Monday, February 28, 2011
Filled Under: FÎLMÊ BÎYANÎ, XELAT
Natalie Portman jî êdî xwediyê Oscarê ye
By
Serbûriyek
Dated
9:22 AM
Akademiya Zanist û Hunerên Sînemayê ya Amerîkan 83emîn xelatên Oscarê belav kirin, fîlma 'King's Speech' wek “Fîlma herî Baş” hate hilbijartin û di 4 beşan de xelatên Oscarê birin.
Merasîma Oscarê şeva borî li Şanogeha Kodak a Los Angelesê hate lidarxistin û ji aliyê gelek televizyonên cîhanê ve bi zindî hate weşandin. Derhênerê îngilîz ê fîlma 'King's Speech' Tom Hopper jî “Xelata Derhênerê Herî Baş” wergirt.
Colin Fith ê di fîlma 'King's Speech' de dilîze hêjayî xelata “Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr” hate dîtin û her wiha fîlmê “Xelata Senaryoya Xweser a Herî Baş” jî stand.
Her dîsa “Xelata Lîstikvana Jin a Herî Baş” jî bi rola “Siya Reş” hêjayî Natalie Portman hate dîtin.
“Xelata Lîstikvana Alîkar a Jin a Herî Baş” bo Melissa Leo bi rola di “Şerker (Fighter)" de, Xelata Lîstikvanê Alîkar ê Mêr ê Herî Baş” bi heman fîlmê hêjayî Christian Bale hate dîtin.
“Xelata Fîlma Herî Baş a Biyanî” jî ji Danîmarkayê hêjayî fîlma "In a Better World (Di Dinyayeke Baştir de)" hate dîtin.
Xelatên din wiha ne:
Belgefîlma Herî Ba: "Karên Navxweyî" (Inside Job) Charles Ferguson
Senaryoya Lêanînê ya Herî Ba: "Tora Civakî" (Aaron Sorkin) (Qralê bi Kotekî)
Animasyona Herî Baş: "Çîrokên Pêlîstokan 3"
Animasyona Kin a Herî Ba: "The Lost Thing"
Derhênerê Hunerê yê Herî Ba: Robert Stromberg û Karen O'Hara (Alice Li Diyarên Bêhempa)
Sinematografiya Herî Baş: Wally Pfister (Destpêk)
Kostûma Herî Ba: "Alice Li Diyarên Bêhempa"
Makyaja Herî Ba: "The Wolfman" Ji aknews

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment