Ad (728x90)

Thursday, January 20, 2011

Filled Under: ,

“Bavê Min Dîrok Ava Dike” Baştirîn Xelata Temaşevanan”

BELGEFÎLM NÛÇE
Belgefilma bi Kurdî ya bi navê “Bavê Min Dîrok Çêdike” yê ku Heyder Demirtaş derhêneriya wê dike, di 15. Mihrîcana Filmên Tirk ên Bostonê de “Baştirîn Xelata Temaşevanan” wergirt.



Encamên 15. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tirk a li Bostona DYE’yê aşeker bûn. Derhêner Heyder Demirtaş di beşa belgefilman de bû bi belgefilma bi navê “Bavê Min Dîrok Çêdike” xelat wergirt.

Heyder Demirtaş bi belgefilma Nalbebendê Gerok, di sala 2008 de li gelek mihrîcanên netewî û navnetewî geriyabû. Herwiha belgefilma Bavê Min Dîrok Çêdike” jiyana hosta Mehmed ê rojê 5 danan nimêj dike û dîwarên dêr û misgeftên gund restore dike, vedibêje.

Hosta Mehmed ligel malbata xwe li bajarê Mêrdîna malovaniya çand û olan dike dijî. Kurê Mehmed Hosta, Heyder dibistanê dixwîne û biryarê dide ku filmê bavê xwe bikişîne. Mehmed Hosta yê ku Misilman bû, dêra dîrokî ya li gundê Suriyaniyan restore dike. Li wê derê bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Sûryanî tê axaftin, keşe û mele li ser heman sofreyên xwarin dixwin.

Mûzîka belgefilma Kurdî ya bêhempa Mazlûm Çîmen çêdike.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib