Monday, January 10, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Fîlma Ceylan Onkolê "Şarê" hate kişandin
By
Serbûriyek
Dated
12:19 PM
Bo bîranîna Ceylan Onkola 12 salî ku, li Licê ya Diyarbekirê bi çekên leşkerî hatibû kuştin, bi nave “Şarê” fîlmek hate kişandin.
Derhênertiya fîlmê Mujde Arslan û Îrfan Taşkin dikin û senaryoya fîlmê jî ji hêla Arslan, Taşkin û Suat Eroglu ve hate nivîsandin.
Di fîlmê de, ji malbata Ceylana 12 salî Sozda Onkol, Raif Onkol û Saliha Onkol rol girtin. Fîlm dê beşdarî mihrîcanên neteweyî û yên navneteweyî bibe.
Ceylan Onkola 12 salî, li navçeya Licê gundê Pêkûyî (Paşçiya), di encama teqîna hewana ku ji qereqola leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû. Bûyer di raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnan.
Bo ronîkirina bûyerê, malbata Onkolê serî li darazê dabû, lê Dozgeriya Komarê ya Licê biryara “nepenî” derbarî dozê de dabû. Parêzerên malbatê, bo rakirina biryara nepenî serî li 2emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê dabûn, lê dadgehê daxwaz ret kir. Malbatê aşkere kir ku, dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment