Saturday, February 26, 2011
Filled Under: HEVPEYVÎN, NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
'Min xwest qirêjiya cerdevanan bidin nîşandan'
By
Serbûriyek
Dated
10:38 AM
Fîlma Yusuf Çetîn ya Qirêj ku li ser mijarên cerdevanî û mijara jinê hatiye kişandin, wê 4'ê Adarê bê nîşandan. Lîstikvanê kedkar Çetin ku derheqê fîlma xwe de bi îdîaye, bertek nîşanê kesên li gel ku kurdan nasnakin fîlmê kurdan dikişînin da û got, "Eger ji we nayê, fîlmên kurdî nekêşin."
Lîstikvanê kedkar yê sînemayê Yusuf Çetîn, di fîlma xwe ya bi navê Qirêj ku kurdî-tirkî li Bazidê kişandiye, rûyê pergala cerdevaniyê yê nayê dîtin, radixe ser perdeya spî ya sinemayê.
Di fîlmê de cîroka cerdevanê tecawizê biraziya xwe kiriye tê vegotin û di berdewamê de jî rewşa jina ku ji aliyê tevgera jinên azad û demokratîk ve hatiye parastin tê nîşandan. Galaya fîlmê di 27'ê Sibatê de li Amedê, her wiha di 4'ê adarê de jî dê li Stenbolê bê lidarxistin.
'MIN XWEST QIRÊJIYÊN CERDEVANAN BIDIM NÎŞANDAN'
Afirînêrê projeyê, çêker, derhiner, senarîstê û listikvanê fîlmê Yusuf Çetîn, diyar kir ku ji bo di fîlmê de bi lîzin senaryo biriye cem gelek kesan, tu kesî ji ber ku tirsiyane qebûl nekiriye û bi neçarî ew di fîlmê de lîstiye. Di filmê de her wiha listikvanên wekî Zîlan Odabaşi, Eyup Çaliş, Cengîz Toprak, Meltem Savci, Esra Erten, Yalçin Dumer, Ezgî Aldemîr. Hîlal Sîdar û parazwana mafên mirovan prz. Eren Keskîn rol digirin. Çetîn destnîşan kir ku bi vî fîlmî xwestiyê qirêjiyên cerdevanan raxe pêş çavan. Çetîn axaftina xwe wiha domand: "Min ev çîrok 5 sal berî bihist. Bi vê fîlmê min xwest rastiya cerdevaniyê û tehekuma zilam a li ser jinê bidim nîşandan. Min der barê kirinen cerdevanan de li heremê ji gelek kesan agahî girtin. Kirinên cerdevanan yên qirêj, rûreşiya vî welatiyê. Min xwest bi rêya hunerê van qirêjiyan bînim rojeva civakê." Çetîn, di berdewamê de bertek nîşanê kesên ku li gel kurdan nasnakin jî, hewldidin der barê kurdan de filman çêkin da û got, "Eger ji we nayê, filmên kurdî çênekin." Dîha

Subscribe to:
Post Comments (Atom)
0 yorum:
Post a Comment