Monday, March 28, 2011
Filled Under: NÛÇE, SÎNEMAYA KURDÎ
Diyar di “Xorşîdê Çav Bi xal” de lîst
By
Serbûriyek
Dated
9:08 AM
Hat zanîn ku xebatên Fîlmê hunermendê navdar Diyar Dêrsim bi dawî hatine, lê holên sînemayê bo pêşandana fîlm tune ne.
Diyar Dêrsim di gulana sala borî de bo yekemîn car wek lîstikvanê sereke di fîlmê “Xorşîdê Çav Bi xal” ku ji hêla Birêveberiya Hunera Sînemayê ya Duhokê hate berhemhênan, beşdar bû.
Birêvebera Hunera Sînemayê li Duhokê û derhênera fîlm Viyan Mayî ji AKnewsê re ragihand, “Wêneya fîlm li gelek navçeyên Herêma Kurdistanê hatiye girtin û niha amadeye ji bo pêşandanê.”
Mayî rexne ji girîngî nedana bo holên sînemayê girt û got, “Heta niha saziyên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê ti girîngî nedane wan holan, niha jî ti hola sînemayê nîne daku em fîlmê xwe tê de pêşan bidin.”
Di fîlmê de, 30 lîstikvanên sereke û 70 ne serke ji Tirkiyê û Herêma Kurdistanê beşdar in.
Mayî di vê derbarê de rexne ji lîstikvanên keç yên Herêma Kurdistanê girt û wiha daxuyand, “Piştî ku me dest bi xebatên wênegirtinê kirin, gelek lîstikvanên me yên Duhokê buhane derxistin û beşdarî fîlmê nebûn, em neçar man hin lîstikvanên dî ji bakûrê Kurdistanê bînin.”
Hunermend Diyar Dêrsim jî dilşadiya xwe nîşan da ku ew di fîlmê de beşdar bûye û wiha ji AKnewsê re got:
“Heta niha min bi dengê xwe xizmeta miletê xwe kiriye, niha wek lîstikvanek jî ez amade me xizmeta xwe bidomînim. Ev yekemîn fîlm e ez tê de beşdar dibim, hêvîdarim bi dilê xelkê be.”
Dema fîlmê Xorşîdê Çav Bi xal 45 deqe ne, nîvê pereyên fîlm ji hêla Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye û yê din Viyan Mayî bi rêya fîrmayên taybet re peyda kiriye.

Subscribe to:
Post Comments (Atom)

0 yorum:
Post a Comment