Tuesday, December 21, 2010
Filled Under: FESTÎVAL, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Festîvala sînema kurdî dest pê kir
By
Serbûriyek
Dated
6:36 AM
Li bajarê Silêmaniyê, 3emîn Festîvala Sînemayî ya Fîlmên Kurdî bi pêşandana fîlmê “Gerekî Daholekan” dest pê kir.
Birêveberê Hunera Sînema yê Silêmaniyê û berpirsê festîvalê Azad Sewze ji AKnewsê re daxuyand, “Piştî ragihandina sazdana festîvalê, nêzîkî 130 belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj yên navxwe û derveyî Herêma Herêma Kurdistanê gihiştine me.”
Sewze xuya kir ku komîteya festîvalê, 33 fîlm ji nav wan fîlman hilbijart da ku bêne pêşandan ji wan 15 berhemên sînemakarên kurdên Îranê û 18ê din fîlmên Herêma Kurdistanê ne.
Derbarê xelatên festîvalê, Sewze got, “Komîteyek bo diyarkirina baştirîm senaryo, derhêner, lîstikvanê sereke yê kur û keç, wênegir û montajê hatiya destnîşankirin.”
Sewze axaftina xwe wiha domand, “Di dawiya festîvalê de, xelata rêzlênan û westiyabûna temenê hunerî dê bo hunermendan Cîhad Dilpak, Nasir Hesen, Gezîze, Omer Kerîm Axa û Kawe Ehmed Mîrza bê dayîn ku her yek ji wan bi awayekî xizmeta huner û drama kurdî kirine.”

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment