Ad (728x90)

Saturday, March 26, 2011

Filled Under: ,

Fîlmên vê hefteyê; Çar Şêr û Dagirkirina Cîhanê; Şerê Los Angelesê

FÎLMÊ BÎYANÎ NÛÇE






Çar Şêr - Four Lions

Cure : Dram / Komedî
Dehêner: Christopher Morris
Senaryo : Christopher Morris , Simon Blackwell
Çêker : 2010, Îngîltere, 97 dq.

Lîstikvan

Kayvan Novak (Waj) , Nigel Lindsay (Barry) , Riz Ahmed (Omar) , Adeel Akhtar (Fessal) , Preeya Kalidas (Sophia) , Mohammad Aqil (Mahmood) , Craig Parkinson (Matt)

Fîlmê ku ji aliyê Chris Morris'ê ve hatiye birêvebirin dramake xûrt e. Di heman demê de gellek mijarên cûda vedibêje. Di fîlmê de tespît û nirxandinên polîtîk bi rûyeke ken hatiye vegotin. Behsa "teror"a ku ser navê Îslamê tê kirin û mirov bûna kesên ku wek terorîst tên nasaindin radixe ber çavan.

4 zilamên ku di bajarekî Îngîlltere'yê tên ba hev û planake nepênî amade dikin. Dixwazin çalakiyeke mezin pêk bînin lê di rastî de ewqas xeşîmin ku nikarin kîbrîtekî jî vexin. Hûnê di fîlmê de xem û xeyal û psîkolojî û hêviyên wan 4 kesan hîn bibin.. (HAWAR NET/SinemaKurd)



Dagirkirina Cîhanê; Şerê Los Angelesê - Battle: Los Angeles

Cure : Aksiyon / Zanistvehan
Derhêner: Jonathan Liebesman
Senaryo : Christopher Bertolini
Çêker: 2011, DYA , 116 dq.

Lîstikvan

Aaron Eckhart , Michelle Rodriguez , Bridget Moynahan , Joey King , Lucas Till , Taylor Handley

"Battle: Los Angeles - Dagirkirina Cîhanê; Şerê Los Angelesê" xwedî mijareke klîşe a "rizgar kirina cîhanê ji biyaniyan" e. Di vê fîlmê de jî Cîhan tê îstîla kirin lê Los Angeles dibe eniya dawîn a şerê mirovatiyê.

Ger hûn fîlmên bi efekt û teknolojî hez dikin ev fîlm li gorî we ye. (HAWAR NET/SinemaKurd)

Serbûriyek

Author & Editor

Has laoreet percipitur ad. Vide interesset in mei, no his legimus verterem. Et nostrum imperdiet appellantur usu, mnesarchum referrentur id vim.

0 yorum:

Post a Comment

 

We are featured contributor on entrepreneurship for many trusted business sites:

  • Copyright © HAWARNET Sînema™ is a registered trademark.
    Designed by Templateism | Distributed by Templatelib