Ad (728x90)

Wednesday, December 8, 2010

Filled Under: , ,

3’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Romayê dest pê dike

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Li Peytaxta Îtalya Romayê 3’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Roma'yê sibehê dest pê dike.

Di mîhrîcanê de wê gelek film bên nîşandan, pêşengehên wêneyan û semîner jî dê hebin.

Mîhrîcan, bi pêşengiya komeleya Europa Levanteyê tê lidarxistin û tevî wezareta çandê ya eyaleta Romayê û gelek saziyên cûda jî piştgirî didin.

Di mîhrîcanê de filmên wekî 'Zara', 'Dema Tuyan', 'Keçên Dêrsimê yên wenda', 'Evdalê Zeynikê' werin pîşandan.

Her weha wê filmên derhenêrê Kurd Bahman Gobadî yên weke ‘Nîvê Heyvê’, ‘Kîso (kusî, şikêvlotuk) jî Difirin’ jî dê bên pîşandan.

Di mîhrîcanê de derbarê mafê mirovan û sînemayê de semîner jî pêk werin.

Di mîhrîcanê de pêşengeha wêneyan a bi navê 'Rûyên Kurdistanî' ya rejîsor Afat Baz jî tê nîşandan.

Mîhrîcana ku wê sibe li Sînemaya Aqua ya nû demjimêr 17:00’ê dest pê bike, wê 3 rojan dewam bike.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib