qasî polîs heyî de li hêviya fîlmekî polîsiye ye, mixabin çîroka fîlm xweş dest pê dike lê meraqê naxe dile mirov de. Nîve fîlm bi lêgerîna li xweyê destê jêkirî diborê û heta ev lêgerîn xilas dibe jî fîlm mirov dikişînê nava xwe. Lê piştî naskirina xwediyê destê jêkirî çîroka fîlm êdî bê armanc dimîne. Wexta ku, bersûcê bi navê Battal Çolakzade( Çetîn TEKÎNDOR) tê naskirin, herikîna fîlm di golekî de diteqine. Êdî mirov naxwazê li fîlm temaşe bike. Ji ber ku meraqa temaşavan bi kêreke kuh tê gurandin.

Berî fîlm bi nîvî bibe, xwediyê destê jêkirî tê naskirin. Xwediye destê jêkirî keçika bi navê PAMÛK e. Çîroka vê keçikê parçe parçe tê vegotin. Sedema kuştina wê jî herwiha di dawiya fîlm de xuya dike.
Di dawiya fîlm de, Nêçîrvan Ferman, qesasê xwediyê destê jêkirî tespît dike. Dera ku qesas Battal Çolakzade li xwe mikur tê, li dora mala wî ya nêçîrê ye û dera destê jêkirî lê hatî dîtîn jî nêzîkî vê malê ye. Vê carê mirov ji xwe dipirse “bavê min, wextê mirov destekê jêkirî li cem mala camerêkî bibînê, qey mirov naçe jê napirse, li ser vê meselê tu tiştekî zanê an na.” Divê cîhana ev qas fireh de ev çîroka fîlm bi aqila nakeve. Wekî ku di destpêkê de jî me gotî, di fîlm de tişta herî qels senaryo ye.
Wekî gelek fîlmên Tavuz TURGUL, dîsa muzîka etnîk hatiya xebitandin. Lîstikvan Îdrîsê dîn, strana hunermend Kazim KOYUNCU bi dengê xwe distirê û rengekî xweşik dide fîlm. Her wiha diya Îdrîs bi zimanê Lazkî diştexile û ev jî ji zimanê ber bi windabûnê ve diçin re wekî şabaşeke xweş e. Muzîk û der û dekora fîlm xweşik hatiye çêkirin. Bi taybetî rengê avê û daristanê bi zanebûn ji sahneyên din cuda hatiye çêkirin.

Li gorî min Derhêner Yavuz TURGUL, wekî di fîlmên xwe yê binavê, Çîçek Abbas, Eşkiya, Gonul Yarasi de, dîsa têkîliyen gundîbûn û bajarvaniyê dide xuya kirin. Li aliyekê din jî têkiliyên çînî têne vegotin. Di fîlmê NÊÇÎRVAN de jî dîsa çîroka kesê ji gundan koçkirî metropolan û yên xwedî metropolon tê vegotin. Yên ji gund hatî malbata keçika hatî kuştin in, yên bajarî qesasê keçika binavê PAMÛK e. Lê derhêner wekî hercarî çîrokeke bajarî aniye ser perdê. Di fîlmên derhêner de, leheng ji ku werin bila werin herdemê çîroka bajarvaniyê ye mijar. Derhêner di vî fîlmê de xwestiye, fîlmekî POLÎSÎ çêke lê, derhêner xwe dîsa li nav drama bajarvaniyê xistiyê. Ji ber vê jî mirov nikarê fîlm bike kategoriyekê de.
Ez dibêjim ev fîlm, wekî kû ewqas reklama wî hatî kirin nîne. Bi hêviyeke mezin divê mirov neçê sînemayê. Azadiya Welat

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib