Ad (728x90)

Friday, December 10, 2010

Filled Under: , ,

Li Romayê 3. Mîhrîcana Sînemaya Kurd dest pê kir

FESTÎVAL NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Li paytexta Îtalya Romayê bi navê ‘Hêviya Azadiyê’ 3’yemîn Mîhrîcana Sînemaya Kurd dest pê kir. Di mîhrîcanê de dê gelek fîlmên kurt û dirêj bên pêşkêşkirin.

3’yemîn Mîhrîcana Sînemaya Kurd a li Romayê dest pê kir, ji aliyê Komeleya Lavente ya Ewrûpayê ve hat lidarxistin, ji aliyê gelek saziyên sivîl ve jî tê piştgirîkirin.

Mîhrîcana navborî, duh, li Sînemaya Nuova bi kurtefîlma Derhêner Bulent Gunduz bi navê ‘Evdalê Zeynikê’ û kurtefîlma Derhêner Ayten Mûtlû ya bi navê ‘Zara’ dest pê kir. Piştî pêşkêşkirin û temaşekirina herdû kurtefîlman, bi tevlîbûna gelek derhêner, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan kokteylek hat dayîn û têde muzîk hat pêşkêşkirin.

Di mîhrîcana ku dê 3 rojan bidome de, fîlm û dokûmanterên derbarê pişavtina çand û zimanê Kurd û Kurdî dê bên pîşandan. Her wiha di mîhrîcanê de bi tevlîbûna kesayet û derhênerên welatên cûda, dê hin civînên xwedî mijarên cûr bi cûr bên lidarxistin.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib