Ad (728x90)

Thursday, March 31, 2011

Filled Under: ,

Fîlmê gala filma Meş

NÛÇE SÎNEMAYA KURDÎ
Galaya filma "Meş" piştî Nisêbînê li Amedê jî pêk hat. Di galayê de lîstîkvan û senarîstê film Selamo axaftinek kir û diyar kir ku, gelê Kurd ev 33 salin ji vê pergalê re îtat nekiriye û wiha got: "Di vî filmî de qeymeqemê darbeya 12'ê Îlonê peywirdar kir sîleyek li Xelîlo da. Lê kurt sîleya neheq bêbêrsîv nahêlin."
Galaya filma "Meş" ya ku bûyerên piştî darbeya 12'ê Îlonê li Nisêbînê hatin jiyîn bi çavê dînekî vedibêje, li Navenda Çandê ya Ciwanan ya Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê ya Amedê hate pêşandan. Lîstikvanên film, Wekîlê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci û gelek kes tevlî galayê bûn. Ji ber eleqeya zêde, gelek kesan li ser piyan film temaşe kir. Piştî temaşekirina film Wekîlê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci gul da lîstîkvan û derhênerê film.

'GELÊ KURD WÊ BERSIVA KESÊN SÎLEYAN LI WAN DIDIN BI SÎLEYAN BIDIN'

Lîstîkvan û Senarîstê film Selamo jî piştî film axaftinek kin kir û anî ziman ku, gelê Kurd ev 33 salin îtatiya vê pergalê nekirin û têkoşîna xwe dimeşînin û wiha got: "Gelê Kurd di têkoşîna xwe ya ev 33 salin berdevam dikin hînî vê yekê bûn. Di demên dawî de sîleya parlementera BDP'ê li polîsekî da bû rojev. Di vî filmî de qeymeqemê darbeya 12'ê Îlonê peywirdar kir sîleyek li Xelîlo da. Kurd wekî duh îro jî wê bersiva sîleya kesên sîleyê li wan bidin."

Pişt re Wekîlê Şaredarê Peyasê Îhsan Avci jî bi tirkî axivî û diyar kir ku, di filmê de têkoşîna gelê Kurd ya bi rûmet hatiye pêşandan.

ÇÎROKA 'MEŞ'Ê'

Di film de pêvajoya tarî ya darbeya 12'ê Îlona 1980'an a li Tirkiyeyê bi çavê dînekî tê ve gotin. Derhênertiya film Shîar Abdî kir û bûyerên film piştî 12'ê Îlonê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derbas dibin. Di film de Xelîlo bi komeke zarokên di nav de Cengo jî heyî dibe heval. Di nav hemû bûyeran de Xelîlo bi cixareya di devê wî de protestoya xwe ya bêdeng didomîn e.

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib