Monday, December 20, 2010
Filled Under: GOTAR, SÎNEMAYA KURDÎ
Welatê zivistanê
By
Serbûriyek
Dated
7:28 AM
Derhênerê Kurd Hîsham Zaman jî 200 sal şûnde li vî welatî jiyana penaberên kurd aniye ser perdeya spî. Bi navê “Vinterland” (Welatê zivistanê) Erê penaberî; zivistan e, sar e serma û qeşa ye. Jiyanek kêm e
Di sedsala 18’emîn de komek penaber, ji welatên Îskandînaviyayê diçin Amerîka. Di nav wê komê de zarokek jî heye. Emrê wî devdora 8 salî ye. Ew bi salan bi hesreta welatê xwe û gundê xwe dijî. Tu carî ji bira wî naçe
. Piştî 50 saliya xwe vedigere welatê xwe. Lê ew tiştê zaroktiya xwe de li wir hîştiye, bi hêviya wan e. Tu carî wan tiştan li cîhê ku lê hiştiye wan nabine û nikarê li wir bijî. Nazivire cîhê jê hatiye jî. Û xwe bi darda dike û Jiyana xwe ji dest dide. Ev bûyer di dîroka penaberiyê de klasîkeke û nasnameya diyasporayê ye.
Derhênerê Kurd Hîsham Zaman jî 200 sal şûnde li vî welatî jiyana penaberên kurd aniye ser perdeya spî. Bi navê “Vinterland” (Welatê zivistanê) Erê penaberî; zivistan e, sar e serma û qeşa ye. Jiyanek kêm e…Di fîlmê de jî mohra wan çîrokan û dîmenan heye. Zaman bi awayekî hostetî ew aniye ser perde ya spî. Ji fîlmê “Bawke” vir de ez vî derhênerê kurd yê bê deng û şermok di ecibinim. Dîmen û felsefe ya wî ya sînemayê keyfa min tîne. Rengê sînemaya wî dişibe Bahman Ghobadî. Car caran mirov di kûrahiya dimenên fîlmên wî de tesîra derhênerê mezin û hosteyê sînemaya Ewropayê Micheal Haneke ji dibine…
Heyanî niha derhêner, du fîlm kişandiye. Herdu jî li ser jiyana penaberiyê ne. Fîlmê xwe ya seyêmîn ya dirêj jî niha dikişîne. Fîlmê bi navê “Soran Way” (Rêwitiya Soran) jî çîroka penaberiyek e. Duhok, Stenbol, Berlîn û Oslo… Ev hesasiyeta derhêner a li ser mijara penaberiyê ez bawer im ji jiyana wî bi xwe tê. Hîsham Zaman jî penaber e. Ew jî rêwîtiyek gelek zehmet kişandiye. Niha jî dixwaze jiyana gele xwe ya din nav zor û zehmetiyê de bi riya perde ya spî nîşanî cîhanê bide. Di herdu fîlmê wî de jî berf heye, psîkolojiya penaberiyê xuya dike. Zaman, mîrovên din ên ku di nav sînora de hatine pelçiqandin bi zimanek cuda nîşan dide.
MIJAREK PÊNABERIYÊ
Fîlm, dilê mîrovan dişikîne û diguvêşe. “Welatê zivistanê” jî wekî fîlmê “Bawke” ya jî tevli gelek fîlm festîvalên navneteweyî bûye û gelek jî xelet vegirtiye. Çîroka fîlmê ne wekî ya “Bawke” ye. Ew bi awayekî din behsa penaberiyê dike. Kurdek Soran navê wî Rênas (Raouf Sarag) emrê wî devdora 40 salî ye li gundeyek Norwecê bi halê xwe dijî. Li gorî wî ew jiyanek xweş derbas dike, xanî, erebe, karê wî heye û li welatek azad dijî. Gelo dê çi bixwaze? Lê di jiyana wî de kêmasiyek heye. Ew jî jinek e. Ew jî çêdibe. Lê ne bi awayekî normal. Bi riya telefonê malbata wî li başurê Kurdîstanê wî dizewicîne. Rênasê çil salî wêneyê xwe yên cîwanî ji dergistiya xwe re birê dike. Li hemberî vî bûyerê wêne yên cîwantiye jî jêra têne. Keçikek delal û cîwan… Rênas bi şev û roj xew nake. Her çixas jî tevli deweta xwe nebe jî bi xeyalê dergistiya xwe dijî. Bi heyecanek mezin li bende ku rojek ew were cem wî. Dergistiya Rênas, Fermesk (Shler Rahnoma) rojek tê Norwecê. Rênas û dostên wî diçin balafirgê peşwaziya bûkê. Ji bo Rênas ev roja rojek mezin û pîroz e. Lê gava Rênas, evîndara xwe ya li ser wêneya bi rastî li hemberê xwe dibine xeyale wî têk diçe. Bi çavê xwe bawer nake. Rênas gêj dibe. Bi dengek “Gula bide wî” hîşyar dibe û evîna wî ya mezin jî li wir diqede. Bi ditîna rastiya Fermeskê. Ev rastî ji bo bîkeyê jî. Li şûna wêneya cîwantiyê mirovek bi emre xwe mezin li pêş wê ye. Rênas ne dewlemend e û jiyanek bi halê xwe dijî. Helbukî Rênas gotibû: Ez mirovek dewlemend im. Di aliyê din de welatek xerîb. Ev tişt hemû ji bo wî gelek zor û zehmet in…
Tevlibûna malbatan jî bi riya telefonê vî tekiliya qels zêdetir xirab dike… Bi dîmenên xweş, balkeş û helbestî car caran din nav drama de hinekê îronî fîlmê “Welatê zivistanê” balkêş dike. Derhêner Hîsham Zaman dibeje: Ev çîrok ne rast e ne jî xeyalî ye. Ez jî di wî baweriyêde me. Bûyerên wisa di nav cîvaka kurdan de gelekin. Ev bûyer ne girêdayî penaberiyê ye. Ev çandek û dîrokî ye. Ji ber wî bi hezaran keç û xortên kurdan bi vî awayê tên zewicandin. Hemî ne wekî Rênas û Fermesk bi şans in. Ew din nav zor û zehmetiyê de li hev tên. Rênas viya wiha pêk tîne; telefonê dişkine. Naxwaze malbatên wan ên li başurê Kurdîstanê dijîn tevli jiyana wan bin…
KUNYEYA FÎLMÎ
Nav: Welatê Zivistanê
Mijar: Dram
Derhêner: Hîsham Zaman
Senaryo: Kjell Ola Dahl û Hisham Zaman
Kamera: Marius Matzow Gulbrandsen
Lîstikvan:Raouf Sarag, Shler Rahnoma, Kawa Gilli, Alibag Salimi
Dem: 52 deqîqe:
Sal: 2007
Ziman: Kurdî û Norwecî
ALÎ GULER

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment